Dem dema azadiya jinê ye (5)

  • 09:05 4 Adar 2022
  • Dosya
 
‘Em ê heta dawiyê li dijî şîdetê têbikoşin’
 
Marta Somek
 
STENBOL - Jinên siyastmedar, hiqûqnas, rojnameger diyar kirin ku li qadên jiyan û xebatê şîdetê ji kûrahî hîs dikin û diyar kirin ku wê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîna xwe bidomînin.
 
Polîtîkayên desthilatdariyê ji şîdet û kuştinên jinan re bingehê ava dikin û yek ji van alavên ku herî zêde bi bandore zimanê serdest yê mêr e. Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û jin bi çalakî û bernameyên xwe vi zimanî teşhîr dikin û li dijî vê têkoşîna xwe mezin dikin. Jinên siyasetmedar, sendîkayî, rojnameger û siyasetmedar, têkoşîna li dijî zîmanê serdest yê mêr didin vedibêjin.
 
‘Zimanekî rewakirî bikar tînin’
 
Edîtora Gazete Karinca Pelîn Ozkaptan diyar kir ku ew wek jinên di weşanên muxalîf de dijîn hem li dijî pergalê hem jî li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têdikoşin û neçar dimînin hemû nûçeyên ku zimanê zîhniyeta serdest dihewîne bixînin. Pelînê wiha vegot: “Dema em nûçeyên bêcezahiştina gumanbaran dixwînin, luksa me ya ku em hilbijêrin tune û mixabin ya herî nebaş jî em neçar dimînin hemû kêliyan bixwînin. Ev agahiyên ji ajansên alîgirê desthilatdariyê tên girtin,  zimanekî ku şîdetê rewa dike ye. Di heman demê de zimanekî ku vê dike pornografîk heye. Ev pirsgirêk bandor li ser me dike û pirsgirêkek ku rojnamegerên jin dijî ye. Em hemû nûçeyan dixwînin, biryar didin ku bi zimanekî çawa bidin. Her wiha em bi jinan re li her derê li dijî şîdetê têdikoşin. Li hemû qadên jiyanê û xebatê em ji kûrahî şîdetê hîs dikin. Dema şîdet tê gotin tenê kuştinên jinan tê bîra mirovan. Lê şîdet psîkolojîk, aborî û gelekên din in.”
 
Li ser rojnamegerên kurd zext zêdetir in
 
Pelînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî li ser rojnamegerên jin mekanîzmayeke zextê ya cuda jî pêk tîne û mixabin li ser rojnamegerên şoreşger yên kurd jî pêkanîn û zextek taybet heye. Pelînê wiha dirêjî dayê: “Jin li her derê rastî şîdetê tên. Mixabin kesên ji xwe re dibêjin em şoreşger û demokrat in jî zimanê şîdetê yên wekê ‘di wê saetê de çi karê wê li wir heye’ bikar tînin. Ez vê rewşê ji derdora xwe baş dibînim. Divê zimanê nûçeyê pir xesas be. Ez hewl didim li gorî vê zimanekî ava bikim. Di nûçeyek jinê de rû û nasnama jinê aşkera tê dayîn. Lê wêne û navê gumanbar tê veşartin. Divê em berovajî vê bikin. Em agahiyên der barê jinê de vedişêrin û hewl didin gumanbar teşhîr bikin. Armanca me ev e ku em zimanekî ku mêr bê cezakirin û bê teşhîrkirin, bê afirandin.”
 
Qada ku piranî mêr lê xwedî gotinin: Hiqûq
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozge Akyuz zimanê serdest yê di qada hiqûqê de nirxand û wiha bi lêv kir: “Di qada hiqûqê de jî têkoşînên ku jin didin hene. Di hiqûqê de di têkoşîna maf de bersivek vê heye. Wek her qadê di qada hiqûqê de jî jin rastî newekheviyan tên. Di vê qadê de piranî mêr xwedî gotinin. Di pêvajoya hiqûqî de polîsên mêr, li edliyeyan dozger û dadger tên pêşberî me. Piraniya mubaşîran jî mêr in. Li girtîgehan dîsa piranî memûr û midûr mêr in. Em jin li van qadan dubare dubare rastî newekheviyê tên. Em ji aliyê hevpîşeyên xwe ve rastî gotinên zayendperest û newekheviyê tên. Parêzerên jin ev anîn ziman û di baroyê de di mijara wekheviyê de cûdabûnek pêş ket. Bi saya jinan di baroyê de hişmendiyek afirîn. Li hember parêzerên jin zimanekî şîdetê yê wek ‘parêzerek dijminê mer’  hatiye pêş xistin.  Dema gumanar jin be, cezayê wan nayê daxistin. Dema em mafê jin an jî zaroke diparêzin, ji parêzerên jin re dibêjin ‘ev parêzer dijminê mêr e’. Bi vî awayî zimanê şîdetê pêş dixînin.”
 
‘Hiqûmet hewl dide destkeftiyên jinan  tune bikin’
Ozgeyê got dema têkoşîna maf didin jî bi zimanekî şîdetê yê nû re hev û di destura bingehîn û peyamanên navneteweyî de tê gotin ku dewlet li dijî newekheviyên di civakê de dikare peşî lê bigire, lê polîtîkayên dewletê mafê jinan ji holê radikin. Ozgeyê daxuyakirin ku divê rêxistinên pîşeyî li cihekî ku hiqûq tê meşandinê bisekinin û di bûyerên şîdeta li ser jinê de tevlî dosyayan bibin, bikin rapor û bûyeran lêkolîn bikin.”
 
Divê mekanîzmayên pêşîgirtina şîdetê bên xurtkirin
 
Ozgeyê daxuyakrin ku divê Navendên mafên jinan der barê şîdeta li hember jinên di pîşeyî de tên jiyîn lêpirsînên dîsîplînê bmeşînin û mekanîzmayên şîdetê hîn bêtir bên xurtkirin û perwerda taybet bê dayîn.
 
‘Bi destên meran bi neheqiyan re tên rû hev’
 
Hevşaredara Halfelî ya Îdîrê ku qeyûm tayînê şûna wê bû û niha hevseroka HDP’a Sancaktepeye, Alya Akkuş got jinên siyastmedar ji aliyê mêran ve bê bandor tên hiştin û wiha pê de çû: “Dema biryarek tê girtin fikra me nayê girtin. Dîsa gelek hevalên me yên jin bi destê mêran rastî neheqiyan tên. Li cihên dixebitin mafên wan tên xespkirin,  dest didin ser keda wan. Ev hemû ji bo pêşîgirtina jinan tên kirin. Ji ber vê hêza jinê her tim ji bo zîhniyeta serdest ya mêr wek tehdîd tê dîtin.”
 
‘Ji hevserokatiyê ditirsin û êrîş dikin’
 
Alyayê destnîşan kir ku gelek aliyên hatiye çewisandin yên jinên siyasetmedar hene û ligel zexta psîkolojîk û serdestiyê, ji hêza jinan jî ditirsin. Alyayê ev tişt vegot: “Têkoşîna jinan mêran ditirsîne. Ji ber vê li ser jinan zextê pêk tînin. Jin bi zextên dewletê re jî tên rû hev. Li vî welatî tu siyasetmedarek jin xwe bi awayekî baş nikare îfade bike. Ger li hember jinan samimiyet hebûna wê êrîşê hevseroktiyê nekiribana. Ji hevserokatiyê tirsiyan û êrîş kirin. Em wek jinên HDP’î bi gelek binpêkirinan re tên rû hev.”
 
‘Divê em dest ji qadan bernedin’
 
Alyayê anî ziman ku hêza jinê têrî her tiştî dike û wiha dawî lê anî: “Divê jin bixwe bawer bin, li qadan bin. Hêza me ya ku em vê civakê bi rêve bibin heye. Pergala serdest ya mêr ji bo cesareta me bişkîne çi ji destê wan tê dike.  Li dijî van êrîşan divê em qadan terk nekin.”
 
Di xebatên sendîkayî de zimanê serdet
 
Bahar Gok ku xebatên sendîkal dimeşîne û niha betale, bal kişand ser zimanê tacîz, tecawiz, şîdetê yên ku nûnerên sendîkayan, rêveberên îdarî, xebatkarên mêr yên li hember jinên xebatkar û got xebatkar ji ber tirsa ku ji kar bên avêtin û  mobîngê neçar dimînin tiştên dijî veşêrin. Baharê wiha vegot: “Em dipirsin dibêjin hun şîdet an tacîzê dijîn an na. Lê dibêjin ew destur nadin vê. Kêm be jî hinek jin dibêjin û ji nûnerên sendîkayê re dibêjin. Rêveberên mêr û zîhniyeta serdest tenê jin û mêrgên gumanbar ji hev dûr dixe. Jin li dijî van helwestan neçar dimînin bûyerê veşêrin. Helwesta sendîkayan li alî ku gumanbaran bêceza bihêle ye. Di encama gilîkirinan de tu ceza nayên dayîn. Li şûna îfşa û teşhîr bikin, vedişêrin. Dema mirov li dijî zîhniyeta serdet têdikoşin, bertekên şexsî tên dayîn. Jin neçar dimînin ji kar veqetin û îstîfa bikin.”