Berxwedana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (6)

  • 09:07 15 Îlon 2023
  • Dosya
 
Em Jînayê ji bîr nakin !
 
AMED - Di ser qetilkirina Jîna Emînî de salek derbas bû. Jinan berxwedana piştî vê hat destpêkirin nirxandin û diyar kirin ku ew Jînayê nadin jibîrkirin û wê têkoşîna jinê mezin bikin. 
 
Di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê jina Kurd Jîna Emînî (22) ji aliyê polîsên axlaqê yên rejîmê ve hat qetilkirin. Di ser bûyerê re salek derbas bû. Piştî bûyerê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kirin û demek kurt çalakî her çûn mezin bûn. Jinan û gelan tevî hemû zext, girtin û qetilkirinê, qad terk nekirin. 
 
 Di salvegera qetilkirina Jînayê de jinan zextên sîstematik ên li ser jinan û têkoşîna azadiyê nirxandin. 
 
‘Tundî, encama berxwedana tê dayîn nîşan dide’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zulfiye Kişmîr, diyar kir ku dewleta Îranê li ber çavê hemû cîhanê hema hema her roj jinan qetil dike darve dike. Zulfiyeyê wiha anî ziman: “Jîna Emînî bi destê dewleta Îranê hat qetilkirin. Hemû cîhanê ev dît. Ev bûyer her roj tên jiyîn. Ne tenê Jîna Emînî, gelek jin ji ber cil û bergan ji ber gotinên kirine, ji ber çalakiyên tevlibûnê tên qetiikirin. Piştî Jînayê di şexsê hemû jin û gelan de bertekek derket holê. Hîna li Îranê kuştinên jinan didomin. Di serî de jinên cîhanê divê hemû civak li dijî vê çavsoriyê bertek nîşan bidin.”
 
‘Divê hemû jin xwedî li Jîna Emînî derkevin’
 
Zulfiyeyê daxuyakirin ku malbata Jînayê jî di berxwedanê de cih girtiye û wiha bi lêv kir: “Dewlet ji bo xwe mafdar derbixe malbatê tehdîd dike û naxwaze malbat pêşengiyê bike. Lê divê heta dawî têkoşîn bê dayîn. Divê ne tenê malbat hemû jinên Kurd bi awayekî xurt xwedî li Jîna Emînî derkevin.”
 
Êrişa li dijî destkeftiyên jinan 
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku beriya Jîna bê qetilkirin li Rojhilat û hemû Kurdistanê li dijî destkeftiyên jinan êrîş hebûne. Bêrîtanê wiha dirêjî dayê: "Di demke ku têkoşîna jinan li Rojava xitimî bû de têkoşîna jinan hat bilindkirin û ev têkoşîn li hemû cîhanê hat bihîstin. Nûneriya jinan a li Rojava têkoşîna hemû jinên cîhanê xurt kir. Li Rojhilat û Îranê jî ji 1979’an heta zextên sîstematik li ser jinan hebûn. Di sala 2006’an de polîsên exlaqê kirin dewrê û zext gihiştin asta jor. Polîsên exlaqê sedema serhildanê ye. Ev polîs li ser jinan zextan pêk tînin û hewl didin qada jiyanê li jinan tune bikin."
 
‘Ji bilî çavtirsandinê riyek wan a din tune ye’
 
Bêrîtanê daxuyakirin ku şîara ‘jin jiyan azadî’ cesaret daye jinan û ev ji bo dewleta Îranê tehdîdek mezin ava dike û wiha bi lêv kir: “Dewleta Îranê ji ber ji jinan ditirse qetil dike. Rejîmên ji têkçûnê û hilweşandinê ditirsin êrîşî gelan dikin. Ji bilî tirsandinê riyek wan a din tune ye. Çalakiyên piştî Jînayê dest pê kirine hîna didomin. Protesto kêm nebûne. Tenê jinek jî bimîne wê têkoşîn bidome. Abdullah Ocalan dibêje ‘ hêza serkeftina çalakiyên civakî girêdayê heqîqetê ye. Yên heqîqetê hildigirin jin in. Me hêzeke mezin a heqîqetê girtiye pişt xwe û em her roj li qadan tevî êrîşan têdikoşin.”
 
‘Rêxistinbûna jinê hewcedarî ye’
 
Bêrîtanê di dawiya xafatina xwe de bi lêv kir ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê deng daye û got ‘jin jiyan azadî’ felsefe ye, paradîgma ye, ji ber vê jî ev hêza jiyanê ya hebûna jinan e. Bêrîtanê her wiha got rêxistinbûna jinê hewcedariya jiyanî ye.
 
‘Dewleta Îranê ewil jin hedef girt’
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban jî destnîşan kir ku di şexsê Jîna Emînî de hemû kesên di berxwedana Rojhilat de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Berxwedana piştî Jîna dest pê kir li hemû cîhanê belav bû. Jîna jinek Kurd bû.  Dewleta Îranê bi hovîtiyek mezin qetil kir. Di bin navê olê de jinan qetil dikin. Dixwazin jinan biçewisînin û vê çewisandinê di civakê de belav bike. Em îro dibînin ku desthlatdariya AKP’ê jî ku 20 sal in desthilatdare Îranê mînak digire, Peymana Stenbolê fes kir û der barê mafê jinan de tu tiştek nehişt. Jinên ji bo azadiya jinê têdikoşin jî tên girtin û davêjin zindanan.”
 
‘Li ser navê ol mudaxaleyî jiyana jinan dikin’
 
Neslîhanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku deshtilatdarî û tifaqa ku ava kiriye, dixwazin tarîtiya li Îranê bînin welat jî û wiha dawî lê anî: “Gotinên wek ‘bila perwerdeya zarokên keç û kur cuda bên dayîn, mudaxaleya li hember cil û bergên jinan xetereyên mezin teşkil dikin. Li ser navê ol mudaxaleyî jiyana jinan dikin. Lê divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em xetereya li holê bînin ziman û parastina cewherî pêk bînin. Divê em bi piştevaniyê hev xurt bikin. Dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' hêvî zêde kirin. Bi şehadeta Jînayê re ev hîn bêtir belav bû. Em Jînayê ji bîr nakin.”