Mirinên bi guman ên jinan: Dosya ya nayên vekirin an jî tên girtin

  • 09:04 16 Nîsan 2023
  • Dosya
 
Yeşim Oruç 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21 sal desthilatdariya AKP’ê de yek ji mirinên bi guman ên serê wê hat girtin ya Yeldana Kaharman bû. Yeldana ku bi parlamenterê AKP’ê Tolga Agar re roportaj kir û rojek şûnde bi guman jiyana xwe ji dest da, encama otopsiya wê du sal şûnde derket holê û dosya dîsa jî nehat vekirin.
 
Di 21 salên desthilatdariya AKP’ê de destkeftiyên jinan her tim bûn hedef û kuştinên jinan jî bi daneyên derketine holê nîşan dide ku çiqas zêde bûne. Zêdebûna tundiya li hember jinan ji zîhniyet û zimanê bi kar tîne pêk tê.
 
Piştî Feshkirina Peymana Stenbolê, li gorî çeteleya tundiya ku ajansa me berhev kiriye di 2022’yan de herî kêm 348 jin hatin qetilkirin û 206 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
‘Cih ji lêpirsînê re tune ye’
 
Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de di kuştinên jinan de gumanbar bi bêcezahiştinê hatin xelatkirin û di mirinên biguman ên jinan de zêdebûn derket holê. Di mirinên biguman de tu dosya nehatin vekirin an jî lêpirsînek bi bandor nehat meşandin û bi hinceta ‘cih ji lêpirsînê re tune ye’ hatin girtin.
 
Mirina bi guman a Yeldana
 
Xwendekara Pola Duyemîn a Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Firatê Yeldana Kaharman ku di Kanala 23 a Televîzyonê ya Xarpêtê de pêşkêşvaniya bernameyê dikir, di 28’ê Adara 2019’an de bi parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Tolga Agar re hevdîtin kir û rojek şûnde li mala xwe mirî hat dîtin.
 
Dosya hema hat girtin
 
Dozgerê li dosya mirina biguman a Yeldana dinêre dosya bi hinceta ‘cih ji lêpirsînê re tune ye’girtibû. Lîderê rêxistina sûc Sedat Peker di vîdeoya ku weşan de der barê mirina biguman a Yeldana de îtîraf kiribûn û vê mirina Yeldana carek din anî rojevê. Sedat Peker di vîdeoyê de diyar kiribû ku Tolga Agar destdirêjî li Yeldana kiriye, piştre bavê wî Mehmet Agar Yeldana bi helîkopterê girtiye û piştre Yeldana jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê Tolga Agar daxuyanî dabû û gotibû pêvajoya hiqûqî temam bûye. Fermandariya Giştî ya Cendermeyan jî gotinên Sedat Peker derewandibû. 
 
Serdozgeriya komarê got întîxar e
 
Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê di daxuyaniya ku da de wiha vegot: “Yeldana Kaharman di encama întîxarê de fetisiye û di vê întîxarê de bandora tu kesî tune.”
 
Tolga Agar parêzer Tuba Torun tehdîd kir
 
Mirina biguman a Yeldanayê di rojeva siyasetmedaran de jî cihê xwe girt. Yek ji van endama PM’ê ya CHP'ê parêzer Tuba Torun bû. Tolga Agar der barê şîroveya Tubayê de daxwaznameyek ku tehdîd dihewand nivîsî.
 
Astengkirina nûçe û agahiyan
 
Di vê pêvajoyê de nûçe û agahiyên der barê Yeldanayê de hatin astengkirin. Qedexeya weşanê dan ser. Piştî îfşayên Sedat Peker, Tolga Agar îdia kir ku ‘îftere’ lê tê kirin û li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê der barê Sedat Peker de gilî kir.
 
Du sal şûnde encama otopsiyê
 
Rojnameger Baransel Agca li ser çapemeniya civakî rapora otopsî û encama toksîkolojî ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ve hatibû amade kirin û du sal bû nedihat dîtin parve kir. Seroka Konseya Navenda Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fîncanci rapor lêkolîn kir û di bernama youtube ya endamê MYK'ê yê HDP'ê Velî Saçilik de der barê Yeldana de axivîbû û diyar kiribû ku li eniya wê bi sê cîhan birîn hebûye û ev birîn 24 saet beriya mirinê pêk hatiye û gotibû: “Em dikarin bêjin bi darbeya tundiyê ev wisa bûye. Dibe ku bi bûyereke ku bûye sedema întîxara wê pêk hatibe. Di vir de îdiaya destdirêjiya zayendî heye. Ji bo vê divê lêpirsînek bi bandor bê kirin."
 
Birin meclîsê
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari mirina biguman a Yeldana bir meclîsê, pêşnûmepirs da wezîrê dadê Abdullhamît Gul. Der barê rojnameger Baransel Agca de bi hinceta rapora otopsiyê parve kiribû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê ve bi îdiaya ‘desteserkirina daneyên şexsî yên bi awayekî dijhiqûqî’ lêpirsîn hat vekirin. DozaYeldana hat girtin lê der barê Baransel 3 lêpirsîn hatin vekirin. Baransel ji ajansa me re axivî û got: “Çawa Yeldana mir dosya hema wê hefteyê hat girtin. Min hewl da dosya dîsa bê vekirin. Ji ber di rapora otopsiyê de tê gotin Yeldana beriya bimre  hatiye lêdan xwariye. Roja Yeldana dimre jinek li qerekolê digere û dibêje Yeldana ji aliyê çeteyekî ku bazirganiya hişbir û jinan dike ve hatiye tehdîdkirin. Polîs xwe digihînin vê jinê lê dozger dîsa jî vê îxbarê li ber çavan nagire û dosyayê digire. Yanî niha dosya girtiye. Der barê min de jî sê doz hatin vekirin.  Dibêjin daneyên şexs hatine binpêkirin. Lê daneyên  şexsî yên mirî tune ne. Di hiqûqê de jî der barê vê de biryar heye.”
 
Di encamê de mirina biguman a Yeldana jî serê wê hat girtin.