Ber bi 8'ê Adarê ve: Jineolojî zanista hevjiyana azad e

  • 09:07 3 Adar 2023
  • Dosya
Medya Uren
 
AMED - Endama Navenda Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rozîf Ehmed a bal kişand ser armanc, sedem, girîngî û rêxistinbûyina Jineolojiyê wiha got:"Di vê serdema ku em tê de dijîn êrîş û çewisandinên li ser jinê di asta herî jor de tê meşandin. Li beramberî wê ji bo ku jin bikaribe xwe biparêzin bidin qebûlkirin şoreşek jinê daye destpêkirin. Bi kurtahî Jineolojî, zanista jin-jiyanê, zanista hevjiyana azad, zanista modernîteya demokratîk e."
 
Bi xebatên Jineolojiyê ya ku li ser esasên jiyaneke wekhev hatiye avakirin jin xwe pê dixin û di heman demê de jî azad hês dikin. Li Kurdistanê û li welatên wekî din zanista Jineolojiyê her diçe belav dibe û civak ji vê yekê sûdê werdigire. Me li ser girîngî, armanc, xebat û belavbûna Jineolojiyê mîkrofona xwe dirêjî Endama Navenda Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rozîf Ehmed kir. Rozîf da zanî ku bi saya belavbûna Jineolojiyê baweriya jinan û xebatên jinan zêdetir bûne û got:"Jineolojî zanista hevjiyana azad e."
 
‘Jineolojî zanista jiyanê ye’
 
Rozîf Ehmed da zanîn Jineolojî zanista jiyanê ye û wiha got:"Rêber Apo ruxmê tecrîd, şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê felsefeya Civaknasiya Azadiyê ya zanista Jineolojiyê pêş xist. Ev bi xwe ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê çareserî ye. Jineolojî bû rêya jiyanê û domdar dibe. Dema em têgeha Jineolojiyê bipirsin bê guman zanista jinê tê bîra mirov. Lê bi vê re sînordar nîne, ji bo em fam bikin jî em li koka peyvê binêrin. Weke peyv ji du zimanên kurdî û latînî pêk hatiye. 'Jin' kurdî û 'lojî' jî bi latînî ye. Koka jinê ji jiyanê tê. Ev jî dide nîşandan ku Jineolojî zanista jiyanê ye. Jiyan jî hemû zindîyan ango zayendan dixe nava xwe. Herdu zayend bi hev re di nava hevsengiyê de bi hev re jiyane. Li ser vê bingehê zanista Jineolojî zayendekê înkar nake û gerdûnî ye. Jineolojî zanista zayendan e, ji ber nakokiyên heyî di navbera zayendan de dest pê kirine. Bi dagirkeran re, hêzên serdest û sîstemên weke kapîtalîzmê re ev hate kûrkirin. Li hemberî van Jineolojî çareseriya nakokiyên dibin sedema xirabûna çêkera civakê ye. Jineolojî hevjiyanek azad dike armanc. Ev jî wê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî ji holê rake.”
 
‘Jineolojî bi îdayên mezin derket holê’
 
Rozîf bi lêv kir ku Jineolojî bi îdiayên mezin derketiye holê û wiha pê de çû:"Jineolojî zanista şaristaniya modernîteya demokratîk e. Ji dîrokê heyanî îro du çem bi hev re dimeşin yek çemê desthilatdariyê ye, li beramberî wê jî çemê şarastaniya demokratîk e. Jineolojî zanista şaristaniya demokratîk e û bi van îdiayên di sedsala 21’emîn de dibe zanista şoreşa jinê. Di vê serdema ku em tê de dijîn êrîş û çewisandinên li ser jinê di asta herî jor de tê meşandin. Li beramberî wê ji bo ku jin bikaribe xwe biparêzin bidin qebûlkirin şoreşek jinê daye destpêkirin. Bi kurtahî Jineolojî, zanista jin-jiyanê, zanista hevjiyana azad, zanista modernîteya demokratîk e.”
 
‘Bi hişmendiya jinê pêş dikeve’
 
Rozîf da zanîn di Jineolojiyê de hişmendiya jinê pêş dikeve û wiha domand:"Jineolojî bi çavdêriya jin, bi fikir û felsefeya jinê pêş dikeve û qada ku herî zêde eleqedar dibe jin e lê ger em bêjin tenê jinê digire dest û bi pirsgirêkên jinê ve mijûl dibe şaş e, ji wê zêdetir di nava civaknasiya jiyanê de bi çavdêriya jinê civaknasiya heyî rast dike. Ji ber ku heyanî niha hemû zanist-civaknasiyên heyî bi zanista mêr pêş ketine bi taybet zanistên civakî pirsgirêka jinê negirtine dest û nebûne xwedî çareseriya wan pirsgirêkan. Ji bo wê ji Jineolojî pirsgirêkên jinê digire dest, di jiyanê de çaraserkirina wê esas digire. Jineolojî bi lêkolinên civaknasiyê yên ku herêm lê dijîn pirsgirêkên ku di nava civakê de di milê hiqûq, rêveberî, civakî, siyasî de ji bo çêkirina hevsengiya di navbera herdu cinsan de û çaraserkirina pirsgirêkên heyî ya bi aqilê jinê, bi meyzandina jinê analîz dike û li gorî wê herêmê çareseriyan pêş dixîne. Li gorî wê divê em bibêjin Jineolojî ne tenê zanisteke tenê jinê eleqeder dike lê wê ev zanist bi hişendiya jinê be.”
 
'Bingeheke dîrokî ya Jineolojiyê heye'
 
Rozîf bi lêv kir ku bingeheke dîrokî ya Jineolojiyê heye û wiha lê zêde kir:"Dibe ku wekî dîroka avakirinê sala 2008'an hatibe danîn lê bingehek vê ya dîrokê heye. Ev jî xwe dispêre têkoşîna jinê,têkoşîna jinên cîhanê,têkoşina jinên ku di demên neolotîk de, xwe dispêre têkoşîna jinên şoreşger.Lê di sala 2008’an de ev têkoşîn bûye zanistî û bi şêweyeke zanistî ev destkeftiyên jinê hîn bêhtir tê parastin. Ji bo wê Jineolojî wan bingehan ji xwe re esas digire û dibe parêzvanên wan destkeftiyên jinan. Ji bo wê ji 2008'an heyanî niha rêwîtiyeke pir dirêj derbas kir. Di nava civakê de da qebûlkirin û bi cîhanê da ispatkirin. Yekem car bi awayekî sîstematîk di sala 2008’an de pêş ket. Di sala 2009-2010-2011’an de jî li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem Cûdî (Mexmûr) hate nîqaşkirin. Bi semîner û perwerdeyan di nav civakê de pêş ket. Ev zanist çiye? Çima pêwîstî bi vê zanistê heye? Nîqaşên berfireh hatin meşandin.Ev ji bo me bûn derî û riyek girîng. Ji sala 2012’an şûn ve li Başûr û welatên Rojava nîqaş û semînerên Jineolojiyê dest pê dikin. Pirtûka yekem a li ser Jineolojiyê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de hat derxistin. Piştî wê li çiyayên Kurdistanê û deverên cuda konferans çêbûn. Di sala 2015’an de jî yekem akademiya Jineolojî hate vekirin.”
 
‘Akademiyên Jineolojiyê berfireh dibin’
 
Rozîf bal kişand ser berfirehkirina Akademiyên Jineolojiyê û wiha domand:"Lê em nikarin bibêjin ev akademî tenê li heremekê heye, ev akademî li her derê heye û ker kesê ku bi rengê jinê xwe hîs dike dibe endamên vê akademiyê û bi wê ve girêdayî xebatên Jineolojiyê li Rojavayê Kurdistanê jî dest pê dike û êdî li qada ku şoreşa jinê lê şîn bûye di 2008’an de konferansa Jineolojiyê lê tê kirin û di konferansê de biryar tê girtin ku Jineolojî li her deverê xwe pêş bixe û jiyanî bibe. Yekem navenda me jî li herêma Efrinê bû û Jineolojî yekem car li Efrinê sazîbûna xwe pêş xist û dest bi perwerdeyên xwe kir û hêdî hêdî belavî kantonên din ên herêma Firatê dibe. Herî dawî jî li Şehbayê navendên lêkolinê li ser pirsgirêkên jiyanî tên vekirin û van pirsgirêkên ku em rojane li gorî wan herêman pê re rû bi rû dimîne ji bo çaraserkirina wan a bi ilmê jinê, etîk û estetîkê ya li ser hevjiyana azad jin hewl didin. Li vir lêkolînên malbata demokratîk pêş dikeve. Ji derveyî van navandena, di Zanîngeha Rojava de beşa Jineolojiyê di fakulteyê de cihê xwe digire. Bi taybetî xwendevanên jin cihê xwe tê de digire û têkiliyên xwe bi zanîngehên din re çêdikin û bi saya zanista Jineolojî niqaşên li ser zanista jinê ya di aliyê navneteweyî de tên kirin. Di nava van têkiliyan de rewşa jinê, pisgirêkên jinê rêbazên çaraseriyê tên nîqaşkirin û li ser paradîgmaya jinê nîqaş dikin.”
 
'Perwerdeya li ser armanca Jineolojiyê'
 
Rozîf bal kişand ser perwerdeya li ser armanca Jineolojiyê û wiha got:"Li derveyî qada zanistê di qada jiyanê de jî li Rojavayê Kurdistanê gundê Jinwar hat avakirin. Jinwar bû cihê xewn û xeyalê jin bi vîna xwe bi serê xwe bijîn. Di Jinwarê de jinên şehîdan, jinên ku naxwazin di bin şideta mêr de bijîn, jinên ku dixwaze serbixwe bijîn û zarokên xwe bi xwe mezin bike, perwerde bikin, dijîn. Di heman demê de weke enstîtûya bi navê ANDIRAWOLF yê enstîtuya kesayatên jinên enternasyonal ku ji derveyî Kurdistanê vê zanistê mereq dikin tên di van enstîtuyan de perwerde dibin, lêkolinên xwe dikin û li cihên dijîn nîqaşên wê didin destpêkirin û belav dikin. Her wekî din li her deverê kampên bi navê xwebûn yên ku bi jinên ciwan re mijûl dibin vebûne. Hem li Ewropa, Emerikaya Latin, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatine vekirin û bi armanca zanebûnê jinên ciwan xebatên xwe dimeşînin."
 
'Destkeftiyên Jineolojiyê li civakê tên belavkirin'
 
Rozîf da zanîn hemû destkeftiyên Jineolojiyê li civakê tên belavkirin û wiha got:"Navendek me ya fermî bi navê Jineolojî li Belçika-Biruksel jî heye, her wiha li Başûrê Kurdistanê jî bi navê komeleyan, pirtûkxaneyan navendên me li wan deran hene. Her wiha di Rojhilata Navîn de xebatek me ya belavkirin û pêşxistina xebat û navendên Jineolojiyê di warê danasînê de heye. Di heman demê de lêkolinên di warê nivîstinê de li ser Jineolojiyê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Û li ser civaknasiya jinên ereb a di warê etîk û estekîkê de di warê perwerdeya jinê de di warê pirsgirêkên malbatî û civakî de ev lêkolinên me berdewam dikin. Hemî destkeftiyên ku Jineolojîyê bi dest xistine û lêkolînên ku kirine bi rêka medyaya dijîtal, kovar, bername û hwd. ji civakê re tê belavkirin."
 
'Gelek lêkolînên me bi zimanên cuda hene'
 
Rozîf diyar kir ku Jineolojî bi saya têkoşîna jinê belav bûye û wiha got:"Têkiliyên Jineolojî bi tevgerên jinên din re, wek tevgera femînîzim û tevgerên ji bo doza azadiya jinan têdikoşin, bi wan re di nava têkiliyê de ne. Jineolojî zanistek wiha ye ku hemî jin dikarin xwe di nav de bibînin û hîs bikin ku ev zanist ya wê ye, yanî ne tenê ji bo jinên kurd e, ji bo hemû jinên cîhanê ye. Ji ber vê têkiliyên Jineolojî bi jinên cîhanê re heye, jinên enternasyonel jî di nava Jineolojî de cîh digirin. Ji bo Ewropa û Emerîka Latîn Jineolojî di nava hewldana ku li wan deran navenda veke û komîteyên Jineolojî li vir bi rêxistin bike. Gelek lêkolînên me bi zimanên cuda hene. Yên bi zimanê elmanî, îspanî û hwd hene, ev jî bi saya têkoşîna jinên cîhanê yên ku xwe di Jineolojî de dîtin pêk hat. Lêkolîn, pirtûk û danehevên Jineolojî werdigerînin û ji civaka xwe re radigihînin. Ev jî dibe sedem ku têkiliyên me bi jinên cîhanê re xurt bibe û bi hev re têbikoşin."
 
'Çareseriyê jî bi hişmendiya jinê, bi zanebûna jinê, dide pêşxistin'
 
Rozîf bal kişand ser kar û xebatên tên kirin û wiha got:"Jinan serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê, belavî hemî cîhanê kir. Ev dirûşm ji xwe ber nayê gotin. Wek Rêber Apo jî gotiye bila bibe efsûnek ji bo hemî jinan, ev dirûşm jî wisa bûye formilek ku her jin xwe tê de dibîne. Jineolojî bi îda ku jin û jiyan têkiliyek wan bi hev re heye û dibe ev têkilî bi awayekî azad bi hev re were jiyîn û her kes bikare xwe di vê de bibîne. Li Rojavayê Kurdistanê gelek panel, konferans û gelek xebatên din tên birêvebirin, di van xebatan de pirsgirêk û çareserî tên destgirtin û nîqaşkirin, çareseriyê jî bi hişmendiya jinê, bi zanebûna jinê, bi xwebûna jinê dide pêşxistin û ji civakê re pêşkêş dike."