Bexwedana bi felsefeya 'jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (4)

  • 09:05 13 Îlon 2023
  • Dosya
 
Felsefeya Rêberê PKK’ê agirê serhildana jinan gur kir
 
STENBOL - Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya KJAR’ê Aso Kamalî da zanîn ku jinan bi felsefa ‘jin jiyan azadî’ agirê serhildanê mezin kiriye û wiha got: “Jin Jiyan Azadî dirûşmeyeke taybet ya xwe dispêre têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd a di  nava PKK’ê de. Ev felsefe bi xwîna şehîdên Kurdistanê ava bû. Bi salane bi vê felsefeyê têkoşîn tê dayîn. Tespîta Abdullah Ocalan a wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê rast bû. Ez bang li hemû jinan dikim ku di bin sîwana KJAR’ê de xwe rêxistin bikin.”
 
Serhildana li Îran û rojhilatê Kurdistanê di şexsê Jîna Emînî de dest pê kir tevî hemû astengiyan didome. Ev salek jin pêşeniya serhildanê dikin û bi felseya ‘jin jiyan azadî’ ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan danî holê berxwedana xwe roj bi roj mezin dikin. 
 
Di vê beşa dosya me de Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya Rêxistina Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (The East Kurdistan Free Woman-Society-KJAR) Aso Kamalî pirsên me yên der barê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ de bersivadin
 
*Çalakiyên bi Jin jiyan Azadî’ dest pê kirin salek li pey xwe hiştin. Hun vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
 
Berxwedanek xweş derket holê. Jinên Rojhilat li dijî rejîma Îslamî serî hildan. Ne tenê jinên Kurd, jinên Îran, Fas, Belucî, Azerî serî hildan. Bi hêza ‘jin jiyan azadî’ serî hildan. Jin bûn yek. Lê ji qada navneteweyî piştgirî kêm bû. Nedixwestin têkoşîna azadiya jinê mezin bibe. Gelek kes hatin girtin. Lê em bi hêvî bûn. Heta niha li Îranê têkoşînek wisa meizn a jinê nehatibû dîtin. Bêguman hebûn lê cara yekemîn jinên Kurd, Îranî û Belucî hatin gel hev. Jin bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ daketin kolanan.
 
*Di wê pêvajoyê de gelek aktîvîstên jin, siyasetmedar hatin girtin. Lê serî netewandin. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Gelek jin hatin girtin. Berê jî gelek jin dihtain girtin. Zeynep Celaliyan li girtîgeha Îranê girtî ye, Şîrîn Elemhulî hat darvekirin. Divê têkoşîna wan mezin bibe. Jinan li dijî vê gotin êdî bes e. Wan êdî qetilkirina jinan qebûl nedikir. Jinan xwest ev dîktatorî bidawî bibe. Jinan ji bo azadiyê canê xwe danîn holê.  Ewl ji bo jinên Kurd felsefe ava bû. Fikra serok Apo û Sakîne Cansiz gihişt hemû jinên  cîhanê. Jin bi vê feslefeyê têkoşîna xwe didomînin. 
 
*Li gorî we jinan  çima dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya bi têkoşîna jinên Kurd hatiye destpêkirin esas girtin?
 
Ev felsefe bi xwîna şehîdan ava bû. Bi salane ji bo azadî û vê felsefeyê têdikoşin. ‘Jin jiyan azadî’ ne dirûşmeyek vala ye. Ji bo maf û azadiya jinan gelek girîng e. Jin azad bin, felsefeya ‘jin jiyana azadî’ mezin bibe wê ji bo her kesî azadî pêk bê. Ev dirûşme dibêje ku hişyar bin, em bi hev re dikarin bijîn, hewcedariya me bi rêveberiyekê tûne ye. Tespîta Abdullah Ocalan ya wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê raste. Ji ber jin bi aslane kole bûn.  Ger jin azad bin wê hemû cîhan azad be.
 
Agirê serhildanê mezin dibe
 
Mînak dixwazin fikra ‘konfederaslîzma demokratîk’ li Brîntanyayê pêk bînin. Em jî bi vê tespîtê bawer dikin û têkoşînê dimeşînin. Hemû cîhanê dît ku li Rojava jinan bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da û gihiştin serkeftinê. Îro jinên Rojava azadî û konfederalîzma demokratîk ava dikin. Jinên Rojhilat, Belucî jî dixwazin biafirînin û agirê serhildanê mezin dikin.
 
* Hun felsefeya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daniye holê çawa dinirxînin?
 
Piştî Jîna Emînî hat qetilkirin şûnde li her derê Îranê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ tê bihistin. Gelê Kurd li dijî hikûmetên Îranê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kir.  Bi vê dirûşmeyê li dijî her cureyê zextê emperyaltîzm, binpêkirin û serdestiya mêr têkoşîn tê dayîn. Her çiqas bê zanîn ku jinên Rojhilat di siyaset û artêşê de cih girtibin jî di 1946’an de hevjîna Qazî Muhammed, Mîna Xanim Yekitiya Jinan ava kir. Lê piştre planên der barê Komara Mahabadê  neketin jiyanê. Civaka navneteweyî piştgiriya xwe kişand û rê li ber komkujiyan vekir. 
 
Dirûşmeya xwe dispêre têkoşîna 40 salî ya PKK’ê
 
Dirûşmeya ‘jin jiyana azadî’ xwe dispê re têkoşîna 40 salî ya bi kok a PKK’ê. Ev dirûşmeyek taybet e. Ev dirûşme bi awayekî ku îdeolojiya jîneolojiyê û sazbûnên wê nîşan bide hatiye afirandin. Wek em hemû dizanin şopşdarên vê îdeoljiyê bi salane zilmê dibînin û tên izolekirin.
 
*Herî dawî tiştekî hun bêjin heye û banga we çi ye? 
 
Konfederalîzma demokratîk dibêje ku ‘sînoran rakin, sînor pirsgirêkên mezin diafirîne’. Li Rojhilat berxwedana bi dirûşma ‘jin jiyan aazadî’ bilind dibe. Lê ger Fars û Belucîstan vê berxwedanê bilind nekin em yek nikarin azad bin. Divê em jin bi hev re têbikoşin û bi ser kevin. Ji bo azadiya jinan divê sînor rabin. Ji bo têkoşîn mezin bibe divê tevli xebaên KJAR’ê bibin. Divê hemû jin ji KJAR’ê re pêşengiyê bikin. Em şer naxwazin. Lê ger ku Îran bêje şer em ê şer bikin. Em bang li hemû jinan dikin, xwe nas bikin, bibin xwedî hişmendî û azad bibin. Di 16’ê cot- mehê de li Brîtanya û gelek deverên Ewropa der barê salvegera Jîna Emînî de xebatên me wê hebin. Me wek KJAR'ê li Almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalyayê di pêvajoya berxwedanê de xebatên dîplmatîk pêk anîn. Em ê xebatên xwe bidomînin.