Meclîsa HDK'ê ya Ekolojiyê dest bi kampanyaya 'Ji bo Îzmîrê av' kir

  • 15:32 24 Sibat 2022
  • Ekolojî
 
ÎZMÎR - Meclîsa HDK'ê ya Ekolojiyê dest bi kampanyaya 'Ji bo Îzmîrê av' kir
 
Meclîsa Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Ne ji bo sermaye ji bo Îzmîrê av” kampanyayek da destpêkirin. Meclîsa Ekolojiyê ji bo starta kampanyayê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Mehtap Alîşan anî ziman ku çawa li her deverê problemek mezin a avê heye li Îzmîrê jî heye û metirsiya ziwabûna avê ya li Îzmîrê jî xwe daye der. Mehtap ji bo metirsiya hişkesaliyê tevdîran rêz kir û divê xerckirina avê were sînordarkirin. 
 
Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiya HDK’ê Erol Çirak jî anî ziman ku kampanyaya wan a avê heta 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê dê bidome û bal kişand ser xelaya avê. Erol diyar kir ku ew ê ji bo kampanyayê maseyên îmzeyan deynin û rêzeçalakiyên cuda li dar bixin.