Desthilatdarî û muxalefet di hilweşîna ekolojîk de hevpar in

  • 09:04 24 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
 
ÎZMÎR - Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şarman der barê şewata daristan û tunekirina qadên daristanê de nirxandin kir û got: “Di qadên daristanan de em dibînin ku desthilatdarî û muxalefet di hevekariyê de ne. Yek ÇED’a wê dide ya din ruhsatê.”
 
Şewata daristanan ya her sal pêk tê  dibe sedema tunebûna daristanan. Ji 2021’ê heta niha ji sedî 16’ê daristanên Tirkiyeyê ji ber şewatê tune bûn. Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şarman der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Halîmeyê da zanîn ku şewata daristanan di gumanê de dimîne û got ev ne tiştekî rast e. Halîmeyê wiha vegot: “Heta niha di şewatên derketine de ji bilî çend gumanbarên ku tiryak û hişbirê bi kar tînin, wekê din tu agahî tune ye. Sedema herî mezin a nayê gotin ji ber pergala ceyranê pêk tê. Ji ser darsitanan xetên hêza bilind a ceyranê an jî pergala trafoyan derbas dibin. Şirketên hewl didin ji vê pereyan qezenc bikin tedbîran nagirin û lênerîna wê nakin. Ev jî dibe sedema şewata daristanan. Ev agahî ji gel tê veşartin.”
 
Gundiyên daristanan
 
Halîmeyê daxuyakirin ku berê gotinek wek gundiyên daristanan hebû û van kesan debara xwe bi dairstanan dikir û daristan wek çavkaniya jiyanê didîtin. Halîmeyê wiha domand: “Ev gundî di têkoşîna li dijî şewatê de xwedî zanînek qedîm bûn. Çawa ku dibistan vala kirin û mamoste ji gund derxistin û mele bicih kirin, der barê talakirin û dagirkirina daristanan de jî hedefa wan hebû û ji bo vê jî gundiyên daristanan ji nav xwe derxistin. Lê şûna wan tije nekirin”
 
'Desthilatdarî û muxalefet di vê mijarê de hevkar in'
 
Halîmeyê bi lêv kir ku di 2021’ê de ji Manavgatê heta Mîlasê qadek mezin şewitiye û wiha anî ziman: “Heta 2023’an ji sedî 16’ê hebûna daristanan winda bû. Ev rêjeyek pir mezine. Di xala 169’an a Destura Bingehîn de ‘Hebûna  daristanên aydê dewletê bi tu awayî nikare bê kêmkirin’ tê gotin. Lê em dibînin ku ev pêk nayê. Mixabin desthildarî û muxalefet di qada daristanan de hevkar in. Em li herêmên dijîn vê baş dibînin. Yek ÇED’ê dide yek ruhsatê dide. Li cihên hatine şewitandin ji bo projeyan pêk bînin li bendê ne ku bûyer bên jibîkirin. Niha yek ji van înşata Sînpaş a li Îçmeler e. Ev herêm ji şewatê bandor bibû. Lê firma  bi israr dibêjin na. Di şewata li Marmarîsê de ya di sala 2021’ê de pêk hat de dewlet heta roja 6’an li wir tunebû.”
 
Halîmeyê wiha dawî lê anî: “Şewatê daristan wesfa xwe ya daristanê winda nake. Ev nayê vê wateyê. Tovên di wê axê de ne bankaya wir in. Yanî dibe ku dar tune bibe lê tova wê heye. Yanî  xwe berhev dike. Ev nayê wateya windabûna daristanê. Divê em vê bizanibin. Ger ku me bizanibûna em ê zêdetir xwedî lê derketa.”