Ji Akbelenê deng dan Cûdiyê: Em têkoşîna yekbûyî bidin

  • 09:05 31 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Parêzvanên mafê jiyanê diyar kirin ku divê têkoşîna ekolojiyê bi giştî bê meşandin û ji Akbelenê deng dan Cûdiyê.
 
Daristanên Akbelenê ji aliyê Şîrketa Elektîrîkê ya Yenîkoy Kemerkoy a aydê Lîmak Holdîngê bi armanca karê bi destûra Wezareta Daristan û Çandiniyê ve hat birîn. Di 26’ê Tîrmehê de li Cûdî şewat derket lê mudaxale nehat kirin. Têketina gundan hatin girtin. Hat diyarkirin ku şewat li qada leşker lêbûne derketiye. Parêzvanên mafê jiyanê diyar kirin ku divê hem ji bo Cûdî hem jî ji bo Akbelenê têkoşînek hevpar bê dayîn û deng dan Cûdiyê.
 
Ji Malêngel Newroz Tugçe Ozçelîk da zanîn ku ji ber polîtîkayên neolîberal daristan ji rantê re hatine vekirin û derket holê her ku hewa germ dibe çiqas hewce bi darekê tê dîtin. Newrozê ev tişt anî ziman: “Ev daristan ên me ne. Daristanên li Cûdî tên şewitandin, daristanên li Akbelenê tên birîn. Divê em xwedî li xwezaya vî welatî derkevin. Em li vir mêvan in. Em neçar in axek baş ji nifşên pêşerojê re bihêlin. Ji ber vê em neçar in li dijî desthilatdariya faşîst têbikoşin.”
 
‘Têkoşîna yekbûyî xeyalê me ye’
 
Newrozê di berdewamiyê de bal kişand ser têkoşîna yekbûyî û wiha anî ziman: "Divê têkoşîna ekolojiyê bi awayekî yekbûyî bê meşandin. Divê her kes li dijî vê bibin yek. Hejmara parêzvanên mafê jiyanê li Tirkiyeyê kêm e. Ji ber vê em bang li hemû welatiyan dikin. Em bang dikin ku xwedî li daristanên Kurdistanê jî derkevin. Em li dijî van polîtîkayan ne kêm in. Parastin û seferberî peywira me ye. Têkoşînek yekbûyî xeyalê min e."
 
‘Deng bidin’
 
Hevberdevka Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Sema Gençoglu da zanîn ku divê şaredar, rêveberên bajar û gelê herêmê li berxwe bidin û wiha dirêjî dayê: “Mugla di alî madenê de tê talankirin. Ji ber vê têkoşîna yekbûyî şert e. Yên dikarin divê bên vir. Yên nayên jî bila li cihên dimînin dengê xwe bilind bikin. Heta ji destê wan tên bila li berxwe bidin.”
 
‘Ji bo pereyan her derê dişewitînin’
 
Hacer Çukur a li gundê Çamê rûdinê jî bertek nîşan da û got mala wan a li Îkîzdereyê ji ber santrala termîkê hatiye tunekirin û got: “Em pir bêriya gundê xwe dikin. Akbelen li ber çavên me tune dibe. Ji bo pere her derê dişewitînin. Em nizanin ku şewatê bi zanebûn dikin. Divê em li berxwe bidin. Divê em vê axê ji zarokên xwe re bihêlin.”
 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Emîne Dayioglu jî der barê qirkirina daran a li Akbelenê de axivî û wiha dirêjî dayê: “Li Cûdî bi destê leşkeran şewat tê derxistin. Gel li vir pêşî li birîna daran digire. Li Cûdî jî gel dixwaze pêşî li şewatê bigire. Li her du deran jî gel tê astengkirin. Em ji Akbelenê deng didin Cûdiyê. Divê em bi hev re têbikoşin. Divê her kes piştgiriyê bide vê berxwedanê.”