Khadija Ryadi: Destkeftiyên jinên kurd herêm derbas kir

  • 09:08 24 Mijdar 2022
  • Dosya
 
ENQERE - Seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadîja Ryadî der barê deskeftiyên jinên li Rojava bi dest xistine de nirxandin kir û wiha vegot: “Şoreşa îro li Îranê tê jiyîn wê bi serbilindiyek mezin li dîroka mirovahî û jinê bê nivîsin. Wê li her derê têkoşîna jinê xurt bike.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinê (International DayfortheElimination of ViolenceagainstWomen) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 1999’an de piştî qetilkirina du xwişkên hev şûnde hat îlankirin. Îro jinên cîhanê li dijî binpêkirina serdestiya mêr û şîdetê têdikoşin û daxwaza azadiyê bilind bikin. 
 
Tevî jinan gelek maf bi dest xistine jî, di vê demê de bi destê dewlet û pergala civaka serdest êrîş zêde bûne û beramberê vê têkoşîn jî bilind dibe. Jinên cîhanê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Parêzvana maf a feminîst ya Fasî  û seroka Koordînasyona Mafê Mirovan a Magrîp  (Maghreb Human RightsCoordination ) û endama Meşa jinan a cîhanê û tifaqa NADA, Khadîja Ryadîlle, bi wesîleya 25’ê Mijdarê rewşa jinên Fasî nirxand.
 
*Li welatê we helwesta civak û deshtilatdariyê ya li hember jinê û polîtîkayên wan çawa ne, hûn dikarin vebêjin?
Jinên Fasî tevî serkeftinên di qada jiyan, aborî û civakî de bi dest xistine, her cureyê şîdetê, newekhevî û bêdadî didome. Di civaka Fasê de nêrîna serdest ya li hember jinan, zîhniyeta serdest ya jinan biçûk dixe ava dike. Ji aliyê zîhniyeta serdest ve jin ji mêr biçûktir tên dîtin û ji bo xizmeta mêr tê dîtin. Hiqûqa malbatî ya paşverû ku jinan biçûk dixîne û her cureyê newekheviyê li hember pêk tîne, hebûna xwe hîna didomîne. Ji jinê re dibêjin ji mêr re serî bitewînin û  di biryara zewacê de jî jinan davêjin plana dawî û jin di bin kontrola mêr de ye. Lê qanûna heyî jî hîna destûr dide pirzewaciyê û hejmara zarokên mexdûr yên vê zewacê bi rastî karaset û rewşeke bi fikar e. Hîna ji bo zewacên zarokan destûr tê dayîn û dayik ji mafên zarokên xwe bêpar in, destberdayî bin û welayeta zarokên wan li ser wan bin jî biryara der barê zarokan bavê wan dide. Jinek musliman ne xwedî maf e ku bi kesekî gayrîmuslîm re bizewice. Civak qebûl nake. Ji nav xwe davêje. Astengiyên li pêş mîrateya jinan û gelek cureyên newekhevî û biçûkxistinê di civaka Fasê de dertê pêşberî me.
 
*Wek jin li welatên xwe hûn herî zêde bi kîjan teşeyên şîdetê re tên rû hev? Hûn dikarin vebêjin?
 
Li gorî rapora Komîsyona Bilind a Plansaziyê û raporên ji aliyê dewletê ve tê weşandin, her cureyê şîdeta li hember jinan hîna di civakê de zêde ye. Komîsyon diyar dike ku navbera salên 2010-2020’î de ketinek heye lê di alî hejmara jinên mexdûrên şîdetê de rêje hîna bilind e. Ji sedî 34 jin hîna astengiyên wek derketina derve, astengiya xebatê û cil û bergan re tên rû hev. Ji sedî 49 rastî şîdeta psîklojîk tên û ji sedî 13 zêdetir jî rastî şîdeta fîzîkî tên. Ji sedî 14 mexdûrê şîdeta zayendî ne û ji sedî 15 ji rewşên aborî bandor dibin.  Îstatîstik bi giştî kêmbûna şîdetê destnîşan dikin, lê şîdeta nav malê jî zêde ye. Di qanûnan de destdirêjiya nav zewacê de wek teşeyê şîdetê nayê nirxandin û nîvê jinên Fasî xwendin û nivîsandina wan tune ye. Ev rewş ne xema dewletê ye û bêguman ev rewş şîdeta li ser jinan jî zêde dike.
 
*Hûn li dijî şîdetê hewldanek çawa pêk tînin û hûn jin çawa xwe rêxistin dikin?
 
Li Fasê tevgera mafê mirovan û femînîst, di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de rolek girîng dilîzin. Gelek komeleyên jinan, ji bo piştgiriya jinên mexdûr û ji bo refakatiya wan bikin navend ava kirine. Bi hev re dikevin hevkariyê û di bûyerên dertên holê de raporan amade dikin û li van navendan torek tê avakirin. Ev komele hewl didin bala hikûmetê bidin ser jinan. Heta hikûmeta berê jî yekem car li Fasê  qanûnek ku jinan ji şîdetê diparêze israr kir lê ev qels ma û tevgera jinan hîna ji bo pêşketina wê têdikoşe.
 
*Li seranserê cîhanê hûn der barê rewşa jinan de nirxandinek çawa dikin, hûn rewşa jinên Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?
 
Li Rojhilata Navîn jin beşek di bin dagirkirinê de dijîn. Hinek li Sûriyeyê di bin êrîşan de dijîn. Wek Fîlîstînê. Hemû şîdet û êrîş bandor li jinan dikin. Hejmara penaberan gelek zêde ye û şertên jiyanê pir zehmet e. Lê di heman demê de li herêmê jin bi îradeyek mezin têdikoşin. Li Rojhilata Navîn serkeftinên girîng hene. Têkoşîna jinên Kurd, jinên li herêma Rojava di alî aborî, civakî û jiyanê de destkeftiyên mezin bi dest xistine. Di hemû pozîsyonên berpirsyariyê de wekhevî heye. Ev tecrubeya cuda ev serkeftina jinên Kurd gelek girîng e. 
 
*Li Îranê bi pêşengiya jinan tevgerek tê jiyîn û şoreşa Rojava mînak tê girtin. Hûn der barê vê de çi difikirin?
 
Tiştên îro li Îranê tên jiyîn wê bi serbilindiyê li dîroka mirovahî û jinê bê nivîsin. Wê li her derê têkoşîna jinê xurt bibe. Ji rêxistinên mezin yên Fasê piştevaniyek mezin dîtin. Lê tevgera mafê jinên li rojhilat eleqeya li hember têkoşîna jinan hîna qels e. Bi taybet jî li hember serkeftina jinên Kurd yên li Îranê. Ev rewş belkî ji ber zimanên cuda pêk tê. Lê tevgera jinên Fasî ji têkiliya modelên pêşketî yên rojhilat wêdetir, têkilkiya wan bi tecrubeyê Ewropa heye. Bi giştî bi tecrubyên rêxistinên mexrîp bi sînor in. Ji ber vê jî tevgera jinan a Fas ji bo serkeftinên jinên Tunusê bişopîne wek model dibîne ji ber qanûnên Tunusê di esasê de  li gorî qanûnên Fasê zêdetir pêş ketine.
 
*Dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Li cihên ku rêxistinbûna jinan xurt e, tevlibûn û tevgerên gel zêde ne û xurt in, tevgerên pêşketî, serkeftinan bi dest dixin; Em dikarin vê li Başûrê Emerîka ku çep pir xurt pêş ketine û hêza jinan jî tê zanîn, bibînin.
 
Li herêma me divê tevgera femînîst sekneke berfireh nîşan bide. Li herêma me divê hemû jin li dijî valahî, şaşî û zextan bisekinin û ji bo vê divê xwedî cesareta exlaqî bin. Hemû hewldanên mezin û fedekarî divê biçûk neyên dîtin, lê divê niha gavek bê avêtin. Em vîzyonek nû ya tecrubeyên jinan esas digirin û nêrîna şaş a li hember têkiliya femînîst a bi polîtîkayê re, li ber çavan derbas dikin.