Aso Kamalî: Em dikarin sedsala 21'ê bikin sedsala jinê

  • 09:50 20 Mijdar 2022
  • Dosya
 
ENQERE - Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya KJAR Aso Kamalî wiha got: “Ya hun li dijî hemû binpêkirinan piştgiriyê didin jinan yan jî hun qet piştgiriyê nadin. Tenê piştgiriyê didin tişta ji bo wan ‘makul û xweşik’. Divê em hemû civak zordestiya li  civaka kurd tê kirin îtîraf bikin.”
 
Piştî ku desthilatdariya dîktator Rafael Trujillo di 5'ê Mijdara 1960'an de li Komara Domînîk xwişkên Mîrabal Patria, Minerva û Maria qetil kir, Kongreya Jinan a Amerîkaya Latîn û Karayîp a ku di sala 1981'an de li Bogoto ya Kolombiyayê hatin cem hev, ji bo bîranîna 3 xuşkên hev ên bi paşnavê Mîrabal 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê hat ragihandin. Di 17’ê Kanûna 1999’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi armanca hişyarkirina tundiyê di civakê de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê qebûl kir. Îro jinên cîhanê bi têkoşîna li dijî tundî û îstîsmara baviksalarî daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê dubare dikin. 
 
Tevî jinan gelek maf bidestxistine jî, di vê demê de bi destê dewlet û pergala civaka serdest êrîş zêde bûne û beramberê vê têkoşîn jî bilind dibe. Jinên cîhanê hewl didin dengê xwe bidin bihistin.  Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (The East Kurdistan Free Woman Society –KJAR) û aktîvista Rojhilatê Îranê Aso Kamalî bi wesîleya hefteya 25’ê mijdarê der barê rewşa civakî ya jinan de axivî.
 
*Li welatê we nêzîkatîya civak û desthilatdariyê ya li hember jinan û polîtîka çawa ne hun dikarin vebêjin?
 
Divê em li pergala hiqûqa Îranê binêrin. Pergala hiqûqê bi şerîetê tê rêvebirin. Ev pergal wek kanaleke versiyona tûnd a îslamê tê bikaranîn. Wek ya baviksalariyê tê bikaranîn. Ev pergala hiqûqê jinan ji mafan û rolan bêpar dike. Ji bo jinê temenê zewacê yê qanûnî 13 ji bo mêran 15 ye. Di rewşa rejîma mola erê bike ji bo jinan ev temen dikeve. Ji 1980’ê heta niha sergirtin li jinan ferze. Newekheviya li hember jinan du parçeye. Di 1979’an de Ayetullah Humynî der barê nufusa Kurdan de fetvayê dide û dibêje nifûs hemû dijqanûniye. Hemû kesên ziman û çanda wan cuda îlegal îlan dike. Ne tenê Kurdan, îdia dike ku yekane zimanê tê nasîn Farsiye. Yanî hun Beluç bin jî zimanê we dijqanûniye. Hikûmet nabêje hun kîne hun xwe çawa vedinasînin. Piştgiriya wan ji bo we tune. Ev encama kanûnê ye. Hikûmeta Îran li her qadê Fars, Musliman û Mêran esas digire. Hun ne mêr bin, divê jin jinek serîtewandî musliman û fars bin.  Ji derveyê vê hun du caran rastî newekheviyê tên. Yanî hun  jin bin hun Yaresan (Kurdên Elewî) bin, hun tune ne. Kanûna we biparêze tune. Hun bên girtin, îstîsmarkirina polîsan hema bêje di qanûnan de tê pêşniyarkirin.Mînak Jîna Emînî  hat girtin. Ji bo serdana malbata xwe çû bajarê Kurd Seqîz. Ji ber serê xwe baş negiriye hat girtin û hat qetikirin. Yanî bi kurtasî tu li Îranê jin bî tu ne tu tiştekî, tu tuneye, tu hatiye redkirin û plana duyem de ye.
 
*Li welat jin herî zêde bi kîjan cureyê şîdetê re tên rû hev? Hun dikarin hinek vebêjin?
 
 Li dijî kêmaran newekhevî heye. Ji gelek pozîsyonan tên derxistin. Jİ ber vê ger pergala rêveberiyê baviksalar be, ev otomotîk dibêje ya li malê wê jin be û yê li derve bixebite mêr e. Jin zêdetir xizanî, şîdet, manîpulasyon û bi zor zewacê dijîn. Jin civakê de tenê rastî şîdeta fîzîkî nayên. Zêdetir dijîn. Platformeke ku dengê xwe bidin bihistin tune. Riya piştgiriya jinê tune. Yek ji pirsgirêkên protestoyên niha ev e. Platformek nifûsa Fars heye. Ji ber li welatê xwe xwedî gotinin. Lê Beluçî, Kurd, Horosanî, Lur derfetên wan tune ne. Li Îranê goina navê Jîna Emînî jî bi pirsgirêke. Ji ber li Îranê xwedî navekî Kurdî dijqanûnî tê hesibandin. Di çalakiyan de jê re digotin Jîna. Malbatê digot Jîna lê di qanûnan de wek Mahsa dihat nasîn. Îran vê ji nedîtî ve tê. Hun çend caran hişyar bikin jî nabe. Ew dibêin Mahsa.  Gelo Jîna tenê ji ber jin bû hat qetilkirin?Jîna ji ber Kurdbûna xwe jî hat qetilkirin. 
 
*Li dijî van cureyên şîdetê hun çalakiyek çawa pêk tînin, wek jin hun xwe çawa rêxistin dikin?
 
Li Îranê ev pir zehmete. Li bajarên Kurd nifûsa Kurd ji sedî 95 e û li seranserê Îranê ji sedî 10’ê nifûsê ne. Lê ji sedî 70’ê digirtîgehan de ne. Rêjeya mirina nifûsa Kurd li gorî mirovên din zêdetire. Ji ber vê jî em li Îranê di alî aktîfbûna xebatan de pirsgirêkan dijîn. Zeynep Celaliyan, Sîrîn Elem Hulî hun dizanin. Ji ber vê tişta em dikin em ji derve piştgiriyê didin jinan. KJAR ya Ewropa ne tenê di qada cemawerî de ji bo gelê herêmê yên kêmar  xebatên lobî tên meşandin û komên biçûk yên jinan em dişînin parlamentoyê. Nokteya esas a KJAR’ê ev e.  Ji ber vê xebatên lobî bi saziyên alîkariyê yên tevli konferansan dibin re faliyet tên meşandin. Demên borî ji bo organîzasyonek rêxistinî ya konferansa jinan a cîhanê li Tunusê bûm. Me biryar da em li herêma MENA (Bakurê Afrîna û Rojhilata Navîn) komeke ava bikin. NY di vê eniyê de bû yek. Tişta em jî dikin bernameyên perwerdê yên jîneolojiyê ne.  Gelek semînerên em bidin hene. Em dixwazin di araneya navnetewî de dengê xwe bilind bikin. 
 
*Hun der barê rewşa jinan a cîhanê de çi dibêjin? Der barê rewşa jinên Rojhilata Navîn de çi difikirin?
 
Her herêm her dewlet, di siyasetê de cih nade jinan. Mînak NY çû serdana Tirkiyeyê û mînakek balkêş ya serdestiya mêr hat jiyîn. Erdogan ji bo hemû mêr runin kursî danibû lê Ursula von der Leyen li ser piyan ma. Ev ne tenê alî fîzîkî de ji ber mafê gotinê tune di alî psîkolojîk de jî jinê bi bandor dike. Li quncikekî dur rudinişt. Bi mêran re têkilî dananî. Ev tenê mînake. Hun bên astek xurt û bilind jî ji wan tu tiştekî îfade nake. We didin quncikekî û ev helwestek sembolîke. Em li Suudî Erebîstanê dinêrin. Nahêlin jin wesayîtê bikar bînin. Nahêlin di pozîsyonên kar de bixebitin. Sergirtin ferze. Hemû mafên wan hatine redkirin. Em li Katarê binêrin. Hovîtiya mafê mirovan tê jiyîn lê kupa cîhanê gelek girînge. Mafê mirovan di civakên kapîtalîst de pir kêm tê dîtin. 
 
*Li Îranê bi pêşengiya jinan tevgerek heye. Li Rojava şoreş heye. Hun der barê vê de çi difikirin?
 
Gelek jin dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Ev tiştekî gelek mezine. Lê dîsa jî naqokî hene. em têgehên balkêş ku em çawa qebûl bikin çi çawa qebûl nekin de hene. Li aliyê din jî ev dirûşme ji ku hatiye. Ji gelê Rojava hatiye.Ji jinên têdikoşin hatiye.Dema civakên navnetewî ev dirûşme berz kir bertek negirt. Lê dema Îranê bikar anî balkişand. Gelê Kurd çima wek terorîst tê etîketkirin an jî çima platformek ji bo axaftina wan nayê dayîn? Çima dema gelê Kurd bikar tîne rastî bertekan tê çima Îranî bikar tînin wek serkeftin tê qebûlkirin. Mirov gotin ji ku hatiye di qada navnetewî de ji bîr dikin. Dema em bi her zimanî tê berzkirin ne girînge ev ji ku hatiye. Lê girînge ji ber ‘jin jiyan azadî’ ne tenê ji baviksalariyê xilas bûnê, di heman demê de ji mêtîngeriyê xilasbûne jî.
 
*Gelo her jin piştgiriyê nade her jinê, hun der barê vê de çi dibêjin?
 
Her komên mafê jinan piştgiriyê nadin hemû jinan. Divê em vê bînin ziman. Ya li dijî her cureyê zextê piştgiri wê bê dayîn yan jî qet piştgirî nayê dayîn. Tenê wek dîtbarî piştgirî tê dayîn. Tenê tiştên makul dibînin piştgiriyê didin. Divê em civak hemû tiştên nebaş yên li hember Kurdan îtîraf bikin. Li Îranê yên herî zêde êş, ambargo û newekehviyê dijîn Kurdin. Ewil ji nifûsa Fasê jin û mêr dikevin kar. Piştî wan kêmar dikevinê. Yanî piranî nifûsa Kurd  bûn Kolbar. Kolbar di navbera sînorê Îran û Iraqê de ji bo nifûsa Fasê  mal dibir dianî. Ez wisa behsa 4-5 kîloyan nakim. Bi sedan kîlo hildigirtin. Belkî ji we re ecêb bê lê hun dikarin vîdeoyan bibînin.  Lê dema bi vî barî dgihêjin sînorê Fasê ji aliyê Muhafizên Şoreşê v tên qetiklirin. Di nav van kesên barkêş de jin jî hene. Di krîza Rojhilata Navîn de dîsa yên herî bi bandor dibin Kurdin.
 
*Dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê, hun çi difikirin?
 
Em dikarin sedsala 21’ê bikin sedsala jinê lê ger ku em bi hev re bixebitin, xwe rêxistin bikin wê bibe. Divê em ji xwe bipirsin ka me li dijî civaka xwe çi şaşî kiriye. Em van înkar bikin em nikarin pêş bikevin. Peywir dikeve ser hemû koman hemû jinan. Pêngava ewil a Abdullah Ocalan ku Kurdistanê ji dîktatoriyê xilas bike li Rojava hat destpêkirin. Em bûn şahidê vê. Li Kobanê li Ramalan li Şengalê têkoşîn hat dayîn. Ev şevekê de pêk nehatin. Ev li demê belav bû pêk hat. Li Rojhilat bi sedsalane jin têdikoşin. Artêş bi rêvebirin. Jîneolojî tenê hêzê nade jinên Rojava. Dide hemû aliyan. 
 
*Peyama we çi ye ji bo jinan? 
 
Ez ji bo hemû jinên faris dibêjim, divê hemû jinan bi nasnameya wan nas bikin û ji ber jinên cîhanê jinan pir nasname nas dikin û bi me re dixebitin. Divê em vê dewlemendiya xwe pêş bixin. Divê nasname, ziman û çand cîhanê dewlemend bikin. Divê em ji guherînan fêdeyê bigirin. Divê em bi hev re bixebitin. Ger em bi hev re bixebitin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan.
 
SIBE: Ji bo sedsala 21'ê bibe sedsala jinan têkoşîna hevpar divê