Amazon bê daristan tên hiştin

  • 10:26 13 Sibat 2022
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Derket holê ku di meha Çileyê de hejmara darên ku li Amazona Brezîlyayê hatine birîn li gorî heman mehê ya par 5 qat zêdetir bûye.
 
Li Amazona Brezîlyayê, her ku diçe birîna daran zêdetir dibe. Li gor nûçeya BBC'yê, daneyên ajansa fezayê ya Brezîlyayê destnîşan kirin ku li Amazona welêt meha borî li gor heman mehê ya par birîna daran 5 qat zêdetir bû û ji sala 2015'an vir ve rêjeya herî bilind a birîna darên ku ji daristanê hatine birîn e.
 
7 caran ji Manhattan mezintir e
 
Hat diyarkirin ku di meha Çileyê de bi tevahî 430 kîlometre çargoşe, qada daristanan 7 qat ji Manhattan mezintir bûye.
 
Gelên xwecihî têdikoşin
 
Civakên xwecihî yên li Amazonê dijîn ji bo parastina daristanên xwe yên baranê û awayê jiyana xwe têdikoşin.
 
Ekolojîtan jî destnîşan kirin ku serokê Brezîlyayê Jair Bolsonaro destûr daye ku dar ji daristanê bên birîn.
 
Îdiaya  xizanî dê kêm bibe
 
Jair Bolsonaro parastina jîngehê ya herêmê qels kiribû û diyar kiribû ku ji bo kêmkirina xizaniyê divê hikûmet herêmê bi kar bîne.