Hemû zindî di bin xetereyê de ne

  • 09:01 5 Hezîran 2023
  • Ekolojî
 
AMED - Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Leyla Çît da balkişand ser  nakokiyê nêzîkatiya dewletan a li dijî xweza û ekolojiyê û got bi xerabûna vê hevsengiyê re hemû zindî di bin xetereyê de ne û wiha got: “Heta têkiliya xweza-mirovan rast nebe ne hevsengiya ekolojik ne jî ya aştiya ekolojik wê pêk bê.”
 
Roja Hawirdorê ya Cîhanê di 1972’yan de li bajarê Stockholm a Swêdê ji Konferansa Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) heta îro her sal di 5’ê Hezîranê de li seranseê cîhanê bi bernameyên cur bi cur tê pêşwazîrkirin. Lê dewlet li aliyekî talana global dimeşînin û li aliyê din jî îdia dikin ku xwezayê diparêzin. Parêzvanên jiyanê û tevgerên ekolojik bertek nîşanê vê didin û roj bi roj çavkaniyên xwezayî tune dibin, qirêjiya hewayê gihiştiye asta herî jor. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber qirêjiya hewayê her sal 7 mîlyon mirov jiyana xwe ji dest didin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî şewatên daristanan, çêkirina bend û santralên enerjiye texrîbatên mezin diafirînin.
 
Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Leyla Çît balkişand ser polîtîkayên li hember xwezayê û der barê ku divê çi bê kirin de pêşniyar kir.
 
Sedema rast a krîzê tê veşartin
 
Leylayê da zanîn ku sedemên krîza avhewayê ji tiştên tên gotin wêdetir sedemên wê hene û wiha dirêjî dayê: “Roja Hawirdorê ya Cîhanê ji aliyê NY’ê ve hatiye îlankirin. Li şûna bi perspektîfeke ekolojiyê ya civakî nêz bibe, di nokteyeke ku berpirsan vedişêrin de ne. Di sedemên krîza avhewayê de îsal li ser bikaranîna madeya plastîkê sekinîn. Lê em dizanin ku ji sedemên şexsî yên krîza avhewayê wêdetir, sedemên wek sermayê, sazbûnên hiyerarşik, modela dewletên kapîtalîst rê li ber hilweşînên mezin vedike. Heta ku sedemên esas neyên axaftin û nîqaşkirin avakirina ekolojîk ne pêkan e.”
 
‘Mudaxaleyê qadên xwezayî dikin’
 
Leylayê daxuyakirin ku piştî tayînkirina qeyûman bi feraseta şaredartiyan mudaxaleyî qadên xwezayî hatine kirin û wiha dirêjî dayê: “Qeyûman zêdetir xweza talan kir. Ji fêde û girîngiya xwezayê ya ji bo mirovan wêdetir, ji bo wan polîtîkaya rantê girîngtir e. Piştî polîtîkayên qeyûm şûnde, aliyekî din jî heye. Li ser navê polîtîkayên Kurd polîtîkayên şer tên meşandin. Dema Roja Hawirdorê ya Cîhanê tê pîrozkirin, dema dewlet bi projeyên xwe feraseta şînahiyê îlan dikin tu carê helwestek tund nîşanê kîmyasalê nadin. Ji ber berpirsên vê hene.”
 
‘Dixwazin herêmên Kurd bê mirov bihêlin’
 
Leylayê destnîşan kir ku polîtîkayên talana xwezayê li her derê Tirkiyeyê çalak inin û wiha bi lêv kir: “Sermaye, şîrket û serdest li her derê xwezayê hedef digirin. Divê civak van polîtîkayan ferq bikin. Jina li Behrareş têkoşîna gundê xwe dide û jina li Rojava têkoşîna azadiyê dide, her du jî têkoşîna hebûnê didin. Dema ev bê ferqkirin wê hemû civak vê rastiyê bibinin. Li Kurdistanê polîtîkayek taybet tê meşandin. Polîtîkaya rantê tê meşandin. Di vî alî de mînaka Cudî û Şirnexê dikare bê dayîn. Ji her derê Tirkiyeyê meşek ekolojiyê ya mezin ber bi Cudî ve pêk hat. Ev tevgereke ekolojiyê ya civakî bû. Li Şinexê bi mehan dar hatin birîn. Tu hincet nîşan nedan. Armanca wan ev e ku herêmên Kurd bê mirov bihêlin.”
 
‘Divê têkiliya mirov û xwezayê bê rastkirin’
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser  nakokiyê nêzîkatiya dewletan a li dijî xweza û ekolojiyê û got bi xerabûna vê hevsengiyê re hemû zindî di bin xetereyê de ne û wiha got: “Heta têkiliya xweza-mirovan rast nebe ne hevsengiya ekolojik ne jî ya aştiya ekolojik wê pêk bê.”