Îhaleya ji bo neçîrkirina pezkoviyan hat îptalkirin

  • 11:40 2 Sibat 2022
  • Ekolojî
MERSÎN - Şûreya Dewletê, îhaleya ku Miduriyeta Herêma Heftemîn a Wezareta Daristan û Çandiniyê ji bo neçîrkirina 39 pezkofiyan kiribû, betal kir. 
 
Di sala 2021'ê de Miduriyeta Herêma Heftemîn a Wezareta Daristan û Çandiniyê, ji bo neçîrkirina 39 pezkofiyan îhaleyek çêkiribû. Baroya Mersînê, di 28'ê gulana 2021'an li dijî vê îhaleyê serî li 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Mersînê dabû û doza betalkirina îhaleyê vekiribû. 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Mersînê, ev serlêdana baroyê red kiribû  û destûra îhaleyê dabû. Li ser vê baroyê, biryara dadgehê li Şûreya Dewletê îtîraz kiribû. 13'emîn Daîreya Şûreya Dewletê, ev îtîraz nirxand. Daîreyê biryara betalkirina îhaleyê da.