Berxwedana çaryeka sedsalê fikra bûye gerdûnî (9)

  • 09:06 22 Kanûn 2023
  • Dosya
 
Pirsgirêka Kurd û Çarseriya Netewa Demokratîk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan geşedanên girîng ên li Kurdistanê tên jiyîn, pirsgirêk û riyên çarseriyê û piştgiriya Şoreşa Kurdistanê ya ji bo gerdunê di pirtûka xwe ya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk- Parastina Kurdên di bin lepê Qirkirinê de" digire dest.
 
Di 10’ê cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendên cîhanê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin. Kampanya ji wê dîrokê heta niha bi tevlibûnên nû didome. Li gelek deverên cîhanê çalakî û bername tên kirin.
Li seranserê cîhanê jin, rewşenbîr, siyasetmedar, akademisyen, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas û gelek alî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û ev jî girêdayê paradîgma û fikrên Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê pêş xistiye.
 
Encama parêzname û nivîsên Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê nivîsiye, çarserî û pêvajoya dîrokî ya pirsgisrêka kurd ya îro navneteweyî bûye dihewîne. Pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk- Parastina Kurdên di bin lepê Qirkirinêde" ji 7 beşan pêk tê û rê û rêbazên çareseriyê datîne holê ji krîzên herêmî re pêşniyarên çareseriyê datîne holê.
 
Venasîna pirsgirêka kurd
 
Abdullah Ocalan di beşa têketinê de venasîna pirsgirêka kurd û ev di çîroka jiyan axwe de çawa jiyaye vedibêje. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Venasîna pirsgirêka kurd ligel xweserbûna herêmê ji ber gerduniye, pir zehmete. Pirsgirêka kurd ji bo min temenê biçûkatiyê de dema diçûm dibistana seretayî ya gundê Cîbîn ku 5 kîlometre dûr bû dest pê kir. Pirsgirêk ji yên fîzîkî wêdetir çandî bûn. Tirkî zimanekî biyanî bû. Min xwe biçûk dît û ez ji zimanê xwe bi awayekî bêdeng dûr ketim. Bawerim min ev nîşanê malbatê jî da û min hewl da hesabê vê ji malbatê bipirsim. Hîna tê bîra min. Min civikên dora mirişkê nîşanê dayika xwe da û got; ‘Çiqas mafê mirişkê li ser civikên wê heye ya te jî evqas li ser min heye’. Min lihevkirina civik û mirişkan wisa bi dayika xwe dabû hîskirin. Min naqokiya navbera Kurdî û Tirkî di esasê de vegotibû. Kurdbûn ji bo kêmasiyek bû. Me xwe biçûk didît.”
 
Parastina du alî
 
Mekanîzmayên parastinê du alî ava dike. Xwe li ola ku çanda kevneşopiyê temsîl dike pêcan û dema xwendekarên dibistana seretayî bûm min meletî dikir. Ev helwesta min heta dawiya lîseyê berdewam kir. Oldarbûna min xweser û balkêş bû. Min nêzî sî sureyên Kuranê ji ber dizanibû. Ev ji bo min wek çeka parastinê bû. Çeka min ya duyemîn jî ev bû; Li dijî kompleksa ku biçûk neyêm dîtim di tim di polê de bibim yekem. Heta dawiya zanîngehê min tu car ji vê tavîz neda. Ev mekanîzma min ya bertekî û parastinê bû. Min dixwest vê bikim: Min dixwest ez nîşan bidim ku hêsan teslîm nabim. Ev her tim wisa bû û bi ser ketim. Di pola dawî ya lîseyê de ji sofitiya îslamî dûr ketim û bi pirtûka alfebeya sosyalîzmê ketim teşeyekî din. Guherîn di dîtbarî de bû. Hewaya min ya mumînî didomiya. 1970’ê de li cîhan û Tirkiyeyê gavên guherîna mezin hebûn. Cudahiya li ser min retorik bû. Kurdbûn divê ji xwe şerm nekiriba û netirsiya. Hewayê ev ferz dikir. Min jî wisa kir. Tevî tirsa min hebû jî bi netewperestiya kurd re hatim gel hev û vê pêvajoyek watedar dida destpêkirin. Ez ji komken bil ez pêş diketin tatmin nebû. Min koma serbixwe ava kir. Piştre PKK û piştre ji tecrubeyên ARGK û ERNKE dermas bûm. Herî dawî min bi KCK’ê pêvajo rojevî kir. Ji zarokatiya min heta niha ev maratona 50 saliye.
 
Têgeh û rêbazên di esasa kurd û Kurdistanê de nirxandin
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku di beşa yekemîn de têgeh û rêbazan di esasa kurd û Kurdistanê de giştî û şênber digire dest û wiha dibêje: “Çand, şaristanî, hegemonya, desthilatdarî, polîtîka, çînî, netew, binpêkirin, asîmîlasyon û qirkirin, di şertên modernîteya kapîtalîzmê de delwet, civak, demokrasî û sosyalîzm hat şîrovekirin û hewl hat dayîn bê venasîn. Dema ev hatin kirin jî rastiya civakî li ber çavan hat girtin. Min rastiya Kurd û pirsgirêka kurd hêsan kir û rojevî kir. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de yên herî zêhmetî derxistin têkiliya bi pergala hegemonîk re bû. Têgehên esas yên di çareseriyê de tên bikaranîn, hewce heye bê bandorkirin. Di esasa hemû têgehan de dewlet û civak ya rolek girîng dilîze, di esasa zanistî de venasîn girîng e.”
 
Rastiya kurd
 
Abdullah Ocalan di beşa duyemîn de bi piştgiriya çarçoveya têgeh û rêbazan de rastiya kurd û pirsgirêka kurd bi nêzîkatiyeke xweser û şênber pêşxistinê armanc dike. Abdullah Ocalan der barê vê de wiha dibêje: “Pirsgirêka kurd heta di esasa şertên hundir û derve de bi şênberî neyê çarserkirin wê çareseriyek xurt pêk neyên. Kurd di alî têgehên çand û şaristaniyê de venasîn gelek girîng e. Ev nêzîkarî ji bo gelên din jî pêwist e. Bi taybet di alî çandî û dîrokî de cihê kurdan şopandin rêbazek girîng e. Bi cihê jeostratejîk û aşîrî li dijî asîmîlasyon û qirkirinê xwe parastin têkiliyek xurt derdixeholê. Di giranbûna pirsgirêka kurd de hegemonya kapîtalîst rolek girîng lîstiye. Heta berjewendiyên modernîteya kapîtalîst neyên çareserkirin ev pirsgirêka ku giran bûye jî nikare bê fêmkirin.”
 
Têkiliya tevgera netewaya Kurd û netew dewletê
 
Abdullah Ocalan Ocalan di beşa sêyemîn de têkiliya tevgera netewa kurd û netew-dewletê dinirxîne û der barê vê de van tespitan dike: “Di giranbûna pirsgirêka kurd de têkiliya netew-dewlet netewa kurd rolek girîng dilîze û divê ev têkilî baş bê nirxandin. Hebûna neteweya kurd divê li dijî netew-dewletê baş bê fêmkirin. Wekê ku rêgezeke teqez divê hebe, wek nexweşiyekê di neçareseriyê de giran bûye. Welatên Ewropayê nav xwe de pêkanînên federalist demokratîk pêş xistine û ji bo pirsgirêka Kurd pakêtek çareseriyê ya dewlemend pêşkêş dikin; tevî ferzbûna netewe-dewletê. Têgehên xweseriya demokrastîk û siyaseta demokratîk divê rast bên venasîn. Pirsgirêka kurd li Rojhilata navîn wek qada berjewendiyê a hêzên hegemonîk tê dîtin.  Ji bo pêşketina demokratîzmê ya li Rojhilata Navîn û çareseriya demokratîk a pirsgirêkan esas girîng di tecrubeyqa çareseriya demokratîk a Kurdistanê de derbas dibe. Çareseriya Kurdistana demokratîk wê çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn bixwe re bîne.
 
Nirxandina PKK’ê
 
Abdullah ocalan di beşa çaran, pêncan û şeşan a pirtûkê de PKK’ê dinirxîne û wiha dibêje: “PKK ya ku gihiştiye asta çareserkirina rojane, xwedî rolek girîng û krîtîke. Hem ji bo fêmkirina pirsgirêka kurd hem jî ji bo nêzîkatiyên netewe-dewletê bê çareserkirin PKK pêşketineke girîng a dîrokiye û di alî hêzên siyasî û dewletan ên Rojhilata Navîn de  ferz e. Modela xweseriya demokratîk ya di şênberiya KCK’ê ya PKK’ê de pêş ketiye ne tenê jib o Kurdan û pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakan girîng e.
 
Abdullah Ocalan di beşa 7’an de jî  cihê pirsirêka Kurd ya li seranserê Rojhilata Navîn  û her weiha vê pirsgirêkê bi hemû pêşketinên li herêmê digire dest û derfetên çarseriyê yên modernîteya demokatîk dinirxîne. Abdullah Ocalan li dijî kaosa li herêmê hêza çareseriyê ya modernîta demokratîk derdixe holê.
 
Di beşa encamê de jî Şoreşa Kurdistanê ku piştgiriya dide gerdunê dinirxîne û encamên global û herêmî di çarçoveya du modernîteyên cuda de dinirxîne.
 
Di beşa encamê de jî Şoreşa Kurdistanê ku piştgiriya dide gerdunê dinirxîne û encamên global û herêmî di çarçoveya du modernîteyên cuda de dinirxîne.

Etîketan:

Abdullah Ocalan