'Muxadaleyê hewcedariyên jiyanî yên girtiyan dikin'

  • 09:04 5 Tîrmeh 2023
  • Dosya
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berpirsa Hiqûqî ya CÎSST parêzer Rûken Altûn da zanîn ku girtîgehên Tîpa S û Y yên hatine avakirin û pergala tecrîdê lê tê meşandin li dijî mafê mirovane, girtîgeh bi awayekî paşê wan li rojê ne hatine avakirin. Rûkenê da zanîn ku mudaxaleyên hewcedariyê jiyanî yên girtiyan dikin û divê hemû kes ji mafên mirovan fêdeyê bigirin û bang kir ku divê girtî bên parastin.
 
Tecrîda li Îmraliyê destpêkiriye îro li hemû girtîgehên Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdariyê ve bi awayekî dijhiqûqî tê meşandin. Girtîgehên Ewlehiya Bilind yên di salên 2006’an de ketin faliyetê û bi kodên tîpên wek F, S û Y ketin jiyanê.
 
Berpirsa Hiqûqî ya CÎSST parêzer Rûken Altûn der barê girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpên F, S û Y de û her wiha der barê tecrîd û binpêkirina mafan ya li girtîgehan ji ajansa me re nirxandin kir.  
 
‘Tecrîd di nav ceza de ji nûve rêbaza cezaye’
 
Rûkenê diyar kir ku sedema derbasbûna pergalên girtîgehên ewlehiya bilind tecrîde û got Tîpên F jî wek tîpa Hucreyê ya girtîgehan hatiye dîzaynkirin. Rûkenê wiha domand: “Em tecrîdê li girtîgehan ji ber sedemên cuda li ser girtiyekî tê meşandin û ji mafan bêparhiştin vedinasînin. Di vî alî de em dikarin bêjin girtî di bin tecrîdê de dibin pergaleke kontrolê ya hişk de tên girtin. Li gorî me tecrîd di nav pergala ceza de cezayekî nû ye. Tecrîd li ser girtiyan texrîbatên mezin dike. Di tîpên F de ev pergal hatine avakirin û ev wek girtîgehên tîpa hucre tên qebûlkirin. Bi vî awayî derket holê. Dema ev derketin gelek bûyer hatin jiyîn. Girtî li dijî vê derketin û di encamê de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘Tîpên F bi armanca tecrîda giran hatine çêkirin’
 
Rûkenê diyar kir ku girtîgehê Tîpên F wek hucreyên yek û kesî hatine avakirin û li van girtîgehan tecrîda mayînde tê meşandin. Rûkenê wiha dirêjî dayê: “Li van girtîgehan  girtî rojê saetekê dertên hewadankê. 23 saetan jî di hucrê de ne. Hewaya paqij nagirin. Yek kes an jî sê kes ligel hev tên girtin. Ji rehabîlîstayona civakî dûr dimînin. Em wek CÎSST  ji girtiyan der barê pirsgirêkan de agahiyan digirin. Li Tîpên F tecrîda giran heye. Li gorî daneyên Malên Ceza û Tevkîfê (CTP) 7 girtîgehên Tîpa S û 11 girtîgehên Tîpa Y hene  Em wek CÎSST der barê girtîgehên Tîpa S û Y de lêkolînên taybet dimeşînin. Li gorî agahiyên me girtin ev girtîgeh wek S û Y neyên binavkirin jî tenê wek Girtîgeha Ewlehiya Bilind derbas dibin û  girtîgehên tîpên nû yên dişibin tîên S û Y hene. Tipên S du qat in.  Tîpên Y jî sê qat in. Gelek hucreyên van girtîgehan hewadanka wan tune. Girtiyê li girtîgehên Tîpên S û Y di bin şertên muebetê de tên girtin.”
 
Girtî di şertên giran de tên girtin
 
Rûkenê daxuyakirin ku tîpên S û Y li gorî yên F zêdetir rejîma înfazê lê tê ferzkirin û wiha domand:  “Mînak di tîpên F de deriyên hucre û odeyan hema li hewşên hewadankê vedibûn. Lê li yên S û Y hewşên hewadankê tune ne. Girtiyan ji bo hewadankê dibin beşek cuda û ligel îkameyan dibin. Bi girtiyan re diyalog nayê danîn. Li Tîpên S û Y spor, sohbet û atolye tune ne. Girtîgeh berê wan ne li rojê ne. Paşê van girtîgehan li rojê ne. Berovajî dîzaynkirine. Ji ber vê girtî ji tîrêjên rojê fêdeyê nagirin. Di hucreyan de paçeyek biçûk heye. Girtî tên tecrîdkirin û îzolekirin. Ev dibe sedema texrîbata fîzîkî û  psîkolojîk. Mudaxaleyê hewcedariyên girtiyan tê kirin. Divê mafê mirovan yên esas yên girtiyan bên parastin. Divê CPT di vê mijarê de berpirsyariya xwe ya armanca avakirina xwe bîne cih.”
 
Bi dawî bû.