Ayşe Batumlu: Birêz Ocalan ji bo aştiyê bû aktorê sereke (4)

  • 09:01 14 Sibat 2022
  • Dosya
 
Nişmiye Guler-Gulîstan Dursun
 
STENBOL - Parêzer Ayşe Batumlu pêvajoya ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye, komploya 15’ê Sibatê nirxand û got Abdullah Ocalan, astengiya herî mezin a li pêş Projeya Rojhilata Navîn tê dîtin, ji ber vê dîl hatiye girtin. Ayşeyê daxuyakirin ku serokê PKK’ê aktorê sereke yê aştiyê ye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal berê bi komploya navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin û 23 sale li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Heta niha gelek caran ji bo Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat dayîn. Tevî hemû serlêdanan tecrîd her ku çû girantir bû. Her wiha ev 11 mehe jî agahî ji Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan nayê girtin.
 
Parêzer Ayşe Batumlu ku parêzeriya Abdullah Ocalan kiriye û ji 2011’an heta niha bi hincetên hiqûqî çûyîna wê tê astengkirin, pêvajoya 15’ê Sibatê, komploya navneteweyî û tecrîd nirxand. 
 
*We di navbera kîjan salan de parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir? Kîjan salê hevdîtina yekem çêbû?
 
Serlêdana min ya ewil di 2001’ê de bû. Me bi hevkariya hevpîşeyên xwe yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev ji rayedaran re ragîhand. Wê demê ne girtîgehek girêdayî wezareta dadê bû. Yanî statuyek li dij hqûqê hebû. Bawerim di bin erêkirina hinek mekanîzmayên dewletê re derbas dibû. Serlêdana 2001’an heta 2003’an hat sekinandin. Di 2003’an de gotin dikarî biçî. Çûyîna min a ewil Sibata 2003’an bû. Bi hinceta koster xerabeye, muxalefeta hewayê em vegeriyan. Ez wê demê seroka ÎHD’a Bursayê bûm. Hevdîtina min ya ewil di 2004’an de pêk hat.
 
*Em li ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bisekinin. Atmosfera siyasî û civakî ya wê demê çi bû?
 
Birêz Ocalan bi koployek navneteweyî anîn. Yên ‘Projeya Rojhilata Navîn a Mezin’ dan destpêkirin para wan tê de mezine. Bi projeya hevpar a lîderên emperyalîst a bi rêbertiya DYA’yê ev komplo pêk hat. Ji ber ku pirsgirêka Kurd li pêş Projeya wan astengiya herî mezin bû. Çareseriya pirsgirêka Kurd dikaribû pêk bihata.  Lê ev wek tehdîd hat dîtin. An jî dewleta tirk bi tena serê xwe nikaribû ev tişt bikira. Ji ber li pêş Projeya Rojhilata Navîn astengî dîtin, xwestin siyaseta Kurd teslîm bigirin û Birêz Ocalan teslîmê Tirkiyeyê bikin.  Gelo ev ji bo wan bû fêde? Ev wisa bû; mixabin ev 23 sale pêvajoya demokratîkbûnê hat taloqkirin.
 
*We bi salan parêzeriya Abdullah Ocala kir. Hun bi dehan carî hedef hatin girtin. Hatin darizandin. We wê demê çawa biryara parêzeriya Abdullah Ocalan ku bikin da?
 
Em hiqûqnasin. Wê demê min ev parast; Ne hewceye nasnameyek polîtîk a hiqûqnasek hebe, ji bo li dijî vê pirsgirêkê bi hestiyar tevbigre. Lîderekî sedsalê bi operasyonekê anî bûn.  Ji pêvajoya darizandinê bigirin heta pêvajoya girtîgehê hiqûqa hundir pêk nehatiye. Divê di vê mijarê de hiqûqnas eleqeder bibûna. Kesî ev red nedikir. Ger ku bihata xwestin.  Krîterekî Birêz Ocalan yê ‘bila  ji vê avabûna siyasî be’ tune bû. Ji hevdîtinên hiqûqnasan kêfxweş dibû. Ji ber vê jî ji bo ev bê zanîn divê hinek mirov hiqûqê bizanibin.
 
Em behsa kesekî ku du mehan hat darizandin û cezayê darvekirinê lê hat birîn, dikin. Ev ne tiştekî adîlane bû. Li girtîgehek taybet, dadgehek taybet hat avakirin. Ev li dijî rêgeza dadgeriyê ye. Kesên hişê wan li serê wan vê dizanin, gelo ma ji bo şexs dikare dadgeha taybet bê avakirin. Divê dadgeh objektîf û bê alî be. Lê pir aşkera bû ku ev ne wisa bû. Ya ku ez ji bo hevdîtinê birim jî ev faktor bû. Ez seroka ÎHD’a Bursayê jî bûm. Ez nikaribûm bêhestiyar tevbigeriyama. Her wiha li aliyê din jî min xwest ez wî nas bikim, bibînim. Min digot lîderekî çawa ye, mirovekî çawa ye?Der barê wî de pir spekulasyon dihat kirn, gotinên nefretê belav dikirin. Li aliyê din jî gotinên ku ew bilind û mezin dikirin hebûn. Min jî got xuyaye ku kesekî divê mirov pê re bê gel hev e. Ez wisa çûm cem lê pirgirêka Kurd jî ji bo min sedema herî girîng bû. 
 
*Hun çend caran çûn Îmraliyê û li wir çi zehmetî we kişandin?
 
Çûyîna wê girtîgehê xwedî sîstematîkek pir zehmete. Parêzertiya hinek kesan bi rastî zehmet e. Mirov vê ferq dikin. Ez di ferqa her tiştî de bûm. Lê dîsa jî mirov şok dibin. Ya yekem mirov ji Fermandariya Cendermeyan a Gemlîkê derbas dibe. Lêgerîna li wir li tu girtîgeha Tirkiyeye tune ye. Lêgerîneke mezin dikin. Dema mirov dikevin kosterê lêgerînê dikin. Li Îmraliyê lêgerîn tê kirin. Lêgerînên tûnd tên kirin. Di her çûyînê de pêkanînên cuda tên pêş mirovan. Helwesta desthilatdariya siyasî helwesta peywirdaran jî diyar dike. Carnan nazik tevdigerin carna jî pir tûnd in. Mixabin mirov nikarin bêjin ku ‘ tu kî yî wisa dikî’. Di rewşa heyî de parêzer divê îtîraz bike lê mirov nikarin bikin. Ji xwe dijhiqûqiyek hebû û di mekanîzma dijhiqûqiyê de pêş diket.
 
Dema nû çûm bi muxalefeta hewayê re hatim rû hev. Gotin koster xerabeye. Min li wir koster nas kir. Min berê koster nedîtibû. Ji ber gelek kevnin zû xera dibin û riya mirovan dirêj dibe. Li aliyê din jî dibêjin zû xera dibe. Em di alî teknîk de nizanin xeraye an na. Der barê vê de gumanên me hebûn lê şensê me tunebû ku em bînin ziman. Me digot bila hevdîtin nekevin xetereyê. Heta wê demê me tiştek wisa pêşniyar kir; Ji bo muvekîlê xwe ji malbatê an jî bi derfetên xwe em dikarin bi wesayîtek baş biçin wir. Lê ev nehat qebûlkirin. Derfetên dewletê hebûn ev berpirsyariya dewletê bû. Lê wek her tiştî ev jî nehat kirin.
 
*Ez dixwazim li ser hevdîtina we ya ewil bisekinim. Hun dikarin wê demê hinek vebêjin?
 
Di rewşa normal de em destê xwe dirêjî muvekîlên xwe dikin. Lê cara yekem min dirêj kir hucum kirin. Min nizanibû temas nayê kirin. Ez xemgîn bûm. Çend sal bû bi kesekî re temas nekiribû. Temas pir girîng e. Hişê wî pir xurt bû.Vê ez matmayî hiştim. Demek kurt de gelek tişt diaxivî. Tespîtên wî pir xurt bûn.  Wê demê qeyda deng tunebû. Me nîşe digirtin.  Desteser dikirin dawî didan. Lê min di du sê hevokên ewil de rupelek qedand. Bi me her yekî re kaxizek hebû. Divê me hemû li ser wê binivîsiya. Serderkirina vê wisa ne hêsan bû. Divê bi baldarî bihata nivîsîn. Xwegîhandina wî zehmet bû. Mêjiyekî pir bi lez dixebete, gelek mijar dihat axafin.
 
Ez matmayî mabûm. Di tecrîdê de radyoyek wî tunebû. Piştre radyoyek yek kanal danê. Tiştên ji wir guhdar dikir, analîza wê dikir. Ez heyran mam. Piştî vê salek şûnde ez çûm hevdîtinê. Ez hatim bîra wî. Vê ez gelek kêfxweş kirim.
Gelek caran em xemgîn bûn. Carekê em bi şapqe pêşwaz kirin. Min cara yekem wisa dît. Wê dema ku porê wî guzan kiribûn. Ev gelek bi usturup vegot. Got der barê vê de serî li cihên têkildar bidin. Me serî li cihê pêwist da lê encamek nehat girtin. Bi zor dirêj kiribûn û porê wî guzan kiribûn. Ewil nexwest vê bêje lê bi usul ev vegot. Tiştên wisa ew nediêşandin.Dizanibû ku dewlet her tiştî bi wî dike. 
 
Carekê got, 'zêde dema min tune e'. Sibehê radibû spor dikir. Piştre xwendin dikir. Piştre nivîsandin. Di navberan de xwarin dixwar. Bi rastî 24 saetên wî têr û tije derbas dibûn. Gelek bi dîsîplîn bû. Di alî fîzyolojîk de jî gelek baş bû. Piştî demek dirêj ez dîsa çûm porê wî sipî bibû. Dema ewil ez çûm ne spî bû porê wî. Der barê berê de her tişt di bîra wî de bû. Ez matmayî mam. Dema tiştek digot çavên xwe digirt. Vegotina xwe wisa didomand. Dema tiştek vedigot ya din jî li pey wê difikirî û digot. Carnan em nedigihiştinê û fêmkirin zehmet dibû. Carna ji vê hêrs dibû. Wî jî li gorî xwe kesên ku pê re nîqaşê bikin dixwest. Pir rêzdar bû. her tim wisa bû. Tu car uslubeke ku mirovan biçûk bixîne, hukm bike tunebû. Pirsgirêka tenduristiya wî hebûna jî bi awayekî pir nerm vedigot.
 
Peyamên wî
 
Ji bo wî ya herî girîng bi qasî min dît, demokratîkbûna Tirkiyeyê, wekheviya hemû gelan, welatekî wekhev bû. Ev ne tenê derbarê Kurdan de bû. Ji bo hemû gelan jiyanek wekhev û azad pêşniyar dikir. Her tim pêşniyarên wî hebûn. Ez tu car nebûm şahidê bangek wî ya der barê şîdetê de. Berojvajî vê her tim bi hestiyar tevdigera, gotinên makul dianî ziman. Gelek girîngî dida jin û ciwanan.  Gotinên xwe her tim bi peyam, silav û rêzdariya ji bo jin û ciwanan diqedand. Ev gelek girîng bû. 
 
* Abdullah Ocalan her tim bang li jinan dikir. Jin jî ji bo azadiya wî her tim li qadan bûn. Hun dikarin hinek beshsa wan xebatên bikin?
 
Wê demê platformeke ‘Platforma ji bo Abdullah Ocalan Azadî’ hat avakirin. Ez jî di wê platformê de bûm. Jinên di platformê de cih girtin li ser nêrîna çareserî û aştiyê, ji bo pêşketina Tirkiyeyê xebat dimeşandin.  Me civîn dikirin, em çûn gelek weşanan, me bi nivîskaran re hevdîtin kirin. Hinekan piştgirî da me. Nuray  Mert, Ahmet Altan, Ahmet Hakan. Me bi van re hevdîtin kirin. Me civîn pêk anîn û daxuyanî dan. Heta wê demê me li Gemlîkê wê meşek pêk bianiya lê polîs mudaxale kir. Wê demê xebatên xweş hatin kirin. Dikaribû hîn bêtir bihata mezinkirin. Lê hatin  sekinandin. Xwezî bidomya. Belkî hinek tişt ji nûve zindî bibûna. Demek rast bû. sala 2012’an bû. Me di Newroza 2013’an de banga Abdullah Ocalan guhdar kir. Piştgiriya platformê ji bo vê çêbû. 
 
*Hem di pêvajoya darizandina Abdullah Ocalan de hem jî li Îmraliyê hiqûqek di cih de pêk hat gelo?
 
Ez ne parêzerê pêvajoya darizandinê bim jî min ji nêz ve şopand. Di  du mehan de darizandin qedandin. Ev jî nişan da ku senaryo ye. Di hişê wan de ji xwe tiştek hebû û temam kirin. Dadgehek taybet hat avakirin. Bi rastî ev karaseta hiqûqî bû. Ji bo şexs nikare dadgehek taybet bê vekirin. Ev bi tena serê xwe li dijî hiqûqê bû. Bêguman pêvajoyeke darizandinê ya dijhiqûqî pêk hat.  Pêvajoya piştî vê jî ne li gorî hiqûqê bû.  Statuya Îmraliyê, girtîgeheke ne giredayê wezareta dadê, serbixwe ne kontrolkirina wê li dijî hiqûqê bû.
 
*23 sale tecrîd didome. Hem parêzer, hem malbat hem jî rayagiştî vê tîne ziman. Hun wek hiqûqnasekê vê çawa dinirxînin?
 
Ji roja Birêz Ocalan anîne tecrîd pêk tê. Di tîpên F de jî hinek maf hene. Divê statuyek hebe. Lê wisa nabe. Hem tecrîd heye hem jî li gorî xwe  tevdigerin. Bêguman ev helwestek siyasî ye. Desthilatdariya siyasî wisa dibîne; Tecrîda li ser Birêz Ocalan çeka destê wan de ye û çawa bixwazin wisa dikin. Di neçareseriya pirsgirêka Kurd de jî bi kar tînin.  Wekê ku çareser dikin nîşan didin lê bi kar tînin. Lê hat dîtin ku wisa nebû. Birêz Ocalan dsetur neda ku ew wisa bê xuyakirin. Pozîsyona lîderiyê pir xweş birêve bir. Daxuyaniya wî ya Newroza 2013’a pir girîg bû. Xwezî berdewam bikira. Belkî îro em li cihekî pir xweş bûna.