Dema dema azadiya jinê ye (1)

  • 09:01 28 Sibat 2022
  • Dosya
 
Ji Abdullah Ocalan Peyamên 8’ê Adarê 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyamên ji bo jinan ên der barê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şandiye de xebatên xwe yên di esasa azadiya jinê de wek ‘xebata herî destanî ya Rojhilata Navîn’ vedinasîne. Her wiha diyar dike ku jin bi têkoşînê dikarin bi hişmend û îrade bin.
 
Kapîtalîzma modernîte ji bo krîza dijî ji ser xwe bavêje li rê û rêbazan digere û zextên li ser civakê jî zêde dike. Lê hêza herî xurt a li dijî vê dertê jin in. Li her derê cîhanê jin ji bo jiyanek azad têkoşîna xwe dimeşînin. Sala borî jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêr qad terk nekirin û dest ji destkeftiyên xwe bernedan.
 
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û jin li her derê çalakî, bername û meşên xwe pêk tînin. Di sala ku me li pey xwe hişt de AKP-MHP’ê bi awayekî giran êrîşê destkeftiyên jinan kir û tevî hemû zextan jinan şûnde gav neavêtin. Jinên kurd bi rojevên wekî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, berdana girtiyên nexweş, rakirina zextên li ser girtiyan, bidawîkirina polîtîkayên şerê taybet, qedexeyên li ser zimanê dayikê, li qadan e. 
 
Jinên kurd bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 20’ê Sibatê de çarçoveya giştî ya bernameyên 8’ê Adarê deklere kirin. Di 25’ê Sibatê de li Kerboran ku cihê ku Garîbe Gezer a li girtîgehê hat qetilkirin, hatibû dinê starta xebatan hat dayîn. Jin di hemû bernameyan de balê dikşînin ser rewşa Abdullah Ocalan û azadiya wî dixwazin.
 
Me jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê 8’ê Adarê de kom kirin.
 
‘Xebata herî destanî ya Rojhilata Navîn’
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 8’ê Adara 2006’an de xebata xwe ya der barê azadiya jinê de wek ‘destan’ vedinasîne û wiha dibêje: “Azadiya jinê hîmê têkoşîna azadiyê ye. Xebatên min ên der barê ku jin azad bibin de tên zanîn. Xebata min a herî destanî ya Rojhilata Navîn, xebata der barê azadiya jinê ye. Li gorî min azadiya jinê, ji xebatên rizgariya ked û welat pir pêşdetir e. Ji ber ku jin, çîna yekemîn a bindest a koletî û paşverûtiyê ye. Ji ber vê jî ji bo azadiya jinê têkoşînek mezin divê pêk bê.”
 
Jin divê serxwebûna xwe biparêze
 
Rêberê PKK’ê di berdewamiyê de van îfadeyan tîne ziman: “Em di têkoşînek zehmet lê ya bi rûmet de ne. Bêguman em wisa hêsan nehatin van rojan. Min gelek xebat, axaftin, diyalog kirin. Divê em hedefên xwe kûrtir bikin. Jin ji bo azadiya xwe divê di îdeolojiya rizgariya jinê de kûr bibin. Divê di alî îdeolojîk de hebin. Li dijî mêran divê xwe pêş bixin, bi mêran zêde bawer nekin. Divê jin serxwebûna xwe biparêzin. Divê jin ji azadiyê netirsin. Ez wisa bi jinan re heval im. Min ji jinan re hevaltiyek bi heybet kir. Hevaltiyek min a xurt bi jinan re heye. Ev mijarek hêz û baweriyê ye. Ez wisa bersivê didim keda jinan a der barê min de. Tişta ku ez dixwazim jin bizanin ev e ku divê jin bi qasî ku şer, aştî û qedera xwe diyar bikin, xurt bin.”
 
‘Ez xwe wek karkerê hezkirinê didim nasîn’
 
Di heman hevdîtinê de nêzîkatiya xwe ya li hember jinê wek ‘karkerê hezkirinê’ bi nav dike û van tiştan dibêje: “Ez xwe wek karkerê hezkirinê vedinasînim. Ez ji bo we dijîm. Bêrîkirinên wek hinceta jiyana min e. Ez bi we re me. Jiyanek azad a bê qezenckirin heye. Cîhanek azad a bê qezenckirin heye. Tu car nekevin têkiliyên erzan, bê nirx û êş. Divê di hezkirinên we de wate û nirxa hezkirinê hebe. Ne dogmatîk bin. Tu car bê rêgez nebin. Min hewl da ez kirinek mezin ji bo we amade bikim û pêşkêş bikim. Li ser bisekinin û teqez xwe bigihînê. Li gorî rihê demê bi sekna xwe bibin bersiv.”
 
Divê jin xwe bi rêxistin bikin
 
Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 2007’an de balkişand ser girîngiya rêxistina jinan û ev peyam şand: “Nêzîkatiya min a li hember jinê tê zanîn. Ji bo azadbûna wan a di alî fikrî, siyasî û felsefî de min kedek mezin da. Min îdeolojiya rizgariya jinê ji bo azadbûna wan pêş xist. Bi kurtasî dixwazim vê bêjim;Min di mijara azadiya jinê de xwe anî rewşek bi bandor. Di mijara azadiya zayendî û jinê de di alî felsefî de li cihekî girîng im. Ez vê ji hemû jinan re dibêjm. Divê di alî rizgariya jinê de xebatên girîng bên kirin û jin xwe pêş bixînin. Divê pir bixebitin û pir xwe bi rêxistin bikin. Di mijara azadiya jinê de divê zayenperestî neyê kirin. Zayendperestî bi qasî netewperestiyê bi xeter e.  Bi tena serê xwe azadiya zayendî têr nake. Hûn ê ji wan re bêjin, ev mijara baweriyê ye, azadiya jinê ne karekî hêsan e. Derfetên min hebin wek berê di vê mijarê de ez ê fikrên xwe di pirtûkê de binivîsim. Ez ê her tim piştgiriyê bidim wan. Ez piranî aliyên fikrî û felsefî wê ava bikim. Min ji bo azadiya wan têkoşîn da. Azadbûna jinê mijarek girînge. Lê wek min got divê rêxistinbûna xwe û azadiya xwe pêş bixin.”
 
‘Ev pirsgirêka desthilatdariyê ye’
 
Abdullah Ocalan di peyama di 2008’an de diyar kir ku desthilatdarî û tekel cîhanê bi rê ve dibin û wiha dirêjî dayê: “Bi wesîleya 8’ê Adarê bêm pirsgirêka jinê. Di esasê de ev pirsgirêka desthilatdariyê ye. Bi fînansa kapîtal mirovan dixapînin. Tekel bi vî awayî cîhanê bi rê ve dibin. Vî karî jî bêyî ku tu hilberînê bikin, trîlyon, katrîlyonan jê re vediqetînin û dikin. Emerîkayê bêyî ku tu beramberê wê hebe, tahvîl-mahvîl a katrîlyon firot cîhanê. Niha ev balona mezin li her derê diteqe. Tişta dibêjin krîza aborî çiye? Lê tu hêz nikare xwe ji tekelan xilas bike. Binêrin qet dengê Çînê dernayê. Rûsya terbiye kirin. Welatên dengê xwe derdixin jî cîhanê li serê wan xera dikin. Van hemûyan jî di qada navneteweyî de bi senetên hîseyê, tahvîl-mahvîl, li ser kaxizan dikin. Vana ji vî pereyî dan AKP’ê jî. Wê kurdan jî fêrî pereyan bikin. Niha dibêjin wê Erbîlê bikin Dubaiya duyem. Ji niha de krediyên mezin hatin destpêkirin. Fînansa kapîtal dixwaze her tiştê di bin kontrola xwe de bigire.”
 
Azadbûna bi rih û mejî...
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de wiha vedibêje: “Di pirsgirêka jinê de wê mirovan bi pereyan, bi jinan bixapînin. Dixwazin xeta xwe wiha bidin rûniştandin. Fînansa kapîtal jinê di vê mijarê de bi kar tîne. Binêre di reklaman de hûn dibînin her tişt li ser jinê ye. Desthilatdariya fînansa kapîtal a hûn ê li dijî vê serî bitewînin an jî hûn ê bimrin. Wekî din rêbaz tune ye. Jinê wek alava zayendê bi kar tînin. Min berê jî gotibû. Faşîzma herî hov nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye. Ji ber vê divê baş bê fêmkirin. Nêzîkatiya min a li hember jinê di esasa azadiyê de ye. Ev çiqas ji bo gel wisa be ji bo jinê jî wisa ye. Divê mirov xwe baş venasînin û baş nas bikin.  Azadî ferz e. Lê azadiyek bi mejî û rih.”
 
‘Bi 3 S’yan li ser civakê dibe desthilatdar
 
Abdullah Ocalan der barê ku fînansa kapîtal çawa li ser civakê serdest dibe jî wiha dibêje: “Min di rojnameyê de xwend jinek doktor dixwaze dest ji hevjînê xwe yê leşker berde û bi 12 guleyan tê kuştin. Belê fînansa kapîtal vê ji jinê re dibêje; An tuyê serî li dijî destilatdariya min bitewînî an jî ez te dikujim. Berê jî min gotibû. Min got çanda tecawizê. Her roj tecawizî jinan dikin. Di vê çanda tecawizê de ne rihê jinê ne şexsê wê saxlem dimîne, ne feraseta xweşikbûnê ne evîndarî. Kapîtal fînans mirovahiyê red dike. Li ser zayendiyê li ser civakê serdest dibe. Lê divê mirov divê jiyankirinê baş fêm bikin. Ev mijara 5 hezar salî ye. Berxwedana jinan a bi heybet li dijî vê heye. Divê jin xwe baş nas bike. Biqasî jinan divê mêr jî xeta azadiyê baş fêm bikin. Kapîtalîzm bi van desthilatdariya xwe pêk tîne. Li ser jin û civakê dibe desthilatdar. Min gotibû  3 S. Futbul, huner. Binêrin her kes futbolîk bûye. Bi futbolê radibin û rûdinin. Wek huner her roj bi hezaran kes dertên holê. Kes nizane kî bi kê re ye. Ev ne hunera rast e.  Kapîtal fînan mirovan tîne vê rewşê.”
 
‘Ez fikra şaristaniya demokratîk pêş dixînim’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama 8’ê Adara 2009’an de wiha dibêje: “Ez hemû jinan silav dikim 8’ê Adara wan pîroz dikim.  Hegel ji têkiliya kole-efendî derket rê û gihişt netew dewletê. Ez jî ji ser binpêkirina mêrê kurnaz derketim rê û gihiştim şaristaniya demokratîk. Bi parêznameyên min tê gotin ku paraleliyek di navbera ‘fenomenolojya Tînin’ a Hegel de heye. Min Fenomenolojiya Tînin piştre xwend. Dişibin hev. Bêguman Hegel 200 sal berê gotiye. Ez niha dibêjim. Balkêş e. Hegel fîlozofê netew dewletê ye, ez jî fikra şaristaniya demokratîk pêş dixînim.”
 
‘Jina ez dibêjim jina xwedî îrade ye’
 
Abdullah Ocalan di 2010’an de jî wiha dibêje: “Ez 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikim, silavên xwe dişînim. Heta Sumeran di pêvajoya 5 hezar salî de dema dayiksalarî hat jiyîn. Di Sumeran de îlana dema baviksalar hat kirin. Ji dema Sumeran heta niha dema baviksalar e. Heta roja îro 5 hezar sal a dayiksalar 5 hezar sal jî dema baviksalar bû. Di feraseta me de ne dayiksalarî ne baviksalarî heye. Di felsefeya me de herduyan tîne gel hev. Divê jin û mêr ligel hev bijîn. Dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê fêmkirin. Tişta ez dibêjim ne azadiya zayendî ye. Ez vê nabêjim. Ya ez dibêjim jiyaneke ligel hev e. Yekbûna jin û mêr ancax wisa watedar be. Dema behsa azadiya jinê dikim behsa jina xwedî hişmend û bi îrade dikim. Fikra min a der barê jinê de pir cuda ye, pir nû ye.”