Ber bi 8’ê Adarê ve: Jinên Kurd hêza xwe ji dîroka berxwedanê digire

  • 09:12 6 Adar 2023
  • Dosya
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem  diyar kir ku têkoşîna azadiya jinan ji tevgera jinên Kurd bi bandor bûye û got dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. Felekê her wiha da zanîn ku berxwedana jinan mezin kiriye derdixe holê ku sedsala 21’ê bûye sedsala jinan.
 
Tevgera Azadiya Kurd ku afrînera dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ye têkoşîna we her diçe mezin dibe.  Tevgera jinên Azad (TJA) bi vê têkoşîna ku her diçe mezin dibe îsal bi dirûşma ‘Dem dema jin jiyan azadiyê ye’ diçin 8’ê Adarê.
 
Di beşa 6’an a dosya me de aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem der barê têkoşîn ü rêxistinbûna jinê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Sal bi têkoşînê der bas bû’
 
Felekê der barê çalakî, bername û xebatên ku salekê kirine de axivî û wiha diyar kir: “Ev salek jinan têkoşîna xwe domand û her tim li qadan û kolanan bûn. Daxwazên xwe bi dengekî bilind anîn ziman.Serhildana bi pêşengiya jinên Rojhilat hat destpêkirin  û berxwedana jinên Afganîstanê li cîhanê deng da. Me Tevgera Jinên Kurd konferansa xwe pêk anîn. Konferansa me di alî nûbûnê de di alî rê û rêbazan de gelek bi bandor bû. Jinên Kurd her tim jib o denge xwe bilind bikin li qadan bûn. Lê desthilatdariyê jî di seranserê salê de êrîşê destkeftiyên jinan kir. Li her çar parçeyê Kurdistanê berxwedan mijara gotinê bû. Li Bakur û Tirkiyeyê şerê taybet, tecrîda giran hebû.  Lê têkoşain Kurd got ew destur nadin zextan.”
 
‘Li dijî tu zextê serî natewîne’
 
Felekê bal kişand ser têkoşîna jinan û got jin hêza xwe ji fikra azadbûna jinê û azadiya civakê digirin û wiha pê de çû: “Em tevgereke ku dibêjin li dijî her cureyê êrîşê avakirina jiyana nû pêkane.Tevgera Kurd tenê xeta têkoşîna xwe diya rnake. Daxwazên jin û zraokan esas digire. Tevgera Jinên Kurd têkoşîna civakî jî dide. Ji paradigma azadiya jinê û dîroka berxwedanê hêza xwe digire. Li dijî tu zextê serî natewîne. Dîrokek têkoşîna jinên Kurd a wisa heye.”
 
'Jin hedef dikin ku vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinê'
 
Felekê wiha dirêjî daye: “Guherîna civakê bi berxwedanê dertê holê. Derkatina nasnameya berxwedana jinê jî bi berxwedanê ye. Di pandemî, OHAL, demen şer de  li Kurdistan, Îran û Afganîstanê berxwedan belav bû. Ev ji hev cesarete digirin. bi van berxwedanan tê dîtin ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinê. Jin hedef dikin ku ev sedsal bibe sedsala jinê, sedsala azadiya civakê. Dirûşma ‘Jin jiyana azadî’ dirûşma Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn, leyla Qasim, Sara, Sêvê, Nagîhan, Evîn Goyî û hemû jinên berxwedêr e. Ya li Rojhilat derketiye holê jî ev bû.”
 
'Em ê li dijî xespkirina mafan li kolanan bin'
 
Felekê diyar kir ku wê jin her tim daxwazên xwe bînin ziman û got beriya Peymana Stenbolê nehatibû fehskirin jî jin li kolanan bû ji ber ku Peyman pêk nedihat û got: “Ji ber mafên me dihatin xesprkirin em her tim li kolanan bûn. Emê her tim jî wisa bin û berxwe bidin. Têkoşîna jinê dikare pergala heyî têk bibe.Berxwedana jinê ji hev bandor dibe. Li Afganîstanê tişta derketiye holê jî ev e.Her wiha berxwedan û serhildana li Rojhilat jî evnacma vê ye. Ji Tirkiyeyê bigiri heta her çar alî cîhanê jin xwedî li berxwedanan derketin û bûn denge jinên Afganîstanê û Rojhilat.”
 
'Hêza dînamîk a civakê jin û ciwan in'
 
Felekê ev tişt anî ziman: “Hêza dînamîk a civakê jin û ciwan in.  Yên şer, xesp û talanê qebûl nakin  jin in. Ewil ji bertek nîşan didin. Ji ber vê jî desthilatdarî tehemulê jinan nakin. Ji roja desthilatdariyan xwe heyî kirine her tim êrîşê jinan dikin.Li dijî vê jî jinan xeta berxwedanê xêz kirin. Desthilatdarî xwe li ser înkar û îmha gel heyî dike. Xwezayê, çandê û nasnama tune dike û polîtîkayên şer ewil li ser bedena jinê  dimeşîne. Ewil jinan ji jiyanê qût dike.  Şerê li Kurdistan û Tirkiyê derikeve holê jî ev e.  Hedefa şerê taybet a herî mezin jin û ciwanin. Em vê baş dizanin.”
 
'Tecrîd hinceta têkoşîna me ye'
 
Felekê balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîda di şexsê Ocalan de hatiye destpêkirin li ser hemû civakê û girtîgehan tê meşandin. Felekê wiha domand: “Heta pergal neguhere û tecrîd neyê şikandin wê têkoşîna me bidome. Ji bo me tecrîd hinceta têkoşînê ye. Em îsal tevli gelek konferansan bûn. Me jî konferansên xwe pêk anîn. Tevgera jinên Kurd ji aliyê jinên cîhanê ve baş tê zanîn. Di vî alî de em dikarin bêjin ku jinên cîhanê nû jinên Kurd nas nakin. Ji zûde nas dikin. Jinên cîhanê di vî alî de ji tevgera jinên Kurd îlhamê digirin. Em ê 8’ê Adarê îsal li herêmê bi piştevaniya gelê xwe yê mexdûrên erdhejê pêşwaz bikin. Têkoşîna me wê li kolanan bidome.” 
 
Sibehê: Li cîhanê têkoşîna azadiyê ya jinê dewam dike