Jin destûrê nadin girtina dosyaya Sakîne Kultur

  • 09:08 18 Nîsan 2023
  • Dosya
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Li ser bertekên jinan û bi nêzbûna hilbijartinê re dosyayên jinên ku di serdema AKP - MHP'ê de hatin qetikirin carekedin di rojevê de ne. Ji van dosyayan yek jê jî ya Sakîne Kultur a li Şirnexê ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin e. Parêzer Aycan Îrmez derbarê dosyasyê de nirxandin kir. 
 
Hikûmeta AKP’ê di serdema xwe de bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê,  zimanê xwe yê zayendperest û bi hişmendiya xwe ya mêrperest qirkirina jinan derxist asta herî jor û destkeftiyên jinan ên ku bi bi kedeke mezin hatibûn bidestxistin jî paşve girt. Serokomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan di şevekê de bi biryarnameyekê Peymana Stenbolê ku destkeftiya herî mezin a jinan bû fesih kir û niha jî qanûna   6284’ê kiriye hedefa xwe û hevkarên xwe. Îqtdrê bi vê helwesta xwe careke din rûyê xwe yê qirêj nîşanî jinan de. Bertekên jinan li hemberî van pêkanînan dewam dikin û jin dixwazin ku kujerên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê di encama êrîşên hêzên fermî yên dewletê û kesên nêzî vê îqtîdarê de hatin qetilkirin bên aşkerakirin û cezakirin.  
 
Sakîne qetil kirin
 
Bi nêzbûna hilbijartina ku wê di 14'ê Gulanê de bê kirin re, ji dosyayên kuştinên jinan ku jin û rêxistinên wan anîn rojevê jî derbaê qetilkirina Sakîne Kultur de ye.  Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 13’ê Gulanê de Sakîne Kultur(40) bi rêbaza îşkenceyê hatibû qetilkirin. Cinazeyê Sakîneyê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin. Her sê kesên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî karê wan li dozgeriyê  qediya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadger îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye.
 
Têkiliya kujerê Sakîneyê a bi hêzên paramîlîter
 
Bi qetîlkirina Sakîneyê re polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdîstanê carek din ketin rojevê. Bertekên li dijî qetîlkirina Sakîne her çû mezin bûn. Bi vê bûyerê re pirsen li ser kujerê Sakîneyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin jî zêdetir bûn. Îbrahîm Barkin bi têkiliyên xwe yên hêzên paramîlîter û desthîlatdariya AKP-MHP’ê tê nasîn. Herwiha  Îbrahîm Barkin bi Serokê Şaxa Ewlehiyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Daîreya TEM'ê Albay Seydî Salman.  Herwiha hat diyarkirin ku têkiliya Îbrahîm Barkin ê kujer Serokê Eşîra Alan a Wanê Şaredarê Çatak yê AKP'yî  Abdurahman Şeylan , Serokê Navçeya Partiya Pêşerojê Nizar Okten, Serokê Ocaxên Osmanî Yaşar Tatar, Midûrê Têkiliyên Civaka Sivîl a Şirnexê Mustafa Guner, walîtiya Şırnexê, subay û yarbayan re jî heye.
 
Ocaxên Tevgera Taybet çi ye?
 
Piştî hewildana 15’ê Tirmeha 2016’an ji hêla AKP û MHP’ê rêxisitinkirina hêzên paramîlîter hat pêşxistin. Di vê çarçoveyê de gelek weqf, ocax û teşkilat hatin avakirin. Ocaxên Tevgera Taybet jî yek ji wan e. Ev ocax ji hêla Cebraîl Demîr ku Serokê Giştî yê vê ocaxê ye ve hate avakirin. Di sala 2018’an de li Meletiyê Cebraîl Demîr û ji parlemeterê AKP’ê Melîh Kulunk wêne parvekiribûn. Melîh Kulunk jî bi têkiliya xwe ya bi Wazîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tê nasîn.  
 
Jinan li dijî qetilkirina Sakîneyê meş li dar xiswtin
 
Piştî roja qetîlkirina Sakineyê jinên li Silopyayê û xizmên Sakîneyê li taxên Silopyayê meş li dar xsitin û heta edliyeya Silopyayê meşiya bûn. Piştre çalakiyên jinan bi girseyî pêk hatin û bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Jinan a Dayika Taybet, jinan li Kolana Hunerê ya Silopiya daxuyaniyek girseyî dan. Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê û gelek jin tevli vê daxuyanî bibûn. Her wiha Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) yên Colemêrg û Şaxa Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê, Navenda Tevgera Taybet a Endamên Platforman Jinan a Wanê ji bo Sakîneyê daxuyanî dabûn.
 
Parastina ‘Ez xizmeta dewleta xwe dikim’
 
Ji roja ewil ve li ser dosyaya Îbrahîm Barkin ku ji qetilkirina Sakîneyê tê darizandin  biryara veşartinê hat dayîn. Piştî 9 mehan dosyaya  ji aliyê Dozgeriya Cizîrê ve hate qebûlkirin û îddianame hate amade kirin. Danişîna yekemîn a dozê di 3’ê Sibatê de li Cizîrê hate dîtin. Di danişîna ewil a dozê de kujerê Sakînê di îfadeyên xwe de Sakîneyê sûcdar kir û bi gotinên, “Ez xîzmeta dewleta xwe dikim. Ji bo ku xwe biparêzim li ser min kêr hebe. Bi leşker û polîsan re têkiliyên min xurt in. Hemû kes dizane ku têkiliya min bi emnîyet û jendirmeyan re heye.” xwe parast.
 
Xizmê kujerê Sakînê namzetê MHP’ê ye
 
Di van roên ku her diçe hilbijartin neêz dibe û hemû partiyan namzedên xwe aşkera kirin de, hate diyarkirin ku di nav namzetên MHP’ê yê Şirnexê ya ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê de xizmê kujerê Sakîneyê Îdrîs Barkin jî cih digire û ev jî nîşan dide ku kujer çiqasî nêzî îtîdarê ye û hêz ji ku girtiye.
 
‘AKP’ê li dijî jinan polîtîkayên paşverû kirin dewrê’
 
Di rojên ku hilbijartin di rojevê de ye jin jî balê dikişînin ser dosyayên jinan û dixwazxin ku kujerên jinan bên aşkerakirin û darizandin. Derheqê Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya li dijî Jinê û qetîlkirina Sakîne Kultur de parezêr Aycan Îrmez axivî. Aycan, diyar kir ku têkoşîna jinan a li dijî zîhnîyeta AKP’ê berdewam dike û wiha axivî: “Dema em li polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan dinêrin, ti polîtîkayek li gorî ku jinê biparêze nîne. Mînaka vê ya herî mezin betalkirina Peymana Stenbolê ye.  li Şûna ku Peymana Stenbolê biketa meriyetê nihajî jî Qanûna bi hêjmara 6284'ê kirine hedefa xwe. Partiya Yenîden Refah vê qanûnê qebûl nake û daxuyaniyan dide ku ger ew bibin desthilatdar ew ê vê qanûnê fesih bikin . Bi gotineke din, li şûna ku di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de polîtîkayên li hemberî jinê bi pêş bixin, polîtîkaya paşverûtiyê tê meşandin.”
 
‘Bingeha polîtîkayên şerê taybet neçareserkirina pirsgirêka kurd e’
 
Aycanê, da zanîn ku li tevahiya Tirkiyeyê li dijî jinan polîtîkaya qetlîamê tê meşandin û got: “Dema ku em bi lêhûrbûyîn lê dinêrin, li Şirnexê konsepteke cuda û siyaseteke cuda tê meşandin. Qirkirina jinan di salên dawîn de zêde bûye. Gava em li îfadeyên kujeran dinêrin xwe bi gotinên “Ez girêdayî dewleta xwe me” diparêzin. Bi vî yekê dixwazin dosyayê bi polîtîkayên bêcezahiştinê bigirin an jî ji daxistina cezayê sûdê werbigirin. Polîtîlayên şerê taybet bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digirin. Bi vî yekê bi şer û bi cîh kirina hêzên ewlehiyê re van polîtîkayên xwe dimeşînin.”
 
‘Sakîne ne tenê bi destê kesekî hate qetîlkirin’
 
Aycanê, balê kişand ser doza Îbrahîm Barkin ê ku ji kuştina Sakîne Kultur tê darizandin jî û wiha axivî: “Qetîlkirina Sakîneyê bi şiklekî hovane pêk hat û em hê jî îddia dikin ku ev qetîl kirin ne tenê bi destê kesekî hatiye kirin. Ji ber ku di raporan de jî gelek îfadeyên bi nakok hene. Lewma ji bo çareserkirina van nakokiyan daxwazên me ji şandeya dadgehê hebûn. Divê li ser dosyayê lêkolînek berfireh were kirin.  Kujerê Sakîne di îfadeyên xwe de jî digot ‘hûn dikarin min ji hêzên ewlehiyê bipirsin, têkîliya min bi cendirmeyan re xurt e’ bi vê yekê armanc dikir ku xwe ji sûc xelas bike û bi polîtîkayên bêcezahiştinê xwe rizgar bike. Mixabin  gelek dosyayên bi vî şiklî hene û tê xwestin bên girtin."
 
‘Divê kujer bên cezakirin’
 
Aycan, anî ziman ku divê di van polîtîkayên şerên taybet û qetîlkirina jinê de rêxistinên jinan rolekê girîng bilizin û got: “Daxwaza me ya yekser ew e ku divê kuştin û tundiyên li dijî jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê bi encam nebin. Ya duyemîn jî divê daxwaza beşdarbûyîna parezêr û rêxistinên jinan a ji bo dosyayan were qebûlkirin. Em her carê wek Baroya Şirnexê ji bo dosyayan daxwaza tevlibûn dikin lê ev daxwazên me nayên qebûlkirin. Dİ nav salekê de li Tirkiye û Kurdistanê nêzî 400 jin hatin qetîlkirin. Ev hêjmar hêjmarek gelek tirsnak e. Divê bi lezginî qanûnên ku jinê diparêznin bên derxistin û pêşîya wan polîtîkayên taybet were girtin.”