Berxwedana çaryeka serdsalê fikra bûye gerdunî (3)

  • 09:06 16 Kanûn 2023
  • Dosya
 
Parastina mirovê azad
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê ‘Parastina mirovê azad’ de ya pêşkêşî dadgeha Atînayê kir de, derbarê komploya navneteweyî û çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxnadinên girîng dike.
 
Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin bi nirxandinên xwe şîroveyek nû anî dîrokê, civakê û şaristaniyan. Nirxandinên Abdullah Ocalan li gelek deverê cîhanê eleqeyek mezin dibînin û li gelek zanîngehên welatên cuda dibin mijara nirxandinê.
 
Yek ji pirtûka Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê nivîsiye ‘Parastina mirovê azad’e û der barê doza li Yewnanîstanê hatiye dîtin de hatiye nivîsin.
 
5 beş
 
Pirtûk ji 5 beşan pêk tê. Beşa yekemîn ‘Macerraya Ewropayê û dawiya demekê’, beşa duyemîn ‘Şaristaniya Helen têkiliya Kurd û Tirkan’, beşa sêyemîn ‘hinek nezîkariyên siyasî û felsefî yên di hawira komplyê de’, beşa çaremin ‘Komploya Atînayê hiqûq ji derve hiştiye û pêk aniye’, beşa pêncan ‘di krîza Kurd e berbi çareseriyê an jî bersiva komployê’ tê nirxandin.
 
Abdullah Ocalan di têkketina parêznameyê de li dijî îdianameya dozger amade kiriye bang li ‘Endamên jurî û dadgeriyê a dadgeha sondxwarî ya Atînayê’  dike û nokteyên girîng digire dest. 
 
Nêzîkatiya mafê mirovan tune dihesibîne...
 
Abdullah Ocalan der barê îdianameyê de dibêje: “Di îdianameya der barê şexsê min de hatiye amadekirin, lîderê siyasî yê mafê ketina wî ya komara Helen tuneye  ketiye welat, bi fikar hatiye dîtin û ev wek xerabûna aştî û dostaniya navbera Tirkiyeyê de hatiye nirxandin. Der barê vê de tê xwestin kanûna ceza hiqûqa navneteweyî pêk bê. Ev nêzîkatiya dozger pir teng û mafê mirovan tune hesibîne.”
 
Veşartina komplo û îxanetê
 
Abdullah Ocalan vê nêzîkatiya dozger wek hewldana veşartina îxanetê  û komploya navneteweyî dinirxîne û wiha vedibêje: “Ya herî xerab jî di şexsê min de rastiya Gelê Kurd îradeya Gelê Kurd ji nedîtî ve tê û mafê mirovan yê herî demokratîk di asta herî kêm de jî negirtine ber çavan. Ev nêzîkatiyeke çînî û etnîsîte ya serdets ya şoven û çavsor e. Her wiha ev li idjî hiqûqa Yekitiya Ewropayê ye jî. Ew dibêjin wê bi veşartina vê îxaneta mezin, vê bê wate û ne girîng bihêlin.”
 
Berpisyariya li hember mirovahiyê bicih anîn
 
Abdullah Ocalan di beşa têketinê de ku bang li dadgehê dike, esasa nêzîkatiya xwe jî  wiha îfade dike: “Di şertên zehmet û bê derfet de, ez parêznameya xwe di alî dîrokî, felsefe û zanistî de digirim dest û vê wek peywir dibînim. Ji bo şexsê xwe zêde tiştekî naxwazim û ez ê berisyariya xwe ya li dijî mirovahiyê bînim cih. Bawer dikim ku wê ev nêzîkatî darizandinê ji şerma sedsala 20’an xilas bike.”
 
Derketina Ewropa
 
Abdullah Ocalan piştî 9’ê Cotmeha 1998’an şûnde ku derketibû Ewropayê jî wiha diyar dike: “di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji ser Atînayê min xwest derbasî Ewropayê bibim. Di esdasê de  nêrîna paradîgma modernîst di şexsê min de îflas kiribû. Tevî hemû hewldanên veguhertinê, derketina Ewropayê hat ferzkirin. Ev rastî di aliyekî de jî îtîrafa bêbaweriya bi hêza xweser bû. Dîrok, dem û cih tarîtiyek îfade dikir.”
 
Li Rojhilata Navîn hewl dana 20 salan
 
Abdullah Ocalan der barê xebatên navbrea 1979-1999’an yên li Rojhilata Navîn kiriye de jî nirxandinên girîng dike û dyar kir ku tevî hewldanên wî yên girîng, çareseriyek mayînde pêk nehatiye.
 
2 rê
 
Abdullah Ocalan wiha nirxandinê dike: “Li pêş du rê hebûn. Yek berê xwe dayîna şerê li çiya derfetek bû. Lê vê hêviya çarseriyê kor dikir. Berê xwe dayîna çiyan belkî di alî taktik teknîk de sererastkirin pêk bianiya. Lê çareserî bi guman bû. Min hîn bêtir b hêza xwe ya entelektuel bawer dikir û got divê ez rola xwe ya dîrokî wisa bilîzim û min çavkaniya îlhamê dihewand. Li şûna bi rijandina xwînê çareserkirina pirsgirêkê min xwes wisa bibim bersiv. Ev çûyîn û hatina min navbera van her du aliyan de bû.  Lêgerîna ji ser Ewropayê dihat ferzkirin. Ez bibû du parçe. Di encamê de ji ser Atînayê derfet dan min.”
 
Vejînek ji nûve
 
Maceraya çavsor ya ji Atîna, Moskov, Roma û dîsa Atîne û bi Kenya-Naîrobî encam bû, ez ji nûve bi vejîneke nû re anîm rû hev. Liv ir parastina hewldan, niyeta xwe wek şexs zêde wateyê îfde nake. Encama derketiye holê: tenê ne înfazeke jî, çarmixkirine. Wek destpêkê de min got, divê hema sûc li rêveberiya Tirkiyeyê neyê baerkirin, rola ku pergala cîhanê li Tirkiyeyê bar kiriye û çarçoveya dîrokî nenirxandin wê hêzên koployê bide veşartin. Di parêznameyên min yên ji bo DMME’ê de jî min ev pergala cîhanê vegot. 
 
Xurtkirina lêgerîna demokrasiya gelan
 
Rêbaza çarmixkirinê, zêde neşdişibiya serdemên mitolojik an jî klasîk. Li dijî pergala cîhanê ya kapîtalîst, divê lêgerîna demokrasiya global bihata xurtkirin û çarseriya pirsgirêka Kurd bihata destxistin. Bi taybet pêvajoya girtina min ya Îmraliyê, ne tenê ji bo şexsê min û gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê riya çareseriyê ye.”