Berxwedana çaryeka sedsalê fikra bûye gerdûnî (7)

  • 09:12 20 Kanûn 2023
  • Dosya
 
Sosyolojiya azadiyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de meşa civakî û dîrokî ya di pergala şaristaniya demokratîk de zêde azad dibe, jiyana di hîmên rast de çawa xweşik û baş tê jiyîn nîşan dide. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û di pêvajoyê de bi hezaran rûpel nirxandin kir û wek pirtûk hatin çapkirin. Abdullah Ocalan pêvajoya Îmraliyê ku ji bo xwe wek ‘vejîna sêyemîn’ vedinasîne, wek şoreşa zîhniyetek mezin digire dest. Nirxandinên Abdullah Ocalan îro li gelek deverên cîhanê tên nîqaşkirin û qebûlkirin.
 
Yek ji pirtûkên Abdullah Ocalan "Sosyolojiya Azadiyê" ya ku li Îmraliyê nivîsiye. Abdullah Ocalan fikra pirtûkê wek ‘meşa civakî û dîrokî ya di pergala şaristaniya demokratîk de zêde azad bibe, jiyana di hîmên rast de çawa xweşik û baş tê jiyîn nîşan dide’ digire dest û kakila 11 beşên pirtûkê datîne holê.
 
Parçebûna di zanistê de 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku piştî pêşgotin û beşa têketinê wê hinek pirsgirêkên rêbazê bên nîqaşkirin û diyar dike ku parçebûna di zanistan de tê wateya krîza di zanistê de û ev girêdayê krîza pergalê ye. Abdullah Ocalan di berdewamiyê de wiha dibêje: “Mijara din a rêbazê, xwezayên cuda, bi taybet cudabûna xweza civakê wê bê vegotin. Nêzîkatiya li hember veguhertina xwezayê, heman demê de wê bi pirsgirêka jinê re bê nirxandin.Wê bi îhtiyat nêzî kirde-nesneyê bibin û pirsgirêk û çareserî bên nîqaşkirin. Têkiliya bi sermaye re wê bê nîşandan. Her wiha ji nûve şîrovekirina rêbaza diyalektîkê ferz e. Zelalkirina têgehên rêbazî wê mijarên din hêsan bike. Mijara rêbazê wek beşeke din vegotin hewce hat dîtin.”
 
Pirsgirêka azadiyê
 
Abdullah Ocalan sernavê ‘pirsgirsêka azadiyê’ ya beşa çaran dinirxîne û wiha nirxandina xwe dike: “Ji ber pergala şaristaniya demokratîk ji nêz ve girêdayî azadiyê ye, ronîkirina mijarê girîng e. Serdestiya pergala şaristaniya navendî, karekterê azadixwaz a şaristaniya demokratîk ferz dike. Di vê beşê de wê têkiliya wekheviyê ya bi azadiyê re bê çareserkirin. Ya girîng têgeha wekheviyê di esasê de bê şîrovekirin. Têgehên azadî û wekheviyê, di zanistên civakî de rê li ber prisgirêkên girîng vekirin û gelek girîng e ku ji nû ve bê şîrovekirin.”
 
Rexneya hiş
 
Abdullah Ocalan di beşa pêncan de jî diyar dike ku rexneya hiş a di cureya mirovahiyê de kiriye mijar û wiha dibêje: “Dema hişê civakî tê venasîn, wê teorîk-pratîk, aliyên hestî yên analîtîk bên ronîkirin. Bikaranîna hiş a pergalên cîhanê wê rê li ber çi vebike? Sirên hiş ên alava çareserî û pirsan heye? Em çawa dikarin Emmanuel Kant rovejî bikin? ”
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku di beşa şeşan de Pêşketina Vejîna Pirsgirêka Civakî wê bê nirxandin û di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Di pêvajoyên dîrokî de wê bê şopandin ku pergala şaristaniya navendî çavkaniya pirsgirêkê ye. Giranbûna pirsgirêkan girêdayê pergalê ye. Ji ber vê jî sermaye û desthilatdarî pirsgirêk bixwe ne.”
 
Pergala şaristaniya demokratîk
 
Abdullah Ocalan der barê beşa heftan de wiha dibêje: “Di beşa heftan de wek alava çareseriya pirsgirêkan pergala şaristaniya demokratîk tê pêşniyarkirin. Dîrok wek dîroka acivakî teşekirina ji nû ve kîjan wateyan bi xwe re dihewîne? ” Abdullah Ocalan di beşa heyştan de jî  berdewama heftan wiha dibêje: “Wek berdewama beşa heftan di ya heyştan de jî li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk tê venasîn.”
 
Abdullah Ocalan bersiva pirsên ‘Peywirên ji nûve avakirinê çine? Astengî û derfet çine?’ dide. Abdullah Ocalan di beşa 11’an de yanî di beşa encamê de wiha dibêje: “Di vê beşê de bilançoya ceribandinan tê derxistin. Dîrok ne di xeteke rast a qederê de dimeşe ne jî bi tena serê we ber bi armancê ve diçe. Ne bi tena serê xwe çavkaniya nebaşiyê ne jî ya başiyê ye. Em cîhana xwe fêm bikin û jiyana xweş tercih bikin.”