Berxwedana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (2)

  • 09:04 11 Îlon 2023
  • Dosya
 
 
Li Îranê li dijî rejîmê berxwedan mezin dibe
 
Elfazi Toral
 
STENBOL- Piştî jina Kurd Jîna Emînî li Tahranê hat qetilkirin şûnde jinên Îran û bajarên rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ dest bi berxwedanê kirin û ber bi yekemîn salvegera serhildanan û qetilkirina Jîna Emînî zext û îşkecne jî zêde bûn. Serhildana li hemû cîhanê belav bû tevî hemû zextan didome.
 
Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê polîsên ahlaqê ve li Tehranê hat qetilkirin. Piştî vê protestoyan bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ detst pêkirin. Berxwedan 11 meh in didome. Hemû aliyên gel rabûn ser piyan. Rojnamgera qetilkirina Jînayê da bihistin Nîlufer Hamedî bû. Rojnamegera dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya di merasîma cenazeyê de hat berzkirin , da bihistin Elam Muhammedî bû. di 11 mehan de bi dehezran kes hatin girtin, bi sedan kes hatin qetilkirin. 
 
Ji her derê piştgirî hat dayîn
 
Berxwedana piştî qetilkitina Jîna Emînî hat destpêkirin di demek kurt de li cîhanê deng da û roj bi roj berxwedan mezin bû. Ji her alî cîhanê jî piştgirî ji bo berxwedanê hat dayîn. 
 
Laçik hatin şewitandin
 
Jinan di serhildanan de di eniya pêş de bi dirûmeya ‘jin jiyan azad’ cihê xwe girtin û li cîhanê deng dan. Jinan bi reng û denge xwe serhildana xwe li kolanan mezin kirin, laçikên xwe ji serê xwe derxistin û şewitandin.
 
Ji bo Jîna Emînî bûn yek dil
 
Li gelek deverên cîhanê ji bo serhildana Jîna Emînî bûn yek dil. Koma Jîna Emînî  klîbek ‘Min jin in’ weşand. Jinên Dêrsîmê ji bo Jîna Emînî porê xwe jêkirin. TJK-F, Platforma Jin Jiyan Azadî, Koordînasyona  Jinan a Neteweyî ya Fransayê, Yekitiya Sendîkayên Solîdaîres, Alerta Femînîsta, ji bo jinên hatine qetilkirin li Parîsê hatin gel hev.
 
Ji girtîgehan girtiyên jin yên Kurd piştgirî dan serhildanê. Girtî Saadet Akin ya li girtîgeha Sîncanê dima ji bo Jîna Emînî strana ‘jîna jînda bû jin jiyan’  çêkir, Şanoya Bajar a Amedê di 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê de lîsikên xwe diyarî Jîna Emînî kirin. Gelek stranên din ji bo piştgiriya serhildanê hatin çêkirin.
 
Di 22’ê cotmeha 2022’an de hunermend Sila strana xwe ya dawî diyarî Jîna Emînî kir. Koma Bajar ji bo Jîna strana ‘Rabe’ çêkir. Girtiya bi navê Medîne Orhan ya li girtîgeha Şakranê dimîne ji bo Jîna nameyek nivîsî.
 
Jîna hat xelatkirin 
 
Lîstikvan Ezgî Mola di 5’ê Kanûna 2022’an de di 48’emîn Xelatên Perperoka Zêrîn de dema xelata lîstikvana jin a herî baş girt, diyarî Jînayê kir.  Shervîn Hajîpoor strana ‘Beraye Azadî’ diyariyê Jîna û berxwedana jinan nkir. Her wiha gelek xelatên din yên li cîhanê diyariyê Jîna Emînî hatin kirin.
 
‘Jin jiyan azadî’
 
Fîlmçêkera Yewnan Athîna Rachel Sangarî di peyama xwe de bi îfadeyên jin jiyan azadî piştgiriya ji bo serhildana Jîna Emînî anî ziman. Wênesaz Asli Fîlîz li Hamburgê di galeriya hunerê ya Neues Amt de Jîna di wêneyên xwe de bic ih kiribû. Muzîkjen Hozan Canê jî stranek diyarî Jînayê kir. 
 
Tevî hemû zext, girtin û qetikirinan jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan û têkoşîn roj bi roj mezin kirin. Li her çar aliyên cîhanê çalakiyên protestoyî pêk hatin.
 
Girtin û binçavkirin
 
Piştî Jîna Emînî hat qetilkirin şûnde rojnaemger Nazîla Maroofîan bi bavê Jîna re roporaj kiribû. Ji ber vê hat girtin. Nazîla niha li dijî îşkence û qetilkirinan ket greva birçîbûnê û got heta berpirs neyên cezakirin wê têkoşîna xwe bidomîne. Piştî jînayê bi hezaran kes hatin girtin û bi sedan kes hatin qetilkirin.  Piştî serhildanên Jînayê 58 endamên hîndekariyê akademisyen bi hinceta piştgirî dane çalakiyên psotestoyî  ji kar hatin girtin.
 
Di 8 mehên ewil 2023’an de 6 kes bi îşkencê hatin qetilkirin
 
Di 2022’an de piştî berxwedan hat destpêkirin şûnde 378 kes hatin qetilkirin û 16 hezar û 812 kes hatin binçavkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw di 8 mehên ewil yê 2023’an de li Îranê li girtîgehên cuda 6 kes bi îşkenceyê hatine qetiklirin. Ji van sê heb jî Kurd bûn. 
 
Serhildan birin Newrozê
 
Li Rojhilat û Îranê berxwedana bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hat destpêkirin tevî hemû zextan berdewam dike û hat hînbû ku gelek zarok ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine revandin. Tevî hemû zextan jin ranewestiyan. Li Îran û Rojhilat gel serhildana xwe bir qadên Newerozê. Jinan di eniyên pêş de cihên xwe girtin û laçikên xwe avêtin ser agir.  Berxwedana jinan roj bi roj li hemû cîhanê belav dibe û bê navber didome.