Sara Aktaş: Rêber Apo polîtîkayên îmhayê pûç kir (3)

  • 09:01 13 Sibat 2022
  • Dosya
 
AMED - Rojnameger û siyasetmedar Sara Aktaş bandor û encamên komploya li dijî Abdullah Ocalan nirxand û got: "Li dijî polîtîkayên îmha û îmhayê têkoşîneke mezin û helwesta îdeolojîk a gelên Rojhilata Navîn û Rêber Apo hebû û komplo hat pûç kirin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin û ev 23 sal in di Girava Îmraliyê de têkoşînek mezin dide. Me bi rojnameger û siyasetmedar Sara Aktaş re li ser armanca komployê, rola Tirkiyeyê ya di komployê de, bandorên wê yên li ser Tirkiyeyê, herêm û Rojhilata Navîn, li ser têkoşîna jinan, berxwedana Abdullah Ocalan û Gelê Kurd a li dijî tecrîdê axivîn. 
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployek navneteweyî hate dîl girtin. Di destpêkê de çima hêzên navneteweyî Abdullah Ocalan hedef girt?
 
Di destpêkê komploya navneteweyî û hêzên ku di pêkanîna vê komployê de cih girtine şermezar dikim. Her wiha kesên ku li dijî vê komployê têkoşînan didin û li ber xwe didin silav dikim. 15’ê Sibatê ya komploya navneteweyî ji bo sedsala 21 yemin de mohrekê reş e. Di şexsê Rêber Apo de komployek li dijî gelan û li dijî jinan hate spartin. Gava em bêjin çima Rêber Apo hate hedef girtin divê em wateya Rêbertiyê ya ji bo gelan û jinan binêrin. Di vê esasê de li gorî min Rêber Apo di sedsala 21'emîn de Rêberê ya herî diyarkirî û pêşketî pênase dikim. Ji ber ku Rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîst re meydan xwend. Lewra hêzên modernîteya kapîtalîst jî ji bo berjewendiyên xwe a yekemîn Rêber Apoyê hedef girtin. Rêber Apo tu carî xwe rêberek wek ji bo beşekê an jî parçeyekê re pênase nekir. Rolekê ji bo netewa Gelê Kurd re xwe rêbertiyê hesiband. Rêber Apo hem ji bo tevahî Gelê Kurd re rêbertiyê kir hem jî ast bi ast ji bo tevahî gelên cîhanê re bû mîsyonek rêbertiyê.
 
‘Rêber Apo polîtîkayên hêzên hegemonîk a ji bo kurdan pûç kir’
 
Polîtîkayên hêzên hegemonîk ku li dijî kurdan xwe pêş dixist bi derketina Rêber Apo ji bo hêzên hegemonîk darbeyek xist. Ji ber ku êrîşên li dijî kurdan hem encama polîtîkayên hêzên hegemonîk e hem jî encama polîtîkayên dabeş bike-parçe bike û birêve bibe ku xwe guherî polîtîkayên bişaftin, qirkirin û jenosîdê ye. Di pêvajoya ku Rêber Apo derket holê, Gelê Kurd di astekê  hebûna xwe înkar dikir de bû. Lê belê bi saya têkoşîna azadiyê li ser Gelê Kurd hişyariyek pêk hat û ji nûve parastina çand, dîrok û nirxên xwe kir. Bi gotina Rêber Apo ya 'Kurdîstan metîngeh e' polîtîkayên dewleta faşist a tirk re darbeyek bû. Her wiha sedema hedef girtina Rêber Apo yê herî girîng jî îdeolojî û paradîgmayên ku pêş xist e. Heke heya roja îro jî ewqas şer û êrîş li dijî kurdan hebin sedema wê ya yekser ev îdeolojî û paradîgma nin. Ji aliyek din ve jî, bi pêşengtiya hêzên emperyal û hêzên hegemonîk ji bo şêwaza cîhanek nû polîtîkayek tê pêş xistin. Ew polîtîka bi rakirina sêgoşeya Tirkiyê-Îran û Iraq de tê xwestin nexşa Rojhîlata Navîn ji nûve were dîzayn kirin. Di vê aliyê de rola Tirkiyê jî cendirme û gardîyantî ye. Lê belê li hemberê van hemû pêkanîna plan û polîtîkayan jî Rêber Apo û têkoşîna azadiyê astengiyek mezin e. Ji bo ku ew astengiyan ji holê rakin jî bi Tirkiyê dîplomasiyên qirêj hatine kirin. Rêber Apo ji bo ji bo hêzên hegemonîk xeteriyek pêk tîne. Rêber Apo, polîtîkayên hêzên hegemonîk ku avakirina kurdekê ligorî wan pûç xistiye.  
 
*Armanca komployê çi bû? Çawa çêbû, rola Dewleta Tirk di wê komployê de çi bû?
 
Armanca komplêyê, bi îmha kirina Rêber Apo, tasfiye kirina tevgera azadiyê bû. Lê belê bi cûrbecûr rêbazan ew komplo vala hate derxistin. Di wê pêvajoyê de ji tevgera azadiyê re bi girseyî beşdarbûn pêk hat. Li hemberê komployê jî seknekê têkoşer û berxwedêr pêk hat. Ji gava yekemîn de bi taybet di hêla kurd de berxwedanek bêhampa pêk hat. Bi mîlyonan gel daket qadan û ew komployê şermezar kirin. Ji bo vala derxistina komployê li girtîgehan jî berxwedanek pir mezin pêk hat. Bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi sedan ciwanên kurd bedena xwe dan ber agir. Ji aliyek din ve jî Rêber Apo li girava Îmraliyê seknekê îdeolojîk pêk anî û ji bo valaderxistina komployê gava herî mezin bi îdeolojî û paradîgmayên xwe avêt.
 
*Rêberê PKK’ê komployê çawa vala derxist, komplo îro bi kîjan rêbazan tê birêve birin?
 
Di perdeya yekemîn a komployê de hate xwestin di 9’ê Cotmehê de dest pê bikin. Xwestin ew çaxê Rêber Apo di hewayê de îmha bikin. Zextekê li ser Sûriye hate kirin ku planek bi vî şiklî pêk were. Lê belê Rêber Apo ew planê vala derxist. Di perdeya duyemîn de jî xistina girava Îmraliyê bû. Girava Îmraliyê pergalek îşkenceyê ye lê belê Rêber Apo bi taybetî di sala 2003'yan ve wêde seknekê îdeolojîk û paradigma pêş xist. Li hemberê van pêkanînan jî tim ji bo komployê rêbazên nû hate pêşxistin. Perdeya Sêyemîn jî niha xwe bi tecrîdê dixe pêşberê me. Ango her çiqas ji bo berdewamiya komployê rêbazên nû pêş dixin jî li hemberê wê bi mezinkirina têkoşînê bersîv hate dayîn.  Di cepheya yekemîn de têkoşînek ku gelê jî di nav xwe de dihewîne pêk hat. Ji aliyek din ve jî bi êrîşên destê dewleta Tirk re bi rêbaza îşkenceyê tê berdewam kirin.
 
*Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan rolekê wek pêşeng tê nirxandin. Di vê warê de bandora komployê ji bo têkoşîna jinan çawa bû û encamên wan çi ne?
 
Ji bo jinan Rêber Apo ne tenê rêberek navneteweyî ye. Di heman demê de ji bo têkoşîna azadiya jinan rêberek îdeolojîk e. Ji ber vê yekê jinên kurd komploya li dijî Rêber Apo di heman demê komploya li dijî xwe jî şîrove dikin. Ji ber ku Rêber Apo di destpêka azadiya gelan a navneteweyî de azadiya jinan xistibû navenda vê têkoşînê.  Lewra di cîhane de cara yekemîn e ku rêberek di esasa azadiya jinê de rêbaz û fikr pêş dixîne. Her wiha ev komplo bû sedema têkoşîna jinan a radîkal. Rêber Apo, ji avakirina PKK ê wedeji bo jinan rêpêşander bûye. Hem ji aliyê civakî de hem ji aliyê îdeolojîk de jî têkoşîna wê daye. Gelek rêbazên wê têkoşînê re jî hewil daye. Hem ji bo îdeolojîya azadiya jinê, hem damezrandina partiya jinê, hem jî têkoşînek li dijî hêzên derve re rolekê listîye. Jin dizanin ku ji bo têkoşîna azadiya jinan ew derî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye vekirin. Ji ber vê yekê jinan hem ji bo vala derxistina komployê rolekê pêşengiyê listîn hem jî ji bo şikandina tecrîdê rolekê pêşengtiyê dilîzin. Me gelek ji wan bûyeran re jî şahîdî kirin. Di girtîgehan de jinan pêşengtiya çalakiya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' pêşengtî kirin. Gelek grevên birçîbûnê ku ji bo şikandina tecrîdê hate pêşxistin bi pêşengtiya jinan hate kirin. Heke jinan ewqas têkoşîna xwe pêş xistibin bi saya Rêber Apo ye.
 
*Di salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn tê dayîn. Ji bo wê hûn çi dixwazin bibêjin?
 
Komplo tenê li dijî Rêber Apo pergala îzolasyonê ya tecrîdê pêk nehat. Di heman demê de jî li dijî hemû deskeftiyên kurdan ku bi têkoşînên mezin bidet xistin têkoşînek tê dayîn. Bi plana çokdanînê ev plan hate pêşxistin. Ji wan yekemîn jî tecrîda mutleq e. Di wê warê de tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê nîşandan xwe guherand tecrîdek li dijî tevahî gelan. Paradîgmaya Rêber Apo bi gelek berdelên mezin û têkoşînan xwe xist vê meriyetê. Ji bo gelan bo hêviyek.  Lewra asta êrîşan û komployê jî xwe xist lûtkeyek herî jor. Bi taybetî tecrîd her çû xwe girantir kir. Ji ber ku tecrîd her roj xwe bi sûcekî mirovahiyê da nîşandan. Li hemberê van hemû pêkanînan jî dewletên netew û hêzên navneteyî bêdengiya xwe diparêzin. Ev jî nîşan dide ku ev komplo xwe berdewam dike. Li hemberê vê jî têkoşînek bêhempa tê dayîn.
 
Azadiya Rêber Apo tê wateya aştiyê, demokrasî û azadiya jinan
 
Êdî ev têkoşînê tenê Gelê Kurd nade. Bi pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li her çar parçeyên Kurdistanê de, hem li Rojhîlata Navîn de hem jî li Ewropayê de Gelê Kurd û rêhevalên wan têkoşînê mezin dikin. Ew jî xwe bi xwe nîşan dide ku komplo vala hatiye derxistin.  Gelek kesên rewşenbîr, filozof, pispor û kesên navdar ji bo azadiya Rêber Apo yê fîzîkî daxwaz dikin. Gelek kampanyayên û xebatên ji bo şikandina tecrîdê bi salan têkoşîn hatiye anîn. Êdî azadiya Rêber Apo ya fizîkî ne tenê pirsgirêka kurdan e. Azadiya Rêber Apo tê wateya aştiyê, demokrasî û azadiya jinan e. Ji bo wê jî gelek têkoşîn tê dayîn û kesên ku ew têkoşînê dimeşînin silav dikim.