Li dijî talana xwezayê banga têkoşînê

  • 09:08 2 Tebax 2023
  • Ekolojî
Zelal Tunç
 
WAN - Ekolojîst û aktîvîstan bertek nîşanê talana xwezayê ya li Kurdistan  û Tirkiyeyê ya bi destê desthilatdariyê tê kirin, dan û ji bo parastina xwezayê banga têkoşînê kirin.
 
Li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li Îkizkoya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo komirê bidin Santralên Termîk ên Yenîkoyê Kemerkoyê yên girêdayî Holdînga Limakê, berxwedan didome. Li aliyê din bi hinceta ewlehiyê li herêma Besta û Cûdî ya Şirnexê di 8’ê cotmeha 2020’î de qirkirina daran a hatibû destpêkirin hîna di rojevê de ye. Şewata li Cûdiyê dest pê kiribû jî mudaxeleya wê nehatibû kirin.
 
Li cihê dar hatin birîn baregeha leşkerî!
 
Li aliyê din li gundê Huzeran, Akûnîs, Govan, Lanîlan, Xulepur, Kelulan, Sûreh, Pertawan, Kurdan û Mezra Pisyan a Xîzan a Bedlîsê ji aliyê walîtiya Bedlîsê ve biryara qedexeya 28 rojan hatibû dayîn û tevî ev bi dawî bûbû hat hînbûn ku qirkirina daran lê didome. Wek Cûdî li Xîzanê jî cihê ku leşker nikarin bikevinê, agir pê xistine û talana xwezayê didomînin. Hat diyarkirin ku li herêmên dar hatine birîn û şewitandin, wê ‘baregeha leşkerî’ bê avakirin. Hat hînbûn ku hîna têketina 10 gundan qedexe ye û qirkirina daran didome.
 
Ji Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER)  Arzu Dînçe û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Narîn Kaya der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Şewat û birîn ekosîstemê tune dike’
 
Hevseroka ÇEVDER’ê Arzu Dînçer wiha got: “Di encama şewata hat derxistin û hat îdiakirin ku nehiştine bê temirandin de bi dehan hektar daristan şewitîn. Li Bedlîs, Colemêrg û Cûdî jî di encama şewatê hatin derxistin de ne tenê jiyana mirovan, li dijî hemû ekosîstemê mudaxale heye. Tiştên tên jiyîn dibin sedema texrîbata mezin. Li aliyê din ji bo parastina daristanên Akbelen û zeytûnan ev du meh in gundiyên Îkîzdere nobetê digirin. Mudaxaleyê wan dikin. Nahêlin welatî bikevin qadê û dest bi birîna daran kirine. Ji bo santralên termik û komirê daristanên wir tên talankirin.”
 
'Daristan tên tunekirin' 
 
Arzuyê da zanîn daristan tên tunekirin û wiha domand: “Ji bo santralên Yenîkoy û Kemerkoy ên Muglayê ku firotine Lîmak Holdîngê di 1997’an de ji aliyê Dadgela Bilind ve biryara hatiye erêkirin heye. Ji bo heman santralan di 2005’an de DMME’ê biryara girtinê da. Lê tevî vê santral di 2014’an de firotin Lîmak Holdîngê. Li Tirkiyeyê di ser kapasîteya wê de testîsê ceyranê hene. Girtina van santralan pirsgirêka ceyranê naafirîne. Santral baş nayên bikaranîn û van daristanan tune dikin.”
 
‘Divê ji vê şaşiyê vegerin’
 
Arzuyê li dijî qirkirina daran bang kir û wiha dawî lê anî: “Ger daristan bên birîn û ji bo komirê çalek mezin bê vekirin wê av vekişe. Daristanên nêzî Akbelenê di demek nêz de ji bo santralên Termîkê yên Yenîkoy û Kemerkoy hatin rakirin. Em bang dikin ku divê demildest dest ji birîna daristanên Akbelenê berdin.”
 
‘Polîtîkayek nû ya koçberiyê di dewrê de ye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Narîn Kaya jî destnîşan kir ku ji ber operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê agir bi daristanan tê xistin bi vê jî hewl didin pêşî li polîtîkayek nû ya koçberkirinê vebikin. Narînê wiha dawî lê anî: “ Şewatên bi awayekî sistematîk tên derxistin ne tesaduf in. Akbelen bi birîna daran ket rojeva rayagiştî. Lê ev qirkirina daran a mijara gotinê ye li Kurdistanê bi awayekî sistematik pêk tê û mixabin bertekên li dijî vê pir kêm in. Ez banga xwedîderketin û piştevaniyê li hemû rayagiştî dikim ku pêşî li vê komkujiyê bigirin.”