Di Weqfa Ensar de tecawiz: Ji carekê tiştek nabe

  • 09:02 14 Nîsan 2023
  • Dosya
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Deshilatdariya AKP-MHP’ê ber bi hilbijartinan ve destkeftiyên jinan kir mijara bazarê û wezîra demî ya AKP’ê gotibû ‘ji carekê tiştek nabe’ û bûyerên destdirêjiyê yên li Weqfa Ensarê veşartibû.
 
Ji roja AKP bû desthilatdar heta niha ev 21 sal in têkiliya wan ya bi cemat û tarîkatan re û bûyerên destdirêjiyê yên li hember jin û zarokan yên li van saziyan her tim bû mijara nîqaşê. Salên dawî de ev zêdetir hat rojevê.
 
Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji mijarên herî zêde ji aliyê jinan û rayagiştî ve tê nîqaşkirin têkiliya AKP-MHP’ê ya bi cematan re û piştgiriya didinê ye. Yên herî zêde bertek nîşanî têkiliya wan dide jin in. Yek ji tarîkatên ku bûyerên destdirêjiya li hember zarokan lê tê jiyîn, Weqfa Ensar e. Jin bûyerên li van deran hatine jiyîn bi bîr tînin û diyar dikin ku wê têkoşînê bidomînin. Li Weqfa Ensar çi bûbû?
Li gorî daneyên fermî Weqfa Ensar di 1979’an de hatiye avakirin û xebatan dimeşîne. Gelek şaxên wê hene û tê gotin li ser ‘ol û exlaq- nirxan’ perwerdeyê dide. Weqfa Ensar 7 sal berê pir hat bihîstin. Gelo Weqfa Ensar çawa hatibû rojevê?
 
Li Ensarê destdirêjî
 
Li Karamanê zarokên li malên Komeleya Mezûnên Lîseya Îmam Hatîp a Anadolu ya Karaman (KAÎMDER) û Weqfa Ensar diman derket holê ku di navbera salên 2012-2015’an de destdirêjî li wan hatiye kirin. Derket holê ku  kesê mamoste Muharrem Buyuturk destdirêjî li zarokên 9-10 salî kiriye. Di 2016’an de bûyer derket holê û gumanbar hat girtin.
 
Bûyera destdirêjiyê wisa derketibû. Zarokê destdirêjî lê hatibû kirin nexwest biçe dibistanê û xwişka wî dibe psîkiyatrî. Zarok dibêje pornoyên sewalan pê hatiye temaşekirin û li ser vê serî li dozgeriyê didin. 10 zarokên destdirêjî lê hatibû kirin ji nexweşxaneyê rapor girtin.
 
Malbat dişînin qursan
 
Malbatên li gund û taxên bajar dijî ji bo zarokên wan bixwînin dişînin qursên weqfa mijara gotinê ye. Li gorî vegotinên zarokan û îdianameyê Muharrem Buyukturk zarok tehdîd kirine, tundî lê kiriye û tirsandiye ku bûyerê parve nekin.
 
Pêvajoya dozê
 
Di doza li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê hat vekirin de der barê gumanbar de ji sûcê ‘destdirêjiya zayendî’, ‘Tehdîdkirina azadiyê’, ‘ birîndarkirina ji qestî’, ‘Temaşekirina dîmenên mustehcen a bi zarokan ’ heta 600 salî ceza hat xwestin. Gumanbar tecawiz qebûl nekir. Dadgehê ji bo her xwendekarî cuda cuda bi giştî 508 sal ceza birî.”
 
Serê bûyerê hat girtin
 
Piştî bûyer derket holê şûnde li şûna bûyer bê lêkolînkirin û bûyerên din hene yan na ceza dan gumanbar û serê bûyerê girtin. Tiştekî din ê bal kişand helwesta waliyê Karamanê bû. Walîtiyê seranserê pêvajoya dadgehê li bajar hemû bername, mîtîng, çalakî, meş, daxuyanî û civîn qedexe kir.
 
Li dijî bertekên rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl ên li dijî destdirêjiya li Weqfa Ensar, daxuyaniyên ji aliyê desthilatdarî û derdora wan ve hat dayîn nîşan da ku gumanbarên destdirêjiyê diparêzin. Ya herî balkêş daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Sema Ramazanoglu bû.
 
Ji carekê tiştek nabe
 
Sema Razamanoglu der barê bûyerê de gotibû ; “Ev bûyera ku carekê hatiye jiyîn nikare bibe hinceta reşkirina saziya me. Em Weqfa Ensar jî nas dikin. Em xebatên wan pîroz dikin.” Parlamenterê Muglayê Nîhat Ozturk jî got ‘Em ê bi înat piştgiriyê bidin Weqfa Ensar’. Wezîrê perwerdeya neteweyî yê demî Nabî Avci jî gotibû ‘Ji ber van sûc û sûcên hatine kirin bi giştî girtina camîayê ya di bin tohmetê de ne rast e’. Desthilatdariya AKP’ê bi nêzîkatiya xwe ya danî holê bûyerên wisa normal pêşwazî kir. Parlamenterên HDP’ê di 24’ê Adara 2016’an de pêşnûmepirs da û di 4’ê Nîsana 2016’an de bi dengên AKP’ê hat redkirin.
 
Wê demê wêneyên Midurê Perwerdeyê yê Karamanê Asil Sultanoglu bi gumanbar Muharrem Buyukturk re derketin hole. Lê ev kes hat xelatkirin û li Wezareta Perwerdeya Neteweyî tayînî Muşaviriya Perwerdeyê hat kirin.
 
Li Bedlîsê jî Ensar û destdirêjî
 
Li Bedlîsê jî li Weqfa Ensar mamosteyê çanda olî O.S û M.O li 9 jinên li malên aydê weqfan diman bi şantaj û zextê destdirêjî kiribû.  Bûyer bi parvekirina Weqfa Piştevaniya Mor derketibû holê.
 
Têkoşîna jinan didome
 
Têkoşîna jinan a li dijî bûyerên destdirêjî, tundiya li hember jin û zarokan ên li tarîkat û cemaetan tên jiyîn didome. Nêzîkatî û gotinên desthilatdariya AKP’ê ku piştgiriyê dide van, dibe sedema bertekan û jin di mijara têkoşînê de şûnde gavê navêjin.
 
Sibehê: Dibêjin Hîranur ‘Cihê îlmê ye!’