Ber bi 8'ê Adarê ve: Dema azadiya jinê hat

  • 09:05 8 Adar 2023
  • Dosya
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê girîngiya tifaqê ya ji bo têkoşîn û azadiya jinê nirxandin û diyar kirin ku saleke ku têkoşîn her çûye mezin bûye û tifaq di alî azadiya jinê de ava bûye.
 
Jinên êrîş û zextan bi berxwedanê pêşwazî dikin, diçin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Jin li her qada jiyanê bi armanca guherînê têkoşînê dimeşînin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî ji bo azadiya jinê bûye alaveke nû. Di vê çarçoveyê de nûnerên jin ên partiyan der barê azadî û têkoşîna jinan de nirxandin kirin.
 
Têkoşîn mezin bû
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol diyar kir ku ji 8’ê Adara sala borî heta niha ji bo mafên hatine xespkirin têkoşîn her tim hatiye meşandin, daxwaz hatine ziman û piştevanî mezin bûye û got: “Em îsal jî bi vê biryarê diçin 8’ê Adarê. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê bi jinan re hatin gel hev û me xebat meşandin. Di hawireke ku şer, pevçûn, îstîsmar, girtin, tundiya li dijî jinê berdewam kir de jinan têkoşîna xwe mezin kir. Jinan ji bo hêza xwe mezin bikin di vê pêvajoyê de rolek çalak lîstine. Li Tirkiye û Kurdistanê bi hêviyek mezin li her qada jiyanê têkoşîn dane.”
 
‘Dema azadiya jinê hatiye’
 
Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Armanca rêxistibûna jinê û Tifaka Ked û Azadiyê azadiya jina ye. Beriya tifaqê jî rojeva jinan me bi hev re digirt. Lê Tifaqê bêguman riya vê xurt kir. Dema azadiya jinê hatiye. Nêrîna wekhev û azadîxwaz a jinan bûye kabûsê desthilatdariyê. Bi vê kabûsê wê xewa wan hîn bêtir xera bibe. Jinan bi keda xwe deriyên sedsala nû vekirin. Ev sedsal wê bibe sedsala jinan.”
 
‘Jin bi têkoşîna xwe derketin ronahiyê’
 
Endama Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Sevîlay Derman jî diyar kir ku di pêvajoya ku krîza civakî tê jiyîn de jinan roj bi roj hêza xwe zêdetir derxistine holê û têkoşîna jinê bilind bûye, dawiya desthilatdariyê tê. Sevîlayê wiha ev tişt bi lêv kir: “Desthilatdarî rojên xwe yên dawî dijî. Sedema êrîşên li hember jinê pêşketina rêxistinbûna jinan e. Em ji dîroka xwe dizanin. Êrîş pirsgirêka pergalê ye. Lê çawa ku duh jin bi têkoşîna xwe derketin ronahiyê îro jî diçin ronahiyê. Jin wê di tifaqa heyî de dengê xwe bilind bikin. Yekîtiya jinan û hatina gel hev gelekî girîng e. Di vî alî de Tifaqa Ked û Azadiyê gelekî girîng e û ji bo rêxistibûnê alavek xurt e. Em jin alternatîfa xwe ava dikin. Em jin tifaqa ked û azadiyê ji bo xweîfadekirinê wek zemîn dibînin û ji ber vê ji bo me girîng e.”
 
Têkoşîn didome…
 
Sevîlayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rizgariya jinê ji têkoşînê derbas dibe. Desthilatdarî biguhere jî wê têkoşîna jinan heta ku pergal biguhere bidome. Em di serî de ji bo azadiya xwe û ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin. Em li dijî êrîşên li hember jiyan, îrade û azadiyên xwe  hebûna xwe nîşan didin.”
 
‘Nokteya esas a tifaqê tevgera jinê ye’
 
Endama Buroya Jinan a Partiya Kedê (EMEP) Îlke Işik jî destnîşan kir ku der barê pirsgirêkên esas ên jinan de têkoşîna xwe dimeşînin û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdariya AKP’ê 20 sal in zextan li ser jinan dike û jiyan li jinan veguhertiye dojehê. Lê li dijî her cureyê zextê têkoşîneke her diçe mezin dibe ya jinê heye. Me di erdheja dawî de nêzîkatiya AKP’ê ya li hember jinan carek din dît. Pergaleke ku di bin kavilê de maye heye. Tifaqa Ked û Azadiyê di vê pêvajoyê de nîşan da ku kes ne bê rêbaz e. Tifaqeke ku hemû bindestan dihewîne ye.  Nokteya herî esas a vê tifaqê tevgera jinan e. Ji ber vê em tifaqê li cihekî girîng dibînin.”
 
Endama Meclîsa Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Bîlge Seçkîn Çetînkaya jî anî ziman ku jin muxalefetek radîkal dimeşînin û jin di nava salan de têkoşîneke mezin a li dijî desthilatdariyê nîşan dane û bandor li tevgera siyasî kiriye. Bîlgeyê wiha dawî lê anî: “Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqek ku dengê bindestan esas girtiye. Di mekanîzmayên biryarê de hejmara jinan kêm e. Sendîkayên li dijî vê têdikoşin jî di rêveberiya wan de jin pir kêm in. Em hewl didin bi pêkanîna kotayê nûneriya jinê bigihîjin asta ku heq dike. Ji ber vê jî tifaq li cihekî girîng cih digire.”