Li Muglayê aktîvîsta ekolojiyê hat binçavkirin

  • 16:06 14 Mijdar 2021
  • Ekolojî
 
MUGLA - Aktîvîsta ekolojiyê Denîz Gumuşel ji ber ku Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê, bûye sponsora 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' a li Mîlasê bertek nîşan da, hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Mîlasê ya Muglayê di 'Festîvala Çinîna Zeytûnan' a 7'emîn de Denîzê ji ber bertek nîşanî daristanên Aklebenê yên Îkîzkoyê tên jêkirin daye, hat binçavkirin. Festîval ji aliyê Şaredarî û Qeymeqamtiya Mîlasê û gelek sazîyan ve  tê organîzekirin. Îsal Fîrmaya Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê jî tevlî organîzeya amadekirinê bûye. 
 
Gelê Îkîzkoyluyê bertek nîşanê vê bûyerê dan û gotin ew firmaya ku wê bibe sebebê jêkirina 35 hezar darên me yên zeytûnan bila nebin sponsora festîvala me. Denîz Gumuşel jî got ku ev dirûtî ye, fîrma bi salan e darên zeytûnan qetil dike. Piştre polîsan xwest Denizê ji qadê dûr bixe û êriş kirin. Denîzê li berxwe da lê demek şûnda ew ji qadê derxistin û binçav kirin.