Bi guherîna tîpan re tecrîd kûr dibe: Tecrîda bi tîpa S û Y

  • 09:08 4 Tîrmeh 2023
  • Dosya
 
 
Bi guherîna tîpan re tecrîd kûr dibe: Tecrîda bi tîpa S û Y
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hej binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa F di rojevê de ne û ev du sal in jî avakirina girtîgehên bi Tîpên S û Y didomin. Çend tîp û ode biguherin jî pergala tecrîdê her diçe girantir dibe. 
 
Hikûmetê gav bi gav tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê dabû destpêkirin li hemû girtîgehan belav kir. Bi guherîna tîp û avakirina girtîgehên nû tecrîda li girtîgehan bêtir tê kûrkirin. 
 
Kapasîteya Tîpên S û Y'ê 
 
Girtîgehên Tîpa S û Y ku yek ji Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên kapasîteya zêde ya girtîgehên Tîpa F pêk tên, li gorî xala 9/3’yan ji bo girtiyên cezayên giran ên heta hetayê, sûcên TMK’ê û Qanûna hejmara 5275'an ên bi statûya girtiyê “xetere” hatin vekirin.  Di Tîpa S de, ku li gorî pergala "odeyê" tên çêkirin, girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Dema ku kapasîteya Tîpa F 368 kes bû, kapasîteya Tîpa S jî bû 552 û ji odeyên sê kes an jî yek kesî pêk tê. Ji 2 qatan pêk tê. 
 
Binpêkirina mafên girtiyan
 
Li gorî daneyan li tevahiya Tirkiyeyê 7 girtîgehên bi Tîpa Y û 13 Girtîgehên Ewlekariya Bilind û 5 jî bi Tîpa S girtîgeh hene. Li Antalya, Bodrum, Igdir, Kirşehir, Samsunê Girtîgehên bi Tîpa S girtîgeh hene. Ji ber ku di odeyên wan de cihê derkevin hewayê bigrin nîne, rojê saetek diçin cihek din. Çend di navbera Tîpên F û S, Y'ê dibêjin cudahiyên mîmarî hene jî lê tenê cudahî ji blok, korîdar û kapasîteyê pêk tê. Di 2 salên dawiyê de avakirina Girtîgehên bi tîpa S û Y, di hêla tecrîd û îzalasyonê de ji Girtîgehên Tîpa F kûrtir tê meşandin. Wekî Girtîgehên Tîpa F, di Girtîgehên Tîpa S û Y'ê de jî şert û mercên girtiyan zehmet e, di hêla derûniyê de bi zextan re rûbirû dimînin û ev tişt bi raporên parêzeran jî hatiye teqeskirin. Guherîna tîpan nayê wateya rakirina îhlalkirina mafan û berovajî wê bêtir mafên girtiyan tên îhlalkirin. 
 
Bûyerên Îşkenceyê
 
Ligel polîtîkayên tecrîdê yên Girtîgeha Tîpa S tê meşandin, ev girtîgeh bi mirinên bi guman û şîdetê jî tê rojevê. Par girtiyên bi navê Sezer Alan û Sînan Kaya ên li Girtîgeha Tîpa S a Idirê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe anîne. Beriya ku jiyana xwe ji dest bidin bi malbata xwe re hevdîtin kiribûn û bal kişandibûn ser muameleyên xirab û îşkenceya ku li wan hatî kirin. Sezer dema bi malbata xwe re hevdîtin kir got "Ez ê xwe bikujim û ji mirina min jî amîrê komê, rêveberiya girtîgehê û mamosteyê saziyê ye". Ligel wê yeke piştre dîmenên girtîgehê û qeydên deng yên gardiyanan a ku kamera girtin û ketin odeyê îşkence li girtiyan kirin derketin holê. Îşkenceya ku pêk hatî ji hêla girtiyan ve ji parêzeran re hatibû ragihandin. Di meha çilê de derbarê binpêkirina mafan û bûyerên îşkenceyê de gelek gilî hatin kirin. 
 
Qedexeya xebatên civakî 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2021'ê de raporek weşand û bal kişand binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Ewlekariya Bilind. Di raporê de astengkirina xebatên girtiyan, bi heman kesan re derketina xebatan, ambargoya li ser pirtûk û weşanên nivîskî hatibû destgirtin. Pirtûkên bi kurdî bi hinceta "wergervan nîne" nadin girtiyan û ji bilî çend kanalên TV'yan yên din tên astengkirin. Her wiha di heman raporê de hat diyar kirin ku hîn girtî hene ku derfetên wan ên hevdîtinê nîne, bi tena serê xwe dimînin û hîn girtî jî hene ku bêyî faliyetên civakî, çandî û sporî salek bi tena serê xwe dîmin. 
 
Bê nasname hiştin 
 
Gelek pispor li ser tecrîd û îzalasyona ku dem dirêj rawestiyan û bal kişandin ser bandora wê ya fîzîkî, derûnî û zîhnî. Di hepsa hicreyê de gelek girtî piştî nexweşiyên derûnî nexweşiyên fizîkî re rûbirû dimînin û ev tişt piştî demekî girtiyan ber bi xwekuştinê ve dibe. Yekitiya Tabîbên Tirk (TBB) derbarê mijarê de bal kişandibû ser Girtîgehên Tîpa F, S û Y, gotibû ev girtîgeh di hêla tibbi de xetere ne û mirov zindiyeke civakî ye û ev tişt di hêla zanyarî de hatiye teqeskirin, tecrîd tê wateya bênasnamekirina mirovan, nexweşiyên fizîkî û nexweşiyên giran ên derûniyê jî bi xwe re tîne. 
 
Ferzkirina xwekuştinê
 
Li gorî lêkolînan tecrîd di hêla tibbî de dibe sedema gelek nexweşiyên ku nayên tedawîkirin. Bi tecrîdê re pirsgirêkên bihistin, dîtin, depresyon, fêmkirin, halusînasyon, bêxewbûn û hwd derdikevin holê. Tecrîda li hemberî girtiyên jin jî dibe sedema menapoz û nedîtina reglê. Tecrîd ji ber pirsgirêkên derûniyê bi xwe re tîne dibe sedema xwekuştinê jî. Çend li girtîgehan bûyerên xwekuştinê derkevin holê jî ev tişt ji ber polîtîkayên ku li girtîgehan tê meşandin pêk tê. Polîtîkayên tecrîd û îzalasyonê dibe sedema fezkirina xwekuştina girtiyan.