Sira Şoreşê: Jin jiyan azadî (6)

  • 09:01 22 Mijdar 2022
  • Dosya
 
Bandora xizanî û betaliyê ya li ser jinê binpêkirina kedê ye
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Şaziye Kose der barê jinên di qada kedê de di hedefa binpêkirinê de ye axivî û da zanîn ku xizaniya jinan ya gelek zêde ye wisa carekê de sererast nabe û  balkişand ser rêyên çareseriyê.
 
Polîtîkayên mêr-dewletê yên ku sermayedar û şer xwedî dike, tenê aliyekî biçûk mezin dike û di serî de jin aliyê din yê civakê xizan dibe. Di hawira krîza aborî de jî dîsa ewil jin bi bandor dibin. Aliyê krîza aborî ku di civakê de her cureyê şîdetê diafirîne, bandorê li ser keda jinê û betaliya jinê dike. Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê de jin li dijî pergala binpêker a kapîtalîzmê tên gel hev û xwedî li keda xwe derdikevin.
 
Cigîra Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaziye Kose di vê beşa dosyaya me de der barê têkoşîna kedê ya jinan de axivî.
 
‘Serokomar qêrîna bi sedhezaran betalî nabihîze’
 
Şaziyeyê diyar kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê betalî, xizanî ye û ev jî herî zêde bandorê li jinan dike û got: “AKP ji 2002’yan ku hatiye desthilatdariyê heta niha polîtîkayên xizanî, bêewlehî û bêrêxistinî ya li hember karkeran esas girtiye û hîna jî didomîne. Desthilatdariya Qesrê, aliyê xwe her tim ligel patronan bi kar aniye. Zem û bacê zêde dike, luksa qesrê û kara alîgiran dike bin garantiyê. Serokomar qîrina  sedhezaran welatî nabihîze û li derdora qesrê dinêre dibêje welat gulî û gulîstan e. Desthilatdariya qesrê xwe ji hemû rastiyan re digire û welatî jî ji ber xizanî û betaliyê întîxar dikin.”
 
‘Pirsgirêk tu car evqas mezin nebûn’
 
Şaziyeyê balkişand ser jinên li bazaran fêkî û sebzeyên rizandî kom dikin û wiha vegot: “Di seranserê dîroka komarê de pirsgirêk tu car evqas mezin nebû. Tevlibûna jinan a hêza kar û perwerdeyê zêde ye lê jin her diçin xizan dibin. Jin bi karên nav malê berpirs tên dîtin û di encama vê de jî ji derveyê piyasa hêza kar dimînin, an jî di karên heqdestê wan kêm de, di sektorên xizmet û çandiniyê de cih digirin. Li gorî mêran bi heqdestekî kêm dixebitin.”
 
Cudahiya di navbera jin û mêr de
 
Şaziyeyê da zanîn ku di xizaniya jinê de esasên girîng dertên pêş û wiha bi lêv kir: “Jin ji lênerîna zarokan û karên malê berpirs tên dîtin. Jinên zarokên wan di bin temenê sê salî de li gorî îstîhdama mêran sê qat kêmtir pêk tên. Dema zarok li malê tunebin di îstîhdama mêran dikeve ya jinan jî du qat zêde dibe.”
 
‘Hemû alî ber bi birçîbûnê ve birin’
 
Şaziyeyê balkişand ser zêdebûna xizaniya jinan û wiha dirêjî dayê: “Jin di karekî bi heqdest de bixebitin di mijara heqdest de pirsgirêkên cuda dijîn. Li gorî lêkolîna TUÎK’ê jin li gorî mêran kêmtir heqdest digirin. Her wiha rêjeya jinên ku diyar kirine tu qezenca wan tune jî li gorî mêran zêdetir e. Me bi jinan re hevdîtin kir. Meclîsa me ya jinan der barê vê xebatê de raporek berfireh pêk anî û bi rayagiştî re parve kir. Mijarên derketin pêş; xizanî, debar, xwegîhandina xurekan, heqdestê kêm, şert û mercên xebatê. Zemên li ser hev hatine kirin welatî ber bi birçîbûnê ve biriye. Xwegîhandina xurekên sereke yên wek şîr, goşt, hêk, penîr bûye xeyal. Jin ji bo xwedîkirina zarokên xwe hêkekê nabînin û desthilatdarî jî bila çîrokan vebêje.”
 
‘Di butçeyan de navê jinê tune ye’
 
Şaziyeyê wiha dirêjî dayê: “Şer krîza aborî girantir kiriye. Lê krîz ji bo kê tê mezinkirin. Ji bo eniya sermayê şer kar e. Şer bandorek mezin li ser jin, kedkar, zarok, ciwanan dike. Bedela krîzê çawa tê dayîn bi butçeya her sal xwe dide xuyakirin. Butçe ji lêçûnên şer û qaşo ewlehiyê re tê veqetandin. Di butçeyê de ji bo jinê tu tiştek tune. Em li dijî gelek pirsgirêkê têdikoşin. Hedefa me ev e ku qadên îstîhdama nû bên afirandin, heqdest li gorî jiyanek mirovane bê zêdekirin, avahiyên civakî bên çêkirin û saetên xebatê bên xistin. Em ji bo vê têkoşîna xwe didomînin.”