Dem dema azadiya jinê ye (7)

  • 09:05 6 Adar 2022
  • Dosya
Jinên Amedê: Bi wesîleya 8'ê  Adarê em aştî û wekheviyê dixwazin
 
Medya Uren
 
AMED - Jinên Amedê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wiha gotin: "Em bi wesîleya vê rojê aştî, wekhevî û aramiyê dixwazin. Em jiyanek bê tundî û bê tecawiz dixwazin."
 
Jin di bin qeyranên aborî, civakî û şer de derbasî roja  8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dibin. Ber bi 8'ê Adarê ve me mîkrofon dirêjî jinên Amedê kir. Jinan bi taybetî ji tundî, tecawiz û qeyranên heyî anîn ziman û daxwaza aştî û wekheviyê kirin.
 
Jinên Amedê jî têkildarî roja jinan, pirsgirêk û bangewaziyên xwe bi ajansa me re bi van gotinan parve dikin;
 
Elîf Yakinelîk: “Jinbûn xweş e û bi qasî wê jî zor e. Ez hêvî dikim ku îsal ji bo hemû jinan bibe wesîleya jiyanek bê tundî.
 
Medîne Kaya:  “Bi hêviya êdî tundî neyê kirin. Ez di vê rojê de jî hestiyar im.”
 
Serpîl Oncu: “Weke jin yek ji pirsgirêka me qeyrana aborî ye. Her tişt pir biha bûye û erzan nabe. Roja jinan were wê çi bibe. Hêviya me sererastiya qeyranê û sekinandina şer e. Em ne kêfxweş in.”
 
Sezar Sîlhatar: “Jin lêdanê dixwin. Tecawiz li jinan tê kirin. Jin di kargehan de rastî mobîngê tên. Di encamê de jî em di welatekî di bin rêveberiya baviksalarî de ye dijîn. Li gel vê jî divê li dijî kesên tacîz, tecawiz û tundiyê dikin ceza were dayîn. Ji ber ku bi bêcezatiyê ev kesana kiryarên xwe dubare dikin û gelek kesên din jî teşwîq dibin. Ger em hemû bibin mirov, wê rojek taybet ji bo jinê jî nebe.
 
Hemdîye Akgul: “Ez ji jinan re kêfxweşiyê dixwazim, ji ber ku karê jinan zor e. Em kedkarên malê ne, li zarokan temaşe dikin, ji derve kar dikin û em bi van yekan re jî piştgiriyê nabînin. Hertim jî jin sûcdar tên dîtin. Tucar me nedîtiye ku mêr di kiryarên xwe de hatine tewanbarkirin. Divê li dijî wê jî gavek were avêtin.”
 
Elîf: “Em ji bo herkesî jiyanek bi aram û tije aştî dixwazin. Mêrên ku li dijî jinê sûc kirine divê werin cezakirin. Divê ji girtîgehan neyên berdan. Em herî dawî jî aştiyê dixwazin.”
 
Berçem Erkek: “Divê bêhtir ji bo jinê nirx were dayîn, ne rojekê hemû rojan. Lê mixabin mêr vê yekê nizanin û nakin. Ev bi giştî li Tirkiyeyê heman e.”
 
Berçem Yeşîler: “Divê em azadiyê di serî de di malê de ava bikin. Ger di malê de pêk neyê wê di civakê de jî pêk neyê. Divê hişmendiya bav, bira û hevjîn were guherandin. Em hêvî dikin ku em bêyî rastî tacîz, tecawiz û êrişan werin em bikaribin jiyana xwe bidin berdewamkirin.”
 
Nujîyan Yeşîler: “Em dixwazin weke ku em dixwazin bijîn, bêyî ku hinek mudaxeyeleyê jiyana me bikin.”
 
Esra Katen: “Em bi awayekî azad nikarin derbikevin, em derbikevin jî dilê me ne rehet e. Di vegerê de ger bibe dereng dubare ez bi guman im. Gelo wê tiştek bi serê min were? Wê dawiya min jî weke jinên din be gelo? Em tim bi vê fikrê dijîn. Yek ji bandorên din ku jiyana me bi bandor dike jî qeyrana aborî ye. Daxwaza me jî ew e ku dawî li qetilkirina jinan were.”
 
Nurvet Baykuşak: “Em li benda jinan e ku di 8’ê Adarê de qadan tije bikin. Divê em nîşanî wan bidin ku em ê li hember qirkirina jinê bêdeng nemînin. Divê em dengê xwe bi hev re bilind bikin. Em di nava civakek ku jin tê de tê biçûkxistin û karê dike jî tê biçûkxistin de dijîn. Pêwîst e em bi hev re li dijî vê bêjin na.”
 
Jina ku navê xwe neda jî wiha got: “Tişta ku herî zêde ez bê aciz dibim tundî ye. Jin ji hevjînên xwe, birayên xwe û bavên xwe rastî tundiyê tên. Jin jiyanek aram heq dikin û hêviya min ew e ku ev pêk were.”