Ber bi 8'ê Adarê ve: Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' em ê sîstemek nû ava bikin

  • 09:07 5 Adar 2023
  • Dosya
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got bi encama polîtîkayên şer û tecrîdê birînên karesata erdhêjê nehatine kewandin û got wê jiyana ku pergala serdest a mêr talan kiriye bi perspektîfa ‘jin jiyan azadî’ ava bikin.
 
8’ê Adarê îsal di bin siya erdheja navenda wê Mereş bû pêk hat û bandor li ser gelek bajaran kir, tê pêşwazîkirin. Li aliyekî encamên hilweşîna ku desthilatdarî ferz dike tê jiyîn li aliye din jî hêza piştevanî û rêxistinî ya jinê dertê holê. Dildarên jin ên lêgerînê û TIR’ên Mor derketin rê bi piştevaniyê li herêma erdhêjê bûn hêvî.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran der barê pêşwazîkirina 8’ê Adarê ya îsal de axivî.
 
Kavila pergala serdest a mêr
 
Ayşeyê got her sal 8’ê Adarê bi coş pîroz dikirin û ev roj ji bo wan û Kurdistanê roja piştevanî û têkoşînê ye. Ayşeyê got: “Lê îsal xweserbûnek cuda heye. Me îsal jî planên xwe kiribûn. Lê erdheja mezin pêk hat bandor li ser 11 bajaran kir. Êşek mezin tê jiyîn û me nikaribû wek her sal nêzî 8’ê Adarê bibin. Me encamên karesatê hemûyan bi hev re jiya. Em nikarin pêşî li karasetên xwezayî bigirin lê amadekariya li dijî wê û teşeyê rêveberiyê gelek girîng e. Bi salane em nêzîkatiya rantxwir a desthilatdariyê rexne dikin. Me ev di pêvajoyê de baş dît. Me dît ku ev zihniyet dibe sedema çi êşan.”
 
Karesata esas zîhiyeta serdest e
 
Ayşeyê axaftina xwe wiha domand: “Pergala serdest û rejîma yek mêrî karesata ku bi salane didome ye. Vê ferasetê karesat derxist holê. Bi salane em li dijî vê têdikoşin. Em hewl didin alternatîfan biafirînin. Desthilatdarî bi rojan li holê tunebû. Li dora maseyekê civiyan û navê erdhejê danîn. Reklama ‘karesata sedsalê’ kirin. Lê karesata esas zîhniyeta serdest a mêr ya bi hezaran salî ye. Ji ber nêrîna serdestiya mêr ev e. Desthilatdarî ji bilî rant, talanê û xwe, her tiştî ji bo xwe heyî dibîne. Di 8’ê Adarên borî de me li dijî vê zihniyetê têkoşîn dida.”
 
‘Bi jin jiyan azadî re avakirina nû’
 
Ayşeyê balkişand ser perspektîfa ‘Jin jiyan azadî’ û daxuyand wê pergala nû bi jin jiyan azadî ava bikin û wiha domand: “Ev perspektif li dijî rejîma yek mêrî alternatif e. Em meclîsa HDP’ê ku diçin 8’ê Adarê dibêjin ‘em ne tenê ne em bi hev re ne’. Ji ber em bi êşên xwe jî bi têkoşîna xwe jî bi hev re ne û em di avakirina jiyana nû de jî bi hev re ne. Ji roja ewil a erdhejê me wekî jinan li herêm û navendan piştevanî bi rêxistin kir. Ev pergala ji perspektîfa jinan dûr e rizyaye. Di vê pêvajoyê de me dît ku li Tirkiyeyê tu saziyeke ku naveroka wê nehatiye valakirin tune. Em wek HDP û TJA’yê ji roja ewil de li qadê bûn.  Ji Kizilayê bigire heta AFAD’ê ji hêzên ewlehiyê bigirin heta leşkeriyê hemû rizyayî bûn. Em bi organîzasyoneke ku ji armanca xwe dûr ketiye re hatin rû hev.  AFAD û Kizilay kon difroşin. Ew jî têr nake xurek difroşin. Kaosek heye lê mêjiyekî ku vê bi rê ve bibe tune.”
 
Ev pergal ji bo jinan jî bi rîsk e
 
Ayşeyê wiha dirêjî da axafatina xwe: “Li şûna siyaseta navendî xurtkirian rêveberiyên herêmî di her alî de girîng e. Ji ber ev pergal pêk nayê dibe sedema jiyanan. Me dît ku ev siyaseta navendî çawa ji me re bûye barê giran. Ev siyasete navendî ji bo jinan jî bi rîsk e. Fatura feraseta vê pergalê li jiyanên me hemûyan tê birîn. Ji bo jinan li dijî pergala serdest a mêr rêxistinbûn gelek girîng e. Ne tenê li dijî pergala serdest a mêr li dijî hemû êrîşan rêxistibûna xweser girîng e.”
 
Jin li dijî tecrîd, şer û erdhejan ligel hev in
 
Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin tenê di 8’ê Adaran de nayên gel hev. Bi piştevaniya erdhejê re rêxistibûnek mezin derket holê. Ji bo me hemûyan bû tecrube. Ji ber me dizanibû wê dewlet çi bike. Jin tenê di 25’ê Mijar û 8’ê Adaran de nayê gel hev. Jin li dijî tecrîd, şer û erdhejê ligel hev in. Yek ji rojevên 8’ê Adarê karesata erhejê ye. Ji bilî vê tecdrîda li ser Abdullah Ocalan e. Derket holê ku fikriyata Birêz Ocalan hêza çareseriyê ye. Em ê bi pespektîfa jin jiyan azadî  jiyanê ji nû ve ava bikin.”