Berxwedana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (3)

  • 09:03 12 Îlon 2023
  • Dosya
 
Abdullah Ocalan ji bo Rojhilat û Îranê çi got?
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raperîna ku bi pêşeniya jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hatî dikeve sala xwe ya yekemîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên dema borî de bal dikişîne ser dîroka berxwedana kurdên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
 
Piştî Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin şûnde li rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê bi pêşengiya jinan xwepêşendan dest pê kir.  Çalakiyên gel bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li her qadê belavbû. Ev dirûşma ku yekem car li bakurê Kurdistanê bilind bû li Rojava û Rojhilat belavbû û xwe gihand cîhanê. Ev dirûşm êdî bû sîmgeya şoreşa jinan a vê sedsalê.
 
Ev dirûşma ku jinên kurd bi salane berz dikin, çavkaniya wê zêdetir tê lêkolînkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji salên 1980’ê heta niha jin, jin, azadiyê tîne ziman û dibêje azadiya jinê çavkaniya azadiya civakê ye jî. Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya Nîsana 1989’an de wiha dibêje: “Ez her tim dibêjim, jin parçeyek esas a jiyanê ye. Lê ne tenê parçeyek objektîf, divê bibe kirdeya bi biryar û xwedî hişmendî. Di vî alî de em tenê ji bo wê çareseriyê pêk naynin, hemû civak di vî alî de hewcedarê azadiyê ye. Em di vî alî de pêşengên azadkirinê ne. Peywira me ferz kiriye, divê em gelek girîngiyê bidinê.”
 
'Jina azad wek rojê hiltê' 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina Adara 2013’yan a li Îmraliyê de jî der barê wateya jiyan û jinê de şîroveya xwe wiha kir: “Divê em bibin azadîxwazên jinê. Ez teşekirina jinê wek dijexlaqî dihesibînim. Jina azad wek rojê hiltê. Gotinên jin jiyan gelek watedar in… Jin hebûnek bi nirx e. Gotinên jin jiyan ji ber vê girîng in.” Dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatî formulekirin li kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nav Gelên Kurd, Fars, Ezerî, Belûçê de ligel tevahî zext û êrişên Rejîma Îranê li kolanan belavbû. 
 
Her wiha Abdullah Ocalan, di parazmaneya xwe de behsa çarçoveya dîrokî ya nasnameya kurd a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike. Di salvegera raperînê de em ê carek din berê xwe bidin wan nirxandinan. 
 
 
'Îdeolojiya desthilatdariyê'
 
Abdullah Ocalan derbarê çanda baweriyê de jî wiha nêrînê xwe tîne ziman: "Heman mîrateya dîrokî di pêkhatina çanda Îslamê ya serdema navîn de bi roleke girîng rabûye. Beşekî mezin ê Quranê ji ber doktrîna Zerdeşt hatiye girtin. Beşekî mezin kategoriyên hem baweriyê hem jî exlaqî ji vê rêûresmê tên. Êzidîtî beşekî piçûk ê vê rêûresmê ye ku hê jî hebûna xwe dewam dike. Di nava rêûresma kurdên elewî, soran û lor de para vê mîrateyê heye.
 
Îran a Şîa bi awayekî kategorîk ji hebûna qewmên tirkmen, fars û kurdan ên li dijî Îslama Sunnî ya desthilatdar hevgirtine, pêk hatiye û ava bûye. Kurdekî xwedî ocax ê bi navê Şêx Sefiyuddîn bingehê mezhebê Sefewiyan daniye. Şêx Sefiyuddîn di heman demê xanedanê pêşî yê Şîiyan e. Bi demê re xanedanên bi giranî Tirkmenên Şîî yên li dijî xanedanên Tirk ên Osmanî yên Sunnî jî bi nexweşiya desthilatdariyê ketin û nikarîbûn xwe ji vê bikin. Ji konfederasyoneke siyasî ya bi giranî xwe disipêre rêûresmên demokratîk ber bi sîstemeke dewletê ya bi giranî xwe disipêre burokrasiya navendî ve vediguhere. Şîatî jî bûye parçeyekî îdeolojiya desthilatdariyê. Herçiqasî beşekî wê yê girîng bi rêûresmên antî-desthilatdar heta roja me ya îro hatiye jî Îslama Şîa jî mîna Îslama Sunnî desthilatperest û dewletperest e. Bi awayekî balkêş pirraniya Kurdên Îranê bi rêûresmeke Îslamî yê ne hişk li dijî desthilatdariyên Şîa temsîla muxalefetê dike ango temsîla rastiyê dike. Kurdîtiya hemdem a Îranê ji serê sedsala 19'an ve hewl daye li dijî desthilatdariyên Şîa şikil bide xwe."
 
Komara Îslamî û berxwedan
 
Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser Simko û Komara Mahabadê: "Serîrakirina Simko di sala 1920’an de, ezmûna Komara Mahabadê di sala 1946’an de vê rastiyê îfade dikin. Ev rêûresm û rastiya berxwedanê, herî dawî bi helwesta xwe ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê ya bi pêşengiya Xumeynî (desthilatdariya despotîk a Îranê) xwe careke din piştrast kiriye. Hem Sunnîtî, hem jî Şîatî, çandên Îslamî yên desthilatparêz li ser kurdan mîna kirasekî li wan nayê, mîna kirasekî gemarî yê bi darê zorê li wan kirine, disekinin. Kurd dema firsendê dibînin nabînin van kirasên gemarî û qirêj ji xwe dikin û bi kirasên çandî yên heqîqeta xwe, xwe gurçûpêç dikin."
 
'Li dijî desthilatdariya Şîa pozîsyona wan demokratîk e'
 
Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku qutbûna kurdên Îranê ji yekparebûna kurd û Kurdistanê de para Peymana Qesrî Şîrîn 1639 heye û para wê girîng e û wiha behs dike: "Ji ber ku bi vê peymanê kurdên Zagrosê ji yekparebûna kurdan qut dibûn. Kurdên Îranê şaneya kok a nasnameya kurd bûn. Nûnerên rêûresma Zerdeştî bi xwe bûn. Li dijî desthilatdariya Şîa pozîsyona wan demokratîk e. Mîna têkoşîna azadiyê ya demokratîk a kurdên elewî li Rojavayê Kurdistanê li dijî rêûresma desthilatdariya sunnî dimeşînin, bi awayekî mîna wê kurdên sunnî yên li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî desthilatdariya şîa dimeşînin. Ev rewş bi çavkaniyên îdeolojîk û çandî yên desthilatdariyê re têkildar e. Di rastiya kurd a Îranê de çanda serdest ji dînî û mezhebî bêhtir etnîk û qewmî ye. Di nava çanda Şîa de xisletên qewmî yên fars û azeriyan bêhtir qels dibin, lê pirraniya kurdên ji ber dijberiya xwe ya li beramberî çanda fermî ya Şîa xisletên xwe yên qewmî parastine. Li aliyê din, Kurdên Şîa yên hindikayî ne, û Kurdên Lor (Yek ji şaxên çandî yê Kurdan ê herî kevin) xisletên wan ên qewmî jî qels bûne. Di nava çanda Şîa de zû asîmîle bûne."
 
Otoriteyên eşîr û begtiyên kurdan
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser tesfiyekirina otoriteyên eşir û begtiyên kurdan: "Li Rojhilatê Kurdistanê di pêkhatina nasnameya kurd a hemdem de pareke girîng a bandora berxwedanên salên 1806'an yên bi pêşengiya Babanzadeyên Soran hene ku heta roja me ya îro dewam kirin. Bandora isyanên di serê sedsala 19'an de pêk hatin giştî ye. Tevgerên bi armanca xurtkirina desthilatdariya navendî û tesfiyekirina otorîteyên eşîr û begtiyên kurdan hatin kirin, herçiqasî desthilatdariyên hevkar ên ji rêûresmê jî tesfiye kiribin, lê nikarîbûne li ser çanda civakî zêde bi bandor bibin. Bi awayekî Kurdîtiya desthilatdar tesfiye bûye, lê Kurdîtiya civakî ber bi qonaxeke nû ve beridiye. Bi giranî isyan bi armanca desthilatdariya ji dest hatiye dayîn ji nû ve bi meqseda bidestxistinê pêk hatine. Ji armanca pêşdebirin û parastina hebûna neteweyî ya tevahiya kurdan mehrûm in. Pêwîst e ku mirov baş li vê xisleta otonomiyên arîstokratîk serwext bibe û divê cudahiya wan ji tevgerên azadî û parastina hebûna neteweyî pêşde dibin, bibîne."
 
Peymanên bi dizî hatine mohrkirin 
 
Abdullah Ocalan têkiliya di navbera Tirkiyeyê û Îranê ya li dijî kurdan wiha tîne ziman: "Şer û pevçûnên li ser otonomiyê yên ne demokratîk, ji ber şêweyê pêkhatina çînî ya pêşengên wê bi giranî bi têkçûnê bi encam bûne û vê yekê bi tevahî zirar û ziyaneke mezin daye hebûna neteweyî ya kurd û azadiya wî. Her têkçûnekê bi xwe re rê li ber şikestinekê vekiriye û her şikestinê jî bi xwe re gaveke din qirkirina çandî pêşde biriye. Li Rojhilatê Kurdistanê, tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî ya sala 1878’an, tevgera Simko a salên 1920’an û tevgera Qazî Muhammed di salên 1945’an de rê li ber encamên bi heman rengî vekirine. Têkçûn û bêhtir tepisandinê, hebûna neteweyî û azadiya wî zêdetir qels kiriye û hiştiye ku bikevin rewşeke bêhêvî. Ezmûna Komara Mahabadê ya bi pêşengiya Qazî Muhammed tevî karektera xwe ya hemdem a gelparêz, nikarîbû xwe ji aqûbeta isyanên din xelas bike. Faşîzma Tirk a Spî û faşîzma Riza Pehlewî di sala 1937’an de peymaneke bi navê Pakta Sadabadê mohr kirin û ev bi xwe şêweyekî hemdem ê Peymana Qesrî Şîrîn bû, armanca wê bi awayekî hevpar tesfiyekirina tevgera azadiyê bû û bêhtir dabeşkirina kurdan bû. Roja me ya îro li Tirkiyê di navbera desthilatdariya faşîst a Kesk û desthilatdariya faşîst a Îrana Îslamî de li dijî têkoşîna azadkirin û parastina hebûna neteweyî ya Kurdistanê, gelek peyman hene ku bi dizî hatine mohrkirin û têne meşandin.
 
Ji bo berjewendiyên xwe yên rojane...
 
Li ser nasnameya neteweyî û pekparebûnê jî Abdullah Ocalan wiha nêrînê tîne ziman: "Li Ewropayê, li Federasyona Sovyetê ya berê û li gelek welatên Rojhilata Navîn, hebûneke mirov dikare jê re Dîaspora Kurd bibêje hestyariya wê ya neteweyî pêş dikeve heye û her diçe dibe parçeyekî girîng ê nasnameya neteweyî...  Sîstema hegemonîk li ser navê Kurdîtiyê li her parçeyî Kurdîtiyeke lihevçêkirî, sexte û jirêderketî çêdike, hêmanên hevkar ên vê Kurdîtiyê weke maske li rûyê xwe dixin, bi awayekî bingehîn dixwazin qirkirina çandî ya demeke dirêj bajo, rewa bikin. Yên li ser hebûna neteweyî ya Kurd xebatên entelektuel, polîtîk û estetîk dimeşînin, xusûsa bingehîn a divê kêliyekê be jî ji bîr nekin û di cîhana xwe ya hisan de zindî bigirin ev pêkhatinên Kurdîtiyê yên sexte yên bi maske û ser rastiyê digirin bi xwe ne û divê hay jê hebin ku ev pêkhatin xefik in. Niyeta wan çi dibe bila bibe, rola wan rewakirina qirkirinê ye. Bi qasî ku xuya dike, ev kes îdea dikin, ew hêmanekî hebûna neteweyî ya kurd in, û hewl didin vê realizasyone bikin, lê bi xwe kurmê darê ne, qurmê wê dixwin, hêmanên potansiyel ên hebûna neteweyî ya kurd dikeritînin. Mixabin cihê xemê ye, piraniya wan jî vê rola xwe ya kurmê darê bi nezanî ji bo berjewendiyên xwe yên rojane dikin û ya ji vê jî xeternaktir vê bi niyeta baş dikin."
 
Têkoşîna stratejîk 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar dike ku di nasnameya kurd a hemdem de du meyl weke du seriyên dijber bi hev re hene û wiha bal dikişîne ser mijarê: "Têkoşîna di navbera herdu meylan de wê vê encamê diyar bike. Ev pêvajoya hemdem a bi qasî dused salan dewam dike û em dikarin jê re têkoşîna ji bo parastin û azadkirina hebûna neteweyî bibêjin, bi berxwedana çandî ya kurd a di qada îdeolojîk, eskerî, siyasî, civakî, ekonomîk û dîplomatîk de kirî, dike û wê bike, di asteke manûnemanê de bi têkoşîna berfireh a stratejîk û taktîk a hêzên azadîxwaz û demokratîk wê diyar bibe."