Peymana Stenbolê ya ku jin dest jê bernadin

  • 09:06 12 Nîsan 2023
  • Dosya
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyamana Stenbolê ya di encama têkoşîna jinê de hat qezenckirin bi biryara Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hat feshkirin. Dadgeha bilind erê kir û jin jî di têkoşînê de bi biryar in. Ber bi hilbijartinan jin diyar dikin ku wê Peymana Stenbolê şûnde bînin.
 
Jin ji sere salên 2000’î heta niha ku AKP hatiye ser desthilatdariyê ji bo mafên xwe têdikoşin. Di encama têkoşîna 20 salan de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Desthilatdarî di encama têkoşîna jinan de neçar ma hinek guherînan bike. Ev guherînên di qanûnan de hatin kirin di jiyanê de pêk nehatin û têkoşîna jinan li dijî vê bê navber hat meşandin. Jin ji bo destkeftiyên wan pêk bên û her wiha li dijî êrîşên li hember destkeftiyên xwe têbikoşin.
 
Yek ji destkeftiyên jinan ya herî girîng a dema AKP’ê de hat bidetsxistin Peymana Stenbolê bû. Lê Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di şevekê de Peymana Stenbolê fesh kir. 
 
Di naveroka Peymana Stenbolê de çi hebe, Peymana Stenbolê çi ye, çima AKP’ê li dijî vê şer da destpêkirin?
 
Peyama Konseya Ewropa ya Der barê Têkoşîn û Pêşîgirtina Tundiya li Hember Jinê yanî bi navê Kurd Peymana Stenbolê, ji aliyê Konseya Ewropa ve hat amadekirin û gelek welatan îmze kir û di mijara tundiya li hember jinê de berpirsyariyê dide ser welatên berpirs. Ji aliyê pisporên serbixwe ve tê şopandin ku welatên peyman îmzekirine çawa pêk tînin.
 
Çima hat îmzekirin?
 
Di 7’ê Nîsana 2011’an de li Konseya Ewropa (AK) a bajarê Strazburg a Fransayê di civîna hat kirin de wek pêşnûme hat qebûlkirin. Piştre li Stenbolê di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de di 11’ê Gulana 2011’an de ji îmzeyê re hat vekirin. ji ber li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û heman dîrokê de Tirkiyeyê îmze kir, navê wê kirin Peymana Stenbolê.
 
Çima girînge?
 
Peymana Stenbolê ji bo jinan gelek girînge û jinê li dijî her cureyê tundî û newekheviyê diparêze. Peymana Stenbolê belgeyeke li dijî her cureyê newekheviya zayendî û tundiya li hember jinê ye.
 
Berpirsyariyan dide welatan
 
Ewil Tirkiyeyê îmze kir û piştre bi dehan welatî îmze kir. Di mijara pêşîgirtina tundiya li hember jinê de di alî pêşxistina polîtîkayên ku newekheviya zayenda civakî ji holê radike peywir û berpirsyariyan dide ser milên welatan.
 
Tenê ne ji bo jinan e
 
Peymana Stenbolê her çiqas der barê jinan de bê dîtin jî di esasê de hemû malbatê di nav xwe de dihewîne. Di heman demê de zarokan jî li dijî her cureyê tundî û destdirêjiyê diparêzeû der barê parastina mafên zarokan de  sererastkirinan dihewîne.
 
Derfetên piştgiriya hiqûqî dide
 
Peymana Stenbolê der barê mafê jin û zarokan de çarçoveyek şênber diyar dike. Dewlet li dijî tundiya li hember jin û zarokan divê bi rêxistinên civaka sivîl re bibe hevkar. Di peymanê de tê diyarkirin ku divê qadên parastina ji bo jin û zarokan bên avakirin. Ya herî girîng jî ji bo jin û zarokan derfeta piştgiriya hiqûqî dide.
 
Serokomarê AKP’î hedef girt
 
Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 10 sal şûnde di 2021’ê de piştî bernameyên 8’ê Adarê şûnde di 20’ê Adara 2021’ê de di şevekê de Peyman fesh kir.
 
 Ji jinan bertek
 
Li ser biryarê jin daketin qadan, dengê xwe bilind kirin û diyar kirin ku divê biryar şûnde bê kişandin. Ligel çalakiyan dest bi têkoşîna hiqûqî jî kirin. Di serî de rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komele, rêxistinên hiqûqê ji bo betalkirina biryara serokomariyê li Dadgehabilind doz vekirin. Doz li 10’emîn Daîreya Dadgehabilind hatin dîtin. Lê Dadgehabilind biryara ku Tayyîp Erdogan dabû li gor hiqûqê dît. Piştre îtîrazên li Lijneya Daîreya Doza Îdarî ya Dadgehabilind (DÎDDK) hatin kirin jî hatin redkirin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin wê mijarê bibin Dadgeha Destura Bingehîn.
 
Jin bi israr in
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û berteka jinan a li dijî xespkirina maf û destkeftiyên wan mezine. Jinan diyar kirin ku ew dest ji maf û destkeftiyên xwe bernadin û ji bo vê peyamên ku dê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dengên xwe bişînin didin.