Gelo edaleteke çawa? -3 l Pêkanîna edaletê pêwistiyek e

  • 09:03 26 Sibat 2022
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Amed, Şirnex û Mêrdînê, bal kişandin li ser şert û mercên herêmê û gotin: “Ger edalet hebe dê hesabê hemû komkujiyên ku li herême pêk hatî bê pirsîn. Lê ji bo pêkanîna edaletê jî têkoşîneke civakî hewce dike.”
 
Me di beşa 1’em û 2’yem de pênaseya edaletê, pratîzekirina edaletê ya di serdemên cuda de pêk hatî û her wiha mînakên lêgerîna edaletê yên civakê anî ziman. Lê di şert û mercên îro de lêgerîna edaletê di her qadên jiyanê de belavbûye. Di beşa 3’yem a dosyaya xwe de me cih da nêrînên welatiyên Amed, Mêrdîn û Şirnexê. Edalet tê çi wateyê, edaleteke çawa daxwaz dikin û ji bo pêkanîna edaletê divê çi bê kirin, şîroveyên xwe ji ajansa me re kirin. Em ê bi şîroveyan dawî li dosyaya xwe bînin. 
 
‘Ji mafê xwe mehrûm in’
 
Hevseroka Komeleya Astengdaran (GAP) a li Amedê, Sara Erdem edaletê wiha pênase kir: “Edalet, ferq û cudahî nexistina di navbera nîjad û zayendan de ye. Em astengdar di vê mijarê de pir dilêşin. Astengdar bi bêedaletiyê re rûbirû dimînin û pirsgirêkên dijwar dijîn. Di aliyê tendirustî, ragihandin, çûnûhatin û pêwîstiyan de jî herî zêde jinên astengdar bêedaletiyê dijîn. Li gorî min edalet ji bo her beşê civakê pêwîstiyek e û divê were pêkanîn. Ger edalet gerdûnî be pêwîste ji bo herkesî wekhev be.”
 
‘Edalet dê çawa pêk bê..!’
 
Cigira serokê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê Ezgî Sila Demîr jî derbarê pêkanîna edaletê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Edalet gotinekî ku em bi hesreta wê dijîn e ango gotinekî ku demek dirêje em nabin şahidê hebûna wê ye. Ango di oxira wê de em têkoşîneke mezin didin. Ji bo me ger aştî pêk were wê edalet jî pêk were. Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, ger jin mafên xwe yên wekheviyê qezençbikin wê demê edalet jî pêk were. Ger kujerên Malbata Şenyaşar bên darizandin,  Gulîstan Doku bê dîtin,  dengê Dayikên Şemiyê bê bihistin dê wê edalet pêk were. Kengî heqîqet û aştî hat nîqaşkirin û bû mijara gelan wê edalet cihê xwe bibîne.”
 
‘Dema pirsgirêk bên çareserkirin dê edalet pêk bê’ 
 
Încî Guler xwişka Abdulselam Guler ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, tevlî çalakiya “Nobeta Edaletê” ya li Baroya Amedê bûye, wiha pênaseya edaletê kir: Ji bo me edalet tê wateya wekheviyê. Lewra ji ber ku em ji wê edaletê mehrûm in me dest bi çalakiya ‘Nobeta edaletê’ kir. Niha li Tirkiyeyê her kes di lêgerîna edaletê de ye. Belkî ev ne daxwaza me daxwaza hemû Tirkiyeyê ye. Tirkiye qanûnên xwe bi xwe binpêdike. Em ji dibêjin heta ku girtiyên me neyên berdan, pirsgirêkên li girtîgehan neyê çareserkirin. Edalet dema pirsgirêk hatin çareserkirin dê pêk bê. Bangewaziya me ya edaletê bibhîsin.” 
 
Têkoşîna dayikan a ji bo edaletê
 
Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) a li Amedê Sunay Aslan da zanîn ku li Tirkiyeyê edalet tuneye û got: “Bêedaletiyê jî herî zêde Gelê Kurd dijîn. Kurd hertim ji bo pêkanîna edalet û aştiyeke mayînde di nav têkoşînê de bûn. Mînakên wê têkoşînê yên şenber jî Dayikên Şemiyê ye. Lêgerîna edaletê ya dayikan bûn sembol. Em ê hertim ji bo pêkanîna edaletê têbikoşîn.” 
 
‘Ji bo edaletê wijdanbûn pêwist dike’
 
Ji bo endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Cemîle Akbay jî edalet tê wateya aştî û demokrasiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji bo min edalet, aştî û demokrasî ye. Ji bo wê jî wijdan û mirovatî pêwist e. Gava em lê dinêrin li her derê newekhêviyek û binpêkirinek heye. Ji bo ku edalet çêbibe aştiyeke lazim e. Em ê heya mirinê jî ji bo pêkanîna edalet, aştî û demokrasiyê têbikoşin.” 
 
‘Divê qanûn adilane be’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran û berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Mêrdînê Eylem Amak, jî wiha bal dikişand ser pêkanîna edaletê ya di hêla hiqûqê de: “Ji bo pêkanîna edaletê divê qanûn adilane be û divê qanûn li hemberî her kesî wekhev be. Lê mixabin wekhevî tenê di gotinan de dimîne. Xwegihandina qanûnan a civakê li gorî statuya şexsan diguhere. Bi taybetî jin ji ber faktorên çîn, zayend, netew, ol, perwerde, nasname û hwd, nikarin xwe bighînin edaletê. Di pergala baviksalarî de parastina mêr dibe sedem ku jin bi êrişan re rûbirû bimîne. Li dijî newekheviyan divê cudakariya pozîtîf bê kirin, ev tişt dê xizmetê bide avakirina civakeke adilane.” 
 
Di qada tenduristiyê de edalet…
 
Sekretera Jinê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrdînê Gulnîgar Laçîn Karataş, wiha behsa mekanîzmaya edaletê ya di qada tenduristiyê kir: “Em weke rêxistina tenduristiyê mafê jiyanê mafekî pîroz dibînin. Her çi dibe bila bibe jî pêwîste ku mafê tenduristî, xizmetguzarî û belavkirina çavkaniyên bijîşkî ji hemû welatiyan re wekhev û edilane be. Bi taybetî li Tirkiyeya rewş her diçe dijwartir dibe. Ji ber şert û mercên jiyanê û hem jî pirsgirêkên di her qonaxê de yên di hêla tenduristiyê de derdikevin holê, nîşaneya kêmasiya pergaleke adilane ye.”
 
‘Ji bo Pakîzeyê  û hevalên wê edalet’
 
Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiya Şirnexê Pakîze Nayir, di 4’ê çileya 2016’an de di encama gulebarana ji wesayita zirxî de hat qetilkirin. Dayika wê Behiye Nayir bi salane li benda pêkanîna edaletê ye û wiha axivî: “Pêkanîna edaletê ji bo me hemû tişte. Dema edalet pêk bê dê azadî, aştî û demokrasî jî pê re bê. Tu kes feydeya şerê nedîtiye. Di encama şer de civak zirarê dibîne, mal û milkên xwe winda dike û zarokên wan tên qetilkirin. Keça min Pakîze û hevalên wê tenê edalet û jiyanek azad dixwestin. Ger ku hemû dewletên dinê li hember neheqiyê dest bidin hevdû wê demê dê edalet pêk bê. Îro ev bêedaletî di aliyê aborî, siyasî û civakî de bandora xwe nîşan dide. Dive gel xwedî li hev derkevin û edaletê bixwaze. Li hember bêhiqûqî û bêedaletiyê divê tu kes bêdeng nemîne.”
 
‘Ger edalet hebe dê hesabê komkujiyan bihata pirsîn’
 
Taybet Înan a ku bi navê Dayika Taybet di hafizaya mirovan de cihê xwe girt di 19'ê kanûna 2015'an de ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Keça wê Halîme Akin jî wiha qala bêedaletiya ku tê kirin kir: “Ên ku gel dikujin, qetildikin, binçavdikin û digirin bêedaletiyê dikin. Li Roboskî, Enqere, Cizîr, Silopî hwd. komkujî pêk hatin lê heta ji bo wan edalet pêk nehat. Kiryarên van komkujiyan nehatine cezakirin. Mehmet Tûnç, Dayika Taybet çi kiribûn? Ger edalet hebûya dê kiryarên van komkujiyan bihata pirsîn. Edalet hebûya ev komkujî dê bihatana ronîkirin. Lê heta ku edalet pêk bê û kujer bên darizandin em dev ji doza xwe bernadin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê tim bînin ziman.”
 
‘Ji bo girtiyan edalet…'
Dayika Mehmet Tunç û Orhan Tûnç ên li Cizîra Şirnexê hatibûn qetilkirin, Esmer Tûnç, destnîşan kir ku gelek zilm û êş dîtine û got: “Dilê me dayikan şewitiye, em naxwazin dilê tu kesek dinê jî bişewite. Bi salane em daxwaza edaletê dikin. Serok û zarokên me di girtîgehan de navbera çar dîwaran de bi awayek bê hiqûqî û bê edaletî tê girtin. Hevserok, parlamenter û hilbijêrên me bi awayek bê hiqûqî û bêedaletî hatine girtin. Ew hovîtiya li ser Cizîra Botan em tu carî ji bîr nakin û mirov zindî hatin şewintandin. Ji ber bêedaletiyeke mezin ev hovîtî li Cizîrê hat jiyîn. Zarokên me bi hovîtî hatin qetilkirin. Em heta Ewropayê jî çûn û lê hemû devlet çav û guhê girtin. Kujerên zarokên me nehatin dîtin û cezakirin. Gelê Kurd her tim alîgirê edaletê bûn. Em dixwazin edalet pêk bê zarokên me û serokê me azad bibe. Em tu carî hêviya xwe ya pêkanîna edaletê winda nakin. 
 
Lêgerîna edaletê ya Malbatên Roboskî 
 
Di 28’ê kanûna 2011’an li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn, dema derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Şervan Encu yek jî wan bû ku hat qetilkirin. Dayika wî Leyla Encu bi sala ne li benda pêkanîna edaletê ye û wiha dibêje: "Di ser komkujiya Roboskiyê de 10 sal borî lê hîn jî kujerên zarokên me nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Edalet ji bo me pêk nehat. Ser vê dozê girtin û heta niha di dosyeyê de tu pêşketin tuneye. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin kujerên zarokên me bên darizandin. Çavên me li televîzyonê ye. Em dibêjin azadî, ew dibêjin komkujî. Dewleta Tirk ev 10 sal in ji bo me tu tiştî nekiriye. Ez dayika 34 şehîda me. Em dayikên Roboskiyê daxwaza edaletê dikin. Em naxwazin êdî şer û komkujî pê bê, lê Dewlat Tirk her diçe şer kûr dike. Çi heqê wan heye ku vê tiştê li me bike. Çi mafê wan heye ku vê bê edaletiyê li ser gelê me dimeşînin. Bila dev ji vê şerê berdin. Em jiyanek azad, wekhev û biedalet dixwazin."
 
Qediya.