Cihê bûyerê mala parlamenterê AKP’yî ye

  • 09:04 17 Nîsan 2023
  • Dosya
Nişmiye Guler 
 
NAVENDA NÛÇEYA- Dosya Nadîra Kadîrova 3 sale li DDB’ê tê sekinandin û gumanbarê sereke yê parlamenterê AKP’î Şîrîn Unal ji bo dema nû namzet nehat nîşandan. Bal li ser biryara DDB û darizandina Şîrîn Unal e.
 
Nadîra Kadîrova ya 24 salî ku welatiya Ozbekîstanê bû di 23’ê îlona 2019’an de li Enqereyê li mala parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal wek xebatkara lênerînê dixebitî bi guman jiyana xwe ji dest da.  Şîrîn Unal ku gumanbarê sereke yê mirina Nadîrayê tê dîtin paşeroja wî û veşartina bûyerê ya ji aliyê AKP’ê ve bandorên herî esas tên dîtin.
Sê sal e li DDB’ê ye
 
Di encama hewldana rêxistinên jinan de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 5 mehan lêpirsîn meşand lê di 2’ê Adara 2020’an de biryara neşopandinê da. Dozger gotibû Nadîrayê întîxar kiriye. Hevala Nadîrayê gotibû Şîrîn Unal, Nadîra tacîz kiriye lê dozgeriyê ev li ber çavan negirt. Parêzerê malbata Nadîrayê Îlyas Dogan di 5’ê Hezîrana 2020’an de doz bir Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û sê sal e li wê disekine.
Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok Mujde Tozbey a ku demekê parêzeriya Mujde Tozbey dikir der barê mijarê de axivî.
 
Tiştên divê bên lêkolînkirin
 
Mujdeyê diyar kir ku 4 sal derbas bûye û pirsên der barê mirina biguman a Nadîrayê de divê bên bersivandin hene û got: “Îfadeya hevala Nadîrayê û xebatkarên din yên malê negirtin. Li ser cenazê lêkolîn nehatin kirin û dosya girtin. Lê tiştên divê bihata lêkolînkirin hebûn.  Alavên Nadîrayê jî tê de divê mînakên swap yanî gule a hemû alav û cil û bergên malê bihata girtin.  Divê hemû alavên odeya Nadîrayê, por, mu û tiştên din bihata lêkolînkirin. Divê pozîsyona avêtina gulayê,, navber bi awayekî teknîkî bihata lêkolînkirin.  Polîsên ku şahid û hevala Nadîrayê ji giliyê wan şûnde vegerandin, bên lêpirsînkirin.”
 
‘Bi gotina mêrê bihêz, alîgir bawer kirin’
 
Mujdeyê diyar kir ku wê demê ji ser bedena Nadîrayê ku destdirêjiya zayendî lê hatiye kirin an na, tu mînak nehatiye girtin û wiha domand: 
“ Bi gotina mêrê bihêz, alîgir û nêzî desthilatdariyê bawer kirin. Ji ber vê jî îfadeya jinê tune hat hesibandin.  Şîrîn Unal di dosyayê de tê parastin. Seranserê pêvajoyê merciyên darazê gotin Nadîrayê întîxar kiriye. Ji ber lêprisînek bi bandor nehat meşandin cînayet jî biguman li holê hat hiştin. Dosya hîna li ber DDB’ê ye. Me got ‘Çi bi Nadîrayê hat’ û me bi vê hewl da em zexta rayagiştî ava bikin. Tevî hemû hewldanên malbata Nadîrayê û rayagiştî serê bûyerê hat girtin.”
 
'Rayedar peywirê binpê dikin'
 
Mujdeyê wiha dawî lê anî: “Di dema AkP’ê de gelek mirinên biguman yên jinan hatin jiyîn. Aqûbeta piranî dosyayan nayê zanîn. Di lêpirsînan de piranî îfadeyên gumanbaran dibin nokteya destpêkê. Li ser îdiaya ‘întîxarê’ ya gumanbar lêpirsîn tên destpêkirin û hemû delîl di vê esasê de tên komkirin. Rayedar bi vê yekê peywira xwe binpê dikin. Niha hîna ji DDB’ê dosya nehatiye. Lê tiştek hat jiyîn. Ji bo hilbijartinên dema nû Şîrîn Unal namzet nîşan nedan. Êdî tê mereqkirin, gelo wê Şîrîn Unalê zirxa wî ya parastinê tune wê bê darizandin an na.”