Ji ber operasyonê agir bi Çiyayê Bagokê ket

  • 15:53 5 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
 
MÊRDÎN - Bi operasyona leşkerî ya li çoltarê Çiyayê Bagokê re li herêmê şewat derket. 
 
Walîtiya Mêrdînê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku çoltarên 9 gundên li dora Çiyayê Bagokê ya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin. Piştî daxuyaniya walîtiyê, bi alîkariya hewayî li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Walîtiyê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku biryara “herêma ewlehiya taybet” ji saet 11.40’ê ve hatiye rakirin.
 
Çavkaniyên herêmî jî dan zanîn ku liv û tevgera leşkeran a li herêmê didome, carnan dengê çekan tê û bi operasyona leşkerî re li gundê Hîbabê yê li çoltarê Çiyayê Bagokê şewat derketiye. Li gorî agahiyên welatiyan dane; li deverên dûrî jîngehan dûkêl bilind dibe. 
 
Wezareta Karên Hundir jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku di operasyona li herêmê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.