Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (5)

  • 09:02 18 Mijdar 2022
  • Dosya
 
Heqîqeta me hebûna me ye 
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Midûra Karê Nivîsan a MA'yê  Dîren Yurtsever a li girtîgeha Jinana Sîncanê girtî ye diyar kir ku li dijî îşkenceya di bin çavan de  hêza Tirk li îradeya gelê Kurd qelibiye.
 
Li Enqereyê di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna hatiye meşandin de, nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Dîren Yurtsever ya ku di heman lêpirsînê de li Stenbolê hat binçavirin bi şîdeta polîsan re hat rû hev û piştre jî hat girtin.
 
Dîren a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne polîtîka desthilatdariyê ya li hemberî rojnamegeran nivîsî. 
“6 sal berê kanala televîzyonê ku ez jî tê de dixebitim, a çapemeniya muxalîf di şevekê de bi KHK’ê hat girtin. Ez ketibûm fikaran û min got wê welat ber bi karaseteke çawa ve biçe. Ji ber ku kengê nebaşî û xerabiyek bihata kirin an jî hatibû kirin yên ewil hatibûn bêdengkirin, çewisandin çapemenî bû. Ji ber ku encax nedayîna nûçeyan dikaribû rastî veşarta û civakê xwe negîhanda rastiyan.  Di encamê de di 2016’an de bi dehan Tv, rojname û kovar hatin girtin. 
Bêguman dîroka çewisandin û zextên li hember çapemeniyê kevn e.  Sîcîla dewletê ya di vê mijarê de jî gelek xera be. Hedefa ewil a van polîtîkayên ku her tim berdewam kiriye her dem çapemeniya azad a Kurd bû. Hêzên tarî yên girêdayê dewletê di salên 90’î de ku sûcên dewletê li hember Kurdan pêk dianîn gihiştibûn asta jor, avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin, rojnameger li kolanan hatin qetilkirin, hatin girtin, surgunkirin, sansurkirin. Çapemeniya Kurd bi van êrîşan re her tim hat rû hev. Ev êrîş wek polîtîkayek dewletê bi awayekî sîstematîk didome. Lê berxwedan û têkoşîna li dijî vê bû kevneşopiya çapemeniya Azad a Kurd. Li dijî girtin, binçavkirin, qetilkirinan têkoşîn her çû mezin bû, xurt bû û berdewam kir, berdewam dike û wê bike jî.
 
Niha em pêvajoyên wisa dijî. Muxalefeta civakî; hewl tê dayîn bi tirsê bê çewisandin, zext lê bê kirin û şerekî qirêj tê meşandin. Di pêvajoyek wisa de çapemeniya Azad a Kurd dîsa di hedefê de ye. Di 16’ê Hezîranê de 16 rojnamger hatin girtin û di 25’ê cotmehê de jî  9 rojnameger hatin girtin. Teşeyê binçavkirin û girtina me parçeyek şerê qirêj e. Di 25’ê mehê de bi ser malê de girtin û bi rastî di alî fêmkirina ku dixwazin nêrînek çawa biafirînin de me zehmetî nekişand. Em ji malê derxistin û di wesayîtê de dan sekinandin. Vê bala min kişand. Ligel wesayîta em tê de du hebên din li kolanê bûn. Deriyê wesayîta em tê de vekirîbû, kes tê de tune bû destê min kelepçekirî bû. Min dît ku polîsên ez binçav kiribûm bi esnafan re diaxivin. Ji esnafan yekî destê xwe kiribû kulm û qîriya got ‘em li taxa xwe terorîst naxwazin’. Ev mijar mijareke ku bi zanebûn dixwestin ku provakasyonek pêk bê. Xuyaye ku desthilatdarî; piştgiriya civakê ya winda kiriye dixwaze ji ser vê operasyonê, netewperestiyê derxe asta jor û bigihêje hedefa xwe. Heman rewş li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Ji personelê nexweşxanê bi gotina ‘terorîsta xwendayî’ ez hedef didam nîşandan. Ev zîhniyeta ku ji xwe tehemula wan li hember Kurdan tune, li hember kesên xwendayî qet tunebû. Li gorî wan Kurdên xwendayî zêdetir bi xeter in. Li ser bertek û hewldanên min di encama nîqaşa hat jiyîn de ev pêkanîn bi dawî bûn. Ya rast navber danê.
Li Emniyetê bi senaryoyek pir cuda re hatim rû hev. Ev senaryo dihat nasîn. Ji tiştên min ji Yenî Şafak û Ajanasa Anadolu (AA) temeşa kirine. Li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê destê min kelepçekirî xwestin ez di navbera du alên Tirk de dîmen bidim. Gavekê ez şokeqê bijîm jî min fêm kir ku ji min çi tê xwestin. Dîmenê min wê wek ‘teslîm bûye sûcdar e’ di çapemeniya desthilatdariyê de bihata serwîskirin. Bêguman li pişt tiştê ku dihat xwestin bê kirin, sedem û armancên giran yên polîtîk û îdeolojîk hene. Peyamên li ser vê dîmenê bihata dayîn hene. Ya yekem dîmenên li gorî ‘operasyona mezin’ ya ku di carekê de 10 rojnameger hatibûn binçavkirin, ji wan re hewce bû. Vê di heman demê de wê bertekên rayagiştî jî biçewisandana. Her çiqas beramberê wê tunebe jî ne rojnamegerek, ‘terorîstek xwendayî’ hatibû girtin. Ji ser vê îmajê dixwestin ‘operasyonê’ rewa bikin. Ya duyemîn; çavtirsandina çapemenî û muxalefetê bû. Ya sêyemîn; ferz û şertên qanûna sansurê ya nû hatiye derxistin pêk bînin. Ya çaremîn û ya herî girîng, di vê hawira ku desthilatdariya siyasî tevli sûcê mirovahiyê bûye, de dîmenekî serkeftinê ya hêza Tirk nîşan dide, ji wan re pêwist bû. Xwestin peyameke ku Kurdên teslîm bûne, îradeya wan hatiye şikandin û dagirkirin, bidin. Bêguman ew çiqas bêjin ev prosedur e jî min qebûl nekir. Li dijî vê gotin wê gazî hêzên taybet bikin û îşkenceya fîzîkî bikin. Lê min ev îşkence da ber çavan û min ev qebûl nekir. Min got dawî mirin be jî ez wê dîmenê nadim. Min got ez ê hemû pêkanînan bidim bihîstin, ji parêzer û çapemeniyê re ragihînim û serlêdana sûc bikim. Vê biryara min bi wan şûnde gav da avêtin. Hêza Tirk, li îradeya Kurd qelibî.
 
Min li gor sedemên girtina xwe diyar kir. Şerê qirêj yê tê meşandin, hilbijartinên nêz dibin, qanûna sansurê, sûcên tên kirin û binpêkirinên mafan…Dixwazin serê hemû rastiyan veşêrin. Dixwazin ji bo beka desthilatdariyê em nebînin, nebihîzin, neaxivin. Dixwazin dengê civakê bê birîn. Ger çapemenî bêdeng be civak jî bêdeng e. Çapemenî nebîne civak jî nabîne. Girtina me jî xelekek dijhiqûqiyê ye. Lê em ê bibînin, binivîsin, biaxivin û serî netewînin. Têkoşîna me di her şert û mercî de li her derê wê bidome.”
 
JI EDÎTOR: Ev nûçe li ser navê nûçegîhana me Oznur Deger a di 29'ê Cotmehê de hat girtin û bi Diren Yurtsever re li heman qawişê dimîne hatiye amadekirin. 
 
SIBEHÊ: Hevseroka HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ji 1'emîn Girtîgeha Kandirayê bersiva pirsên me da.