Panoramaya 2021'ê: Li dijî qirkirina ekolojîk berxwedana salekê

  • 09:06 28 Kanûn 2021
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li bajarên herêmê û Tirkiyeyê û seranserê sala 2021’ê jiyana zindiyan hedef hat girtin û bi destê mirovan xweza hat talankirin, parêzvanên mafê jiyanê jî ji bo xwedî li xwezayê derkevin li her derê li berxwe dan.
 
Li seranserê cîhanê bi salane hilweşîna ekolojîk pêk tê û di 2021’ê de jî encamên ku şûnde venagerin derketin holê. Ji ber hilweşînên bi destê mirovan hatin kirin, lehî, erdhej, erozyon, hişkesalî, qirêjiya hewayê zêdebûna germahiyê, helîna cemedê û gelekên din pêk hatin. Li aliyê din jî di bin navê lêgerîna madenê de çiya, daristan hatin talankirin û ji bo erdên çandiniyê dar hatin birîn û gelek tiştên din ji bo bikin xizmeta kapîtalîzmê, hilweşînê di 2021’ê de berdewam kir û jiyana zindiyan hat tunekirin.
 
Seranserê salê ji ber sedemên hilweşînên ekolojîk yek ji welatên ku ev pêkanîn lê hatin kirin Tirkiye bû. Li aliyekî din jî di encama operasyonan de şewatên daristanan pêk hatin, li gel çeman Santralên Hîdroelektrîk (HES), Santralên Enerjiya Nukleerê hatin çêkirin. Parêzvanên mafê jiyanê seranserê salê di nava berxwedanê de bûn û bertekên xwe anîn ziman. Dîsa ji ber krîza avhewayê hilweşîna ekolojîk lez bû û di peymanên navneteweyî de dewletan peywirên xwe neanîn cih. Tirkiyeya ku Peymana Avhewayê ya Parîsê îmze kiriye jî , daristan ji îmarê re vekir û hat dîtin ku li gorî peymanê tev nagere.
Di seranserê salê de musîlajê serê Behra Marmarayê girt, çêkirina Santrala Nuklerê ya Akkuyu hat dewamkirin, qadên jiyana xwezayî yên aydê cemawerî dewrê şîrketên taybet hatin kirin, ji bo maden û santralên enerjiyê jî ÇED’ê rapora erênî da. Li bajarên peravê şewatê yên sedema wan nayên zanîn pêk hatin, nehiştin gel mudaxale bikin, li Şirnex, Bedlîs, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsîm, Muş û Amedê jî di encama operasyonên hatin kirin de şewat derket û gelê ku hewl da mudaxale bike jî, hatin gulebarankirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Yekîtiya Ekolojî Fusun Kayra  di alî ekolojîk de sala 2021’ê nirxand.
 
‘Têkoşîna esas divê ji herêman dest pê bike’
 
Fusunê destnîşan kir ku kapîtalîzma tê ferzkirin, xwe wek rastiya yekane pêşkêş dike û Peymana Avhewayê ya Parîsê jî wek COP26 ji îlluzyonekê pêk hatiye. Fusunê wiha dirêjî dayê: “Çalakiyên global ên li hember van peymanan girîng in, lê têkoşîna esas bi çalakiyên herêman dikare xurt bibe. Hilweşîna ekolojîk a îro em dijîn, mêtîngeriya îroyîn e. Lewra mêtîngerî jî komkujiya xwezayê ye. Wek me welatên sêyemîn ên cîhanê, bi hevkariya rêveberiyên welat bi hêsantirî ji talanê re tên vekirin. Ji bo me wateya erêkirina Peymana Avhewayê ya Parîsê tune ye. Armanc ev e ku piştgiriya nakît bi vê bê girtin. Bi guherînên din ên qanûnên daristanan şûnde, piştî şewatan qad ji rantê re vekirin.Tevgerên ekolojîk ji xwe vê dirûtiya dewletê dibîne. Em çawa derbasdarbûna hiqûq û edeletê li vî welatî lêpirsîn dikin, em dizanin ku peymanên hatine îmzekirin hukma wê ya qanûnî tune ye. Wek Peymana Stenbolê.”
 
‘Parêzvanên mafê jiyanê di hedefê de ne’
 
Fusunê her wiha destnîşan kir ku bi peymanên navneteweyî armanc dikin ku serhildanên mirovan ên li her derê cîhanê pêk tên biçewisînin û  pêvajoyên hiqûqî yên li herêman jî tên çewisandin û wiha dirêjî dayê: “Biryarên di alî hiqûqê de pêk tên ji aliyê dewlet û şîrketan ve pêk nayê û hilweşîna ekolojîk didome. Têkoşînên ekolojîk girîng in lê ger ku pêşî lê neyên girtin. Qadê parastinê yên têkoşîna ekolojîk, qadên ku muxalefeta civakî tevlî dibe ye. Dewleta ku di ferqa vê de ye û hêzên ewlehiyê bi aşkera ne li alî welatiyan li alî şîrketan cih digirin. Em di navîna mêtîngeriya avakirî ya navbera mirov û xwezayê de ne. Ji rojhilatê welat heta rojavayê wê ev qirkirin tê jiyîn. Li Payîzava cerdevanan gule reşandin ser gel, li Îkîzdereyê robokopan da pey jinan. Herêma Munzurê ya ku daristanên wê bi destê dewletê hatin şewitandin. Qadê bi bi şîdet û tehdîdê hewl hat dayîn bên şewitandin. Dibe ku li rojhilatê welat zext zêde bin lê ev li her derê welat belav dibe.
 
‘Em ê alîkariyê ji ekosîstemê fêr bibin’
 
Fusunê bi lêv kir ku qirkirina zayend û ekolojiyê çavkaniya wan heman e û  heta ku serdestiya mîlîtarîst a kapîtalîzma serdest a mêr neyê şikandin, serdestiyên din jî nikarin bên şikandin û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Darek dizane ku bi tena serê xwe nikare bibe daristan. Bi alîkariya hev bi têkiliya tê avakirin hem daristanê heyî dike û vê jî dizane. Alîkariya bi hev re têkiliyeke wekhev ava dike. Li dijî desthlatdariyê divê em formên ku bikaribin ligel hev li dijî vê bisekinin ava bikin. Di têkoşînên herêmî de jin li eniya pêşin û ez di wê baweriyêde me ku wê jin bikaribin vê ava bikin. Jin parastina qada jiyanê û parastina mafê jiyanê ligel hev dimeşînin. Dema jin herduyan winda bike tiştekî wan namîne. Ji ber vê jî bê tirs têdikoşin.”
 
Fusunê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Gotina wê jin cîhanê xilas bike, dîsa hemû bar dide ser milê jinan. Em armanc dikin ku cîhanê xilas bikin. Lê bêyî ku bi rûyê erdê re şer bikin, li riyên bi rûyê erdê re li hev bikin, digerin.”