Destûrê nadin ku agir bê vemirandin

  • 11:00 27 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Destûr nayê dayîn ku agirê bi Çiyayê Cûdiyê ketiye bê vemirandin.
 
Li quntara Çiyayê Cûdiyê yê di navbeta Şirnex û navçeya wê Silopiyayê de, agir bi qada di navbera gundê Sorbitmê û Gera Mihetê ket. Her diçe agri berbelav dibe.
 
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, leşkeran agir berdaye herêmê. Her wiha cihê ku agir pê ketiye nêzî qereqola leşkeran e. Bi tu awayî ji bo vemirandinê destûr nayê dyîn.