Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (3)

  • 09:03 16 Mijdar 2022
  • Dosya
 
 
'Yên li pey rastiyê bin tu carî nayê bêdengkirin'
 
Derya Ren
 
AMED - Midûra nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş ji girtîgeha Jinan a Amedê nivîsî û da zanîn ku wek jinên ku pênûsa wan hilgirtine serî natewînin û got: “Yên li pey rastiyê tu car nikarin bên bêdengkirin. JINNEWS ji jinan re dibe hêvî û jinên ji têkoşîna xwe tawîz nedan jî ji me re dibin hêvî.” 
 
Ji bo sedsala 21’ê bibe sedsalan jinê, li her çar alî cîhanê jin berxwe didin û bi vî rihî jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Hember Şîdeta li Ser Jinê pêşwazî dikin. Felsefa "Jin jiyan azadî" ya tevgera jinên kurd, ku gihiştiye hemû cîhanê, em jî bi dosyayên xwe vê berxwedanê radigihînin. Me vê beşa dosyaya xwe de nirxandinên midûra ajansa me Safiye Alagaş girt dest. 
 
Sedema girtinê: Rojnamegerî
 
Safiye ku bi salane di Çapemeniya Azad  a Kurd de kedê dide di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye meşandin de bi 22 hevalên xwe re hat girtin. 8 rojan binçavan de man û di 16’ê hezîranê de bi 15 hevalên xwe re bi hinceta bername û nûçeyên çêkirine hatin girtin. Tevî 5 meh derbas bûye hîna îdianama der barê wan de nehatiye amadekirin. Safiye ji me re behsa hedef nîşandana JINNEWS anî ziman. 
 
'Dirûşmaya me ne dirûşmeyek wisa ji rêzê ye'
 
Safiyeyê destpêka axaftina xwe de got JINNEWS israra xwe ya di kevneşopiya Çapemeniya Azad de didomîne û wiha got: “Dirûşma 'Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de' ne dirûşmeyek ji rêzê ye. Dema JINNEW bi vê dirûşmê derket rê min dizanibû ne hêsane. Jinên bi JINNEWS’ê re ketin vê rê, dizanibûn ku riya wan ne hêsane. Em pênûsa Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nujiyan Erhan hildigirin. JINNEWS bi pênûsa jinên k udi riya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane de, dest bi weşanê kir. Bi pênûsa xwe bû dengê jinê. Bu dengê hemû jinên şîdet dîtine. Ne tenê bû deng di heman demê de têkoşîn meşand û hîna jî dimeşîne. Bêguman ev desthilatdariyê nerehet dike. Deng û hêza jinan desthilatdariyê ditirsîne. Ji ber vê JINNEWS her tim bin zextan de ye. Lê JINNEWS jî wek jinên ku pênûsa wan hilgirtiye, serî natewîne. Di kevneşopiya çapemeniya azad de israr dike. JINNEWS di kevneşopiya çapemeniya azad de israr dike û xwedî li paşeroj û têkoşîna îroyîn a jinan derdikeve.”
 
'Îro bêdeng namînin wê sibê jî bêdeng nemîne'
 
Safiye ku wek midûra nûçeyan a JINNEWS’ê hat girtin di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser bêtehemuliya desthilatdariyê ya li hember Çapemeniya Azad û wiha dirêjî dayê: “Bi girtinan nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. 6 mehên dawî de 26 hevalên me hatin girtin. Girtin, binçavkirin û qetikirin. Bi awayekî sîstematîk li ser xebatkarên çapemeniyê polîtîka hat meşandin. Kedkarên Çapemeniya Azad tu car bêdeng neman. Her tim rastî nivîsin. Çana berxwedanê afirandin. Ji rastiyan tawîz nedan.  Di riya heqîqetê de meşiyan. Ev berxwedane ku heta îro em anîne, her demê em xurtir kirine. Li pey rastiyê tu car nikarin bên bêdengkirin. Ji ber di riya mafdar û rast de ne. Rojnamegerên çapemeniya azad heta îro bedelên mezin dan. Lê ji rastiyan tawîz nedan, bi canê xwe bedel dan, ketin zindana hatin surgunkirin. Lê tu car bêdeng nema. Çawa îro bêdeng namînin wê sibê jî bêdeng nemîne.”
 
'Dem bi demî rastî tehdîdan hatin'
 
Safiyeyê balkişand ser îşkenca li ser rojnamegerên jin û di vê mijarê de jî ev tişt bi lêv kir: “JINNEWS her tim li dijî îşkenca li ser jinan têkoşîn dane. Jin bi îşkenca fîzîkî, aborî, hestî tên. JINNEWS wek dengê jinan her tim li dijî îşkencê têkoşînek cidî dimeşîne. Dem hat îşkenca bav, dem hat ya hezkirî dem hat a bira teşhîr kir. Herî zêde jî îşkenca polîs teşhîr kir. Bû dengê jinên li kolanê îşkence dîtin. Bêguman xebatkarên JINNEWS’ê dema têdikoşîn dimeşand bi îşkenca re hatin rû hev. Dem bi dem rastî tehdîdan hatin. Dem bi dem nehiştin em karê xwe bikin em dîmenan bikişînin û îşkeca fîzîkî li me kirin.
 
'Li hember jinê şerekî îdeolojîk dimeşîne'
 
Zîhniyeta serdet ya mêr ku bi awayekî hovane êrişê jinan dike bêguman wê JINNEWS’ê jî wisa nehêle. Zîhniyeta mêr li hember jinê şerekî îdeolojîk dimeşîne. Ji bo wan hedefa ewil ajansek nûçeyan a dengê jinê ye. Lê em çiqas îşkencê bibînin em çiqas bên qetilkirin jî desthilatdarî naxwaze dengê me derkeve. Em wek JINNEWS hem parastina xwe ya cewherî pêk tînin hem jî ji bo pêşketina parastina cewherî ya jinan pêşengiyê dikin.Ev beriya her tiştî parastinek zîhnî û rihiye. Hewcedarî bi paqijbûna rûhî û zihnî heye. Di vê esasê de divê parastina cewherî bê pêşxstin. Dive parastinên cewherî yên fîzîkî jî bê pêşxistin. JINNEWS vê esasê de rolek girîng dilîze. Ji ber vê jî JINNEWS û xebatkarên wê hedef tên girtin. Li hember jinan êriş heye. JINNEWS tevî hemû êrişan di rêya xwe de dimeşe.”
 
'Jin ji me hêzê digirin'
 
Safiyeyê anî ziman ku JINNEWS ji bo jinan hêviye û jinên şîdet dîtine ji wan hêzê digirin û got: “Jin ji me hêzê digirin û leşker û polîsan teşhîr dikin. Tevî hemû tehdîdan şûnde gavê navêjin. JINNEWS ji bo jinan bû hêvî. Der barê JINNEWS’ê de gelek doz hatin vekirin. Nûçegîhanên wê hatin darizandin û girtin. Lê dîsa jî şûnde gav navên. Di şexsê JINNEWS’ê de nûçeyên me çêkirine tên darizandin. Têkoşîna heqîqetê tê darizandin.”
 
'Baweriya min bi mezinbûna berxwedanê tam e'
 
Safiyeyê berbi 25’ê Mijdarê ev peyam parve kir: “Pergala serdest ya mêr wek duh îro jî li hember jinê îşkencê rewa dibîne. Lê têkoşîna jinê îro hîn xurtir bersivê dide. Têkoşîna jinê ya pêl bi pêl mezin dibe heye. Her deng her têkoşîn bandor li hemû jinan dike. Dengê jinê îro li cîhanê deng dide. Wek şoreşa li Rojava û ya Îranê. Ez çiqas di girtîgehê de bim jî di 25’ê Mijdarê de dilê min bi hemû jinan re ye. Baweriya min bi mezinbûna berxwedanê tam e. Ji bo hemû jinan silav û rêz. Bi Jin Jiyan Azadiyê re bi hêviya avakirina siberojên azad….”
 
JI EDÎTOR: Ev nûçe li ser navê nûçegîhana me Derya Ren ya di 25’ê cotmehê de bi ser mala wê de hat girtin û hat girtiye girtin, hatiye çêkirin.
 
* Sibê:  Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, ji girtîgeha Jinan a Sîncanê nivîsî.