Têkoşînê guhert

  • 09:03 10 Nîsan 2023
  • Dosya
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berbi hilbijartinan destkeftiyên jinan dikin mijara bazarê û di dema desthilatdariya AKP’ê de gelek qanûn hatin guhertin.
 
Hilbijartin nêz in û mijara herî zêde li ser nîqaş tên kirin jin in. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser destkeftiyên jinan bazarê dikin û bi vê bazarê tifaqa xwe fireh dikin. Destkeftiyên jinan ku bi bedelên mezin hatine bidestxistin her tim hedef bûn û niha berbi hilbijartinê hîn bêtir di bin xetereyê de ne. Rêxistinên jinan diyar dikin ku AKP ji sala 2010’an heta niha, her wiha piştî sala 2015’an ku bi MHP’ê re tifaq ava kiriye û niha jî bi Partiya Yenîden Refah girtine gel xwe û li hember destkeftiyên jinan şer dane destpêkirin. Rêxistinên jinanl i dijî vê têkoşînê didin.
 
Jinan di pêvajoya AKP’ê de bi têkoşîna xwe çi guhertin? Dema tê gotin destkeftiyên jinan di bin xetereyê de ne baldikşe ser kîjan mafan?Jinan di çarçoveya qanûnî û destura bingehîn de çi dan kirin? Dema em li van dinêrin em fêm dikin ku çima destkeftiyên me di bin xetereyê de ne.
 
Têkoşîna rêxistinkirî encam girt
 
AKP di 3’ê Mijdar a2002’an bû desthilatdar. Ji roja hatiye jinan têkoşîna xwe meşand, bi çalakî û brnameyan li AKP’ê guherîn û sererastkirin ferz kirin. Di encama têkoşîna rêxistinkirî de di serî de destura bingehîn, di Qanûna Cezaya Tirk (TCK), Qanûna Medenî de guhertin hatin kirin. Jinan ji bo tundî bidawî be jî têkşîn dan kampanya meşandin. Encama vê de AKP’ê peymanên navnetewî îmze kirin.
 
Di xala 10’emîn de guherîn
 
Di encama têkoşîna rêxistinên jinan de di navbera 2004-2010’an de di Destura Bingehîn de hinek guherîn pêk hatin. Der barê wekheviya jin û mêr de di 10’emîn xala Destura bingheÎn de guherîn hat kirin. Li xala 10’emîn a rêgeza ‘li hember qanûnê wekhevî’ pêk tîne, ev hat zêdekirin ‘Jin û mêr xwedî mafên wekhevin. Dewlet neçare vê bike jiyanê.’
 
Di Qanûna Medenî de guhertin
 
 Yek ji encama din a girîng a têkoşîna jinê ev bû di Qanûna Medenî de guherin hatin kirin. Bi xebatên 126 rêxistinên jinan di 1926’an de ‘Qanûna Medenî’ hatibû qetilkirin. Di vê qanûnê de guherîn hat kirin. li gorî van guherînan di esasa wekheviya jin û mêr de jiyaneke hevpar hat destgirtin. Temenê zewacê yê 15 sal bû wek divê 17 sal bê tijekirin hat guhertin. 
 
Di salên 2000’î de ku AKP hatibû desthilatdariyê di encama têkoşîna jinan de  nêzîkatiya li hember bedena jinê û ji tasarufa mêr re hatibû hiştin, jî guherî.  Bi saya rêxistinên jinan û hiqûqnasên jin, jin li ser beden û azadiyên zayendî bû xwedî mafê tasarufê. Di 2004’an de di qanûna mijara gotinê ye de bi 30 xalî re guherîn hat kirin. Bi guherînan re ji bo tacîz, destdirêjiya nav malbatê cezayên giran anîn. Di bûyerên destdirêjiyê de ‘daxwaz’ hat rakirin.
 
Yek ji deskeftiyên herî girîng
 
Dema desthilatdariya AKP’ê de bi têkoşîna jinan yekji destkeftiyên herî girîng ya hat bidestxistin Peymana Stenbolê bû. Peymana Stenbolê jin ji her cureyê tundiya diparast. Ewil Tirkiyeyê îmze kir. Piştre bi gelek êrîşan re hat rûhev. Di 21’ê Adara 2021’ê de ji aliyê serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hat rakirin.
 
Dîsa di encama têkoşîna jinan de qanûna hejmar 6284  di 8’ê Adara 2012’an de hat qebûlkirin û ket meriyete. Niha di vê pêvajoya êrîşê de qanûn bûye mijara bazarê.
 
Jin bi biryarin
 
Destkeftiyên ku bi ked û têkoşîna mezin a  jinan hatin bidestxistin niha di pêvajoya hilbijartinê de bûne hedef. Lê jin bi biryarin ku destkeftiyên xwe biparêzin. Jin ber bi hilbijartinan peyama ‘ji dijminê jinê re ji kesên ku jinan hedef digirin re deng tune ye’ didin. Diyar dikin ku wê tercîha xwe di  î alî de bikin.