Hevberdevka Partiya Keskan: Polîtîkayên avhewayê wê rê bide siyaseta cîhanê

  • 09:06 6 Mijdar 2021
  • Ekolojî
Nîşmiye Guler
 
STENBOL - Hevberdevka Partiya Keskan Emîne Ozkan da zanîn ku ji bo hilweşîna ekolojîk raweste ji bo jin, ekolojî, LGBT  û mafê zarokan divê hawirek demokratîk bê avakirin û got wê demên pêş de wê polîtîkayên avhewayê yên rê didin ber siyaseta Tirkiye û cîhanê hebin. Emîneyê deklerasyona HDP’ê jî wek pêngavek erênî nirxand.
 
Li cîhanê bikaranîna bermahiyên hişk, hilberîna kîmyewî û sotemeniyên fosîl karbonê belav dike û ji ber vê rê li ber texrîbata ekolojîk nayê girtin. Welatên kapîtalîst bi îdiaya ku vê texrîbatê daxin asta jêr Peymana Avhewayê ya Parîsê di 2015’an de ji îmzeyê re kir û Tirkiyeyê ev peyman di 2016’an de îmze kir, lê tevî vê di meha cotmehê de ji meclîsê derbas kir.  Hevberdevka Partiya Keskan Emîne Ozkan der barê polîtîkayên ekolojiyê ya Tirkiyeyê de axivî.
 
‘Divê li polîtîkayên dibin sedema krîza ekolojîk binêrin’
 
Emîneyê destnîşan kir ku divê mirov bala xwe bidin polîtîkayên dibin sedema krîzên ekolojîk a li Tirkiyeyê û wiha got: “AKP ji roja hatiye deshtilatdariyê, karasetên xwezayî tê jiyîn. Sedema vê jî polîtîkayên aborî, enerjî û pêşveberinê ye. Li Çiyayên Kaz, Îkîzdere ya Muglayê û Wanê hilweşîna erdnîgarî tê jiyîn. Kanên keviran tên vekirin daristan tên şewitandin, ruhsatê didin şîrketên madenê û ev jî xwezayê talan dike. Me ev di 2021’ê de baş dîtin. Li herêm Akdenîzê şewat li qadan belav bû. Me digot wê ev encam derkevin holê. Xweza Tirkiyeyê bi krîza ekolojîk û talanê re rû bi rû ye. Krîza avhewayê krîzek globale lê wleatên rojava yên sanayiya wan pêş ketiye ji vê bepirse. Divê kesên berpirsên vê krîzê baş bên diyarkirin û bi awayekî edeletî berpirsyarî bê dayîn.”
 
‘Têr nebe jî pêngavek erêniye’
 
Emîneyê balkişand ser erêkirina peymana Parîsê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve û got peyman berpirsyariyên cuda dide welatan û got: “Îmzekirina peymanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve têr neke jî pêngavek erêni ye. Tirkiyeyê 6 sal bû peyman îmze kiribû lê meha borî ji meclîsê debas kir. Li her derê rejîma avhewayê ya her diçe bilind dibe tê qebûlkirin, hemû welat polîtîkayên xwe vediguherin perspektîfek kes. Lê Tirkiyeyê berxwe dida. Hincet jî, welatê pêşketî nîşan dida. Tirkiye di belavbûna emîsyona karbonê de di rêza 15-16’an de ye. Ji ber vê di mijara têkoşîna bi krîza avhewayê re berpirsyariya wê heye. Tirkiyeyê 6 sal şûnde peyman erê kir û di vir de rola aktîvîstên avhewayê heye. Îmzekirina peymanê erêniye. Lê Erdogan dema ev peyman dihat erêkirin, xala ku dibû sedema qirêjiyê erê kir."
 
‘Wekhev nêzî herêman nabin' 
 
Emîneyê, destnîşan kir ku krîz bandorê li erdnegariyê dike û wiha bi lêv kir: "Nûçeyên wekê ku Tirkiyeyê ji bankaya cîhanê 3,1 mîlyon Euro alîkarî girtiye derketin. Di pêvajoya erêkirina peymana Parîsê de, alîkariyên hatin girtin bi bandor bûn. Li gorî wan bela sedem ev peyman erê nekirin. Li çar alî cîhanê talan didome. Di navbera bertekên li dijî şewata li Dêrsîm û Muglayê cudahî heye. Di alîkariya ku çû Behra Reş û Wanê ku lehî lê rabibûn de cudahî heye. Wekhev nêzî herêman nabin. Lê krîz wekhev bandor li erdnîgariyandike.”
 
‘Peyman bi tena serê xwe têr nake’
 
Emîneyê daxuyakirin ku peyman dibêje ku divê xweza neyê talankirin û wiha nirxandin kir: “Peyman erêniye lê bi tena serê xwe têr nake. Ji bo hilweşîn bê rawestandin divê pergala siyasî biguhere. Di pergala serokatiyê de bi gotina kesekî her tişt bi rêve diçe. Rewşa aborî jî li holê ye.  Demokratî her diçe qels dibe, zext her diçe zêde dibin. Dema pêş de divê siyasetek baş bê kirin.  Ji bo pêşî li hilweşînan bê girtin divê hawireke demokratîk ya ji bo jin, zarok, LGBT û ekolojiyê bê avakirin.”
 
‘Deklerasyona HDP’ê girîng e’
 
Emîneyê, diyar kir ku deklerasyona HDP’ê aşkerakiriye ji bo avakirina pir siyasetbûnê watedare û wih dawî li axaftina xwe anî: "Îfadeyên di deklerasyonê de derdixe holê ku HDP di qada siyasî de çareseriyan hildiberîne. Peymanên girîng dihewîne. Em xebatên ekolojîk yên HDP’ê ji nêz ve dişopînin. Me bi dirûşmeya ‘Malên me dişewitîn û em hatin vê şewatê bitemirînin’ Partiya Keskan ava kir. Pêvajoya avakirina fermî hîna didome. Ji bo em negihêjin armanca xwe astengî tên avakirin. Pêvajoya pêş me krîtîke. Divê êdî hemû polîtîka girêdayê krîza avhewayê û xalên rojeva sereke ya siyasetê girêdayê krîza avhewayê bin.”