Li Akbelenê êrişa leşkeran didome

  • 19:31 26 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
MUĞLA - Girseya ku xwest biçe herêma ku Daristana Akbelenê lê tê şewitandin, careke din rastî êrişa cendirmeyan hat. Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Parlementer Perîhan Koca, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê herêmê ya li dijî kana komirê ya ku ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy Enerjiyê ve li Daristana Akbelenê tê avakirin, hatin Akbelenê. Akin û yên pê re û welatî rastî êrişa bi ava şid û gaza îsotan a cendirmeyan hatin. 
 
Akin û Koca û gelek welatî tesîr ji êrişê girtin û nerihet bûn. Piştî êrişê Akin û Koca tevî gel li ber barîkata leşkeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlementerê CHP'ê Orhan Saribal û Cumhûr Ûzûn jî tevlî çalakiyê bûn. Piştî çalakiya rûniştinê ku nêzî 2 saetan domand, girse ber bi cihê ku dar lê tên birîn ve meşiya. Gava girse meşiya cendirme careke din bi cop û gaza îsotê êrişî girseyê kir. 
 
Di êrişê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Çinar Altan û Hevserokê HDP'ê yê Marmarîsê Guven Goknar hatin binçavkirin.