Qirkirina xwezayê berdewam dike

  • 09:05 30 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
AMED - Li Tirkiyeyê û li herêmê qirkirina xwezayê berdewam dike û desthilatdariya ku nema kare li ser piyan bimîne bi qirkirin û talankirina xwezayê hewl dide li ser piyan bimîne. Li Licê şewata ku berî bi du rojan derket her ku diçe belav dibe. 
 
Desthilatdariya AKP -MHP'ê ku rewşa wê di xeterê de ye û bi zor û zilma dike dixwaze xwe li ser piyan bihêle, xwezaya Tirkiyeyê û bi taybetî jî ya Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. Li aliyê Tirkiyeyê xweza bi hevkariya îqtîdarê ji aliyê sermeyedaran ve wekî qada rantê tê bikaranîn û tunekirin. Li herêma me jî ji ber ku îqtîdarê bi qirkirinên li ser kurdan pêk tîne dixwaze xwe li ser piyan bihêle xweza  ji bo xwe kiriye armanc û her roj li cihekî bi hinceta operasiyonan, çêkirina rê, qereqol, kelehkol û her wekî din li herêmê xwezayê qir dike û cihên dîrokî ku nasnameya herêmê ne di bin bendavan de dihêle. Ji van cihên ku qirkirina xwezayê lê qet bi dawî nabe û di hefefa hikûmetê de ye yek jî herêma Licêya Amedê ye ku bê navber tê şewitandin.
 
‘Helwesta desthîlatdarê wek metafora pazilê ye’
 
Di sala 2019’an de li gorî daneyên  fermî ya Wezareta Çandinî û Daristanan, bi gelemperî li Tirkiyeyê 5 hezar 469 hektar qadên daristanan zirar dîtin û hatin şewitandin. Dîsa di sala 2019’an de gava ku me li xebatên hikûmetê yên ji bo daristanan nerî di rastiyê de em tunekirina daristanan dît. Li Tirkiyeya ku di hemû qadan de alozî heye. Ev alozî di mijara daristanan de jî xwe dîde der. Şitlên daran tên çandin li aliyê din jî daristan tên şewitandin. Vê helwestê em dikarin wek metafora pazilê bi nav bikin.  Her wiha gava ku me li sedemên tune kirina daristanan nerî, her çend ku wekî şexsî bê diyarkirin jî di eslê xwe de bi zanebûn û ji bo dest ranê tê kirin.
 
‘Bi sedan donim hat tunekirin’
 
Îsal jî şewata daristanan li aliyê Tirkiyeyê bi Mugla û Kutahya re dest pê kir û piştre bi şewata ku li Marmarîs û Entalyayê derket bi sedan donim qadên daristanê hatin tunekirin. Şewata ku li bakurê Kurdistanê jî li herêma Omeryanê di11’ê Hezîranê de dest pêkir, bi bandora bayê bi rojan berdewam kir. Li Artukluyê Qesra Ahmedê, Qurdîsê û Dara, li Nesebînê jî Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso, li Mehsertêyê taxên Yestê û Rişvanê li cihên bejahî şewat derketibû û piştre mudaxeleya welatiyan hat vemirandin. Bi wî awayî bi sedan donim qadên daristanê şewitîn û bûn xwelî.
 
‘Mudaxele li şewatê nayê kirin’
 
Li Kurdistanê jî bi hinceta çêkirina qarakol, kelehkol û operasyonên leşkêrî her sal bi sedan hektar qadên daristanê tên şewitan. Li Şirnexê çiyayê Cudî û li sînorên navçeya Sîlopiyê dîsa şewat derketibû. Ji ber ku li derdora kelehkolê bû mudaxile nehatibû kirin. Her wiha dîsa li Şirnexê li çiyayên Gabarê ji ber encama operasyonên leşkerî agir li çiyê derketibû. Heman rewş li navçeya Pasûrê ya Amedê jî pêk hatibû. Welatî gazî agirkûjê ya girêdyî qayûmê ye kiribûn lê mudexaliyek nehatibû kirin. Ji ber vê sedemê welatiyan li gorî derfetên xwe hewil dabûn ku şewatê vemirînin.
 
Li Licê şewat
 
Herwiha herî dawî berî bi du rojan serê sibê li gundên Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên girêdayî navçeya Licê