'Dixwazin bi hilweşandina ekolojîk û agir herêmê bê mirov bihêlin'

  • 16:58 29 Cotmeh 2021
  • Ekolojî
 
DÊRSIM - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê  Ayşe Acar Başaran a di panela ekolojiyê ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Dêrsimê de axivî wiha got:"Dixwazin bi hilweşandina ekolojîk û agir herêmê bê mirov bihêlin. Ev rewşa şer radixîne pêş çavan."
 
Meclisa Jinan a HDP'ê, li Eywana Konferansê ya Şaredariyê Dersimê bi sernavê "Li Dersimê jin ekolojiyê diaxivin" panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl kir de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere weke axaftvan beşdar bûn. Gelek jin beşdarî panelê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl ku vekirina panelê kir, destnîşan kir ku pirsgirêka ekolojiyê û jinê pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê ne û wiha got: "Li Tirkiyeyê qetilkirina jinan û talankirina xwezayê didome. Desthilata ji vê qetilkirin û talankirinê re çareseriyê nabîne. 
 
'Daxwaza me azadiya jinê û jiyana ekolojîk e'
 
Nûrşat, piştî ku axaftina xwe bi dawî kir mafê axaftinê da Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere. Menekşe diyar kir ku têgehên ekolojî û jinê derbasî nav hev bûne û wiha got: "Pirsgirêka jin û ekolojiiyê "Bihevrebûna polîtîk" e û di paradîgmaya sereke ya partiyan de cih digire. Daxwaza me azadiya jinê û jiyana ekolojîk e. Pirsgirêka ekolojiyê bandorê li jiyana herkesî dike. Bi polîtîkayên desthilatê re krîza avhewayê jî di 20 salên dawîn de dijwartir bûye. Hemû hebûnên ekolojîk weke çavkaniya aborî tên dîtin û bi rengekî pêşkêşî sermayeyê tên kirin. 
 
'Tê xwestin ku mirov ji xwazaya xwe bên dûrxistin'
 
Pişte Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku armanca pergalê tunekirina tiştê aîdî gel  û ev tişt anîn ziman: "Li herêmê talankirina xwezayê perçeyekî şerê pergalê ye. Gelek aliyên şewatên Dersimê hene. Ji vana armanca yekemîn bêmirovkirina herêmê ye. Bi vê tê xwestin mirovan bikişînin nav pergalê. Tê xwestin ku mirov ji xwazaya xwe bên dûrxistin. Bi vî awayî em ji her cure êrişî re hedef tên nîşandan. Li Dersimê polîtîkayên taybet tên meşandin. Bawerî di navenda van polîtîkayan de ye. Di bin navê turîzmê de êriş li navendên çandê tê kirin. Qadên baweriyê ne qadên qezenca turîstîk û aborî ne. Lê niha Avzêmên Mûnzûrê bi rengî tên dîzaynkirin. Hewl tê dayîn ku hemû navendên baweriyê bi vî awayî bên dîzaynkirin û pîroziya wan bê tunekirin."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.