Ber bi 8’ê Adarê ve: Bi ruhê berxwedanê gav bi gav ber bi azadiyê ve

  • 09:02 1 Adar 2023
  • Dosya
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Sazî û rêxistinên jinan xebatên xwe yên 8'ê Adarê dan destpêkirin û diyar kirin ku dê îsal li qadan mafê xwe yê jiyanê bînin ziman û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re mezin bikin. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat diyar kirin. Di çarçoveya bernameyê de jin dê berê xwe bidin bajarên ku ji erdhejê bandor bûyî. Her wiha jinên Stenbolê dê îsal Meşa Şev a Femînîstan jî organîze bikin. 
 
Derbarê 8'ê Adarê de endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Rojîn Degîrmenci, ji Pîrebokên Kampûsê Gîzem Karaca û endama Jinên Ciwan ên Azad Sînem Çelebî ji ajansa me re axivîn.
 
'Dê ji bo mafê xwe li qadan bin'
 
Rojîn Degîrmencî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora erdhejê û got: "Di vê erdhejê de jî tişta ku derket pêş piştevanî bû. Ev tişt bi pêşengiya jinan pêk hat. Li vir piştevaniya civakî zêdetir bû. Gel li gorî derfetên xwe birînên xwe pêçan. Em bi hêviyek û baweriyeke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Em bi hestên hevgirtinê amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Em ê îsal bêtir ji bo mafê xwa ya jiyanê biqerîn. Em li her derê bêjin ku ne tenê jiyana jinê jiyana hemû civakê ji bo dewletê ne girîng e. Em ê li dijî jiyana erzan û koletiyê daxwaza xwe ya azadiyê bînin ziman."
 
'Li dijî tecrîdê azadî û li dijî aştiyê biparêzin'
 
Rojîn, daxuyand ku li her qada jiyanê şîdet, taciz û destdirêjî heye û wiha bi lêv kir: "Dê 8'ê Adarê bi dirûşma "Em ne bi tenê ne bi hev re ne, Jin jiyan azadî" pêşwazî dikin. Dê di 5'ê adarê de li Îskeleya Kadikoyê bibin. Di 8'ê Adarê de jî tevlî Meşa Şev a Femînîstan bibin. Her wiha bi minasebeta 8'ê Adarê jî dê berê xwe bidin bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûne. Dê bi TIR'an alîkariyê bişînin wan deveran. Jin dê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê dengê xwe li qadan bilin bikin. Ji ber ku herî zêde jin ji wan polîtîkayan bi bandor dibin. Kûrbûna tecrîdê qadên azadiyê teng dike û pergala serdest xwe wisa bi hêztir dike. Li dijî tecrîdê azadî, li dijî siyaseta şer jî aştiyê biparêzin."
 
Rojîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser berxwedan Rojhilat: "Bi pêşengiya jinan têkoşîna 'Jin jiyan azadî' belavî li tevahiya cîhanê bû. Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' helwesta xwe û biryarbûna xwe ya azadiyê bînin ziman. Sala 2023'yan dê bibe sala azadiya jin û gelan." 
 
'Bi ruhê berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî bikin'
 
Sînem Çelebî, diyar kir ku di erdhejê bi gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest dan. Berpirs dewlet e. Divê em berpirsên qetlîamê teşhîr bikin. Em ê li her qadê piştevaniyê mezin bikin. Em wisa jî 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Em roja 8'ê Adarê her tim wek roja piştevaniyê pêşwazî dikin. 8'ê Adarê roja piştevanî û têkoşînê ye. Jin dê li kolan, tax, qad, kargeh û li her derê bikin qadên berxwedanê. Têkoşîna azadiya jinan di sala 2023'yan de bêtir mezin dibe. Çiqas êrişên li hemberî jinan zêde bû têkoşîna azadiya jinê jî mezin bû û hevgirtina jinê jî mezin bû. Ji ber vê esasî em ê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêşwazî bikin."
 
'Em ê piştevaniyê mezin bikin'
 
Sînem, daxuyand ku di erhejê de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û got: "Jin û zarokên ku ji erdhejê mexdûr bûn nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji bo jin û zarokan bêtir piştevaniyê mezin dikin. Em wek Jinên Ciwan ên Azad dibêjin 'Jin hevgirtina jinan mezin dike', di 2'yê adarê de ber bi Hatayê ve bi rê dikevin. Alîkariyên ku me kom kirinê em ê bibin Hatayê. Em dibêjin bila OHAL bê rakirin ev herêmên erdhejê bibe herêma kerasetê. Bila her kes bikare xwe bighîne hewcedariyên xwe."
 
'Dewlet li ku ye?'
 
Sînem, da zanîn ku gel pirsa "Dewlet li ku ye?" dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dizanin ku dewlet dê 8'ê Adarê de li dijî jinan derkeve holê. Dewleta ku di erdhejê de ne li cem welatiyên xwe bû, dê di 8'ê Adarê de li hemberî jinan raweste. Em 8'ê Adarê ya îsal diyarî jinên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Em hefteya 8'ê Adarê dikin hefteya mezinkirina piştevaniyê. Em ê bi jinan re mezin dibin û dibêjin em diçin Antakyayê û hûn jî bên. Her wiha em ê li Antakyayê atolyeyên cuda jî li dar bixin. Em ê qala girîngiya tenduristiya jinan bikin. Her wiha em ê di 5'ê adarê de li Kadikoyê bicivin. 
 
'Em şînê nagirin em ê hersa xwe bînin ziman'
 
Gîzem Karaca jî da zanîn ku rewşa ku li herêmên erdehejê derketin holê xof bû û wiha axivî: "Dewlet qetlîamek pêk anî. Di rewşeke wisa de em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Beriya erdhejê di nav amadekariyên cuda de bûn. Dirûşma me ‘Azadiyê hilbijere û tevlî serhildanê bibe' bû lê niha rewş guherî. Niha em ê li qadan li dijî îktîdara ku 20 sal in jinan dikuje derkevin. Ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane û em şînê nagirin em ê li kolanan hersa xwe bînin ziman."
 
'Em ê jiyaneke nû avabikin'
 
Gîzem, diyar kir ku li her qada jiyanê şîdeta li hemberî jinê zêde dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo jiyaneke wekhev, azad, ewle dê li qadan bin. Em dibînin ku hêza me ya avakirina pêvajoyeke nû heye Em ê hem hesabê bipirsin û hem jî jiyaneke nû biafirînin."