Li dijî qirkirina ekolojiyê berxwedan: Nikarin me teslîm bigirin

  • 09:08 22 Hezîran 2023
  • Ekolojî
 
 
Elfazî Toral
 
STENBOL- Aktîvîsta ekolojiyê Şahînder Bayram  diyar kir ku cihê ku desthilatdariyê nekolaye nemaye û got: “Desthilatdarî ji bo têkoşîna azadiya Kurd parçe bike bi hinceta ewlehiyê daran dibire.  Polîtîka dijminahiyê diafirîne. Ligel vê hilweşîna ekolojîk pêk tîne. Çiqas xurt be jî nikarin me teslîm bigire.”
 
Dstheilatdarî di serî de li Kurdistanê û li her çar aliyê Tirkiyeyê qirkirina ekolojîk  û talanê pêk tîne. Polîtîkayên talan û qirkirinê roj bi roj giran dibin,  xweza tê tunekirin. Li Kurdistan û gelek herêmên Tirkiyeyê bi hilweşîna ekolojiyê re xweza û sewal tên talankirin. Bi santralên nukler, kanên madenê, bendav û HES’an  talanê rewa dikin.
 
 Ji Cudî heta Îkîzdere berxwedan li her derê ye
 
Li Kurdistanê di çend salên dawî de bi mîlyonan dar hatin birîn û tunekirin. Bi van polîtîkayan dixwazin gelê Kurd koçbre bikin.  Ekolojîst, gelê Kurd û hemû gel  li dijî talana li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê berxwedanek mezin nîşan didin. Mînaka dawî di 17’ê îlona 2022’an de bi Meşa Cudî pêk hatibû. Ji her derê Tirkiye û Kurdistanê ekolojist, ciwan, jin, hiqûqnas, rêxistinên kedê û demokratîk bi hezaran kes bûn yek deng.
 
Ji Koalîsyona Edeletê ya Avhewayê ya Rêxstinên Ekolojiyê aktîvîst Şahînder Bayram der barê mijarê de axivî.
 
Bi destê mirovan xweza tê talankirin
 
Şahînder da zanîn ku bi xwezayê re hemû zindî tên talankirin û got: “Yên xwezayê tune dikin dawiya xwe jî tînin. Yên bêdeng di esasê de dawiya xwe tînin. Yên komkujiya xwezayê pêk tînin kî ne? Kapîtalîzma çavsor a ku hebûna xwe bi polîtîkayên neolîberal didomîne ye.”
 
'Armanc koçberikrin û kolekirin e' 
 
Şahînder di berdewamiyê de balkişand ser êrîşên pergala kapîtalîzmê û got bi van êrîşan hebûna xwe diparêzin û wiha vegot: “Pergala kapîtalîzmê ne hilberînê, ji bo berjewendiyên xwe tev digere. Em qirkirina daran yên herêmên bejayî ji yên daristanan cudatir nabînin. Yanî cihekî ku nehatibe kolandin nemaye. Desthilatdariya  siyasî  vê li gorî xwe wek  çarserî dibîne. Lê armanc ev e ku herêmê bê mirov bihêlin, nifûsa wir kêm bikin û welatiyan koçber bikin. Di nav projeyên xwe de dixwazin bi pereyekî kêm koledariya xwe kêm bikin.”
 
'Li dijî têkoşîna gelê Kurd polîtîka dijminahiyê ye'
 
Şahînderê bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û wiha bi lêv kir: “Desthilatdariya siyasî li welatê me ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd parçe bike bi hinceta ewlehiyê daran qibire. Wekê ku şerekî mezin li wir tê kirin nîşanî gel didin. Ligel vê qirkirina ekolojîk tê kirin. Gelê Kurd êrîşî dewletê nekirin. Tenê bi awayekî normal daxwazên xwe tînin ziman. Wek gelek herêmên Tirkiyeyê li Kurditsanê jî  der barê mafên demokratîk daxuyanî tên dayîn têkoşîn tên dayîn. Divê em vê giştî bibîbînin û binirxînin. Xwezaya me tê talankirin û pêşkêşî şîrketan tê kirin. Ev ji ber polîtîkayên şerê taybet pêk tên. Armanca dewletê ev e ku civakê ji xwezayê qût bike.”
 
Nikarin me teslîm bigirin'
 
Şahînderê di dawiya axaftina xwe de li dijî polîtîkayên desthilatdariyê banga têkoşîna rêxistinkirî kir û wiha vegot: “Heta ku em der barê mafên xwe de xwedî hişmendî bin,  yên hember me çiqas xurt bin jî nikarin me teslîm bigirşn. Ji ber vê jî em xwe rêxistin bikin em ê xurt bibin.”