Girtiyên nexweş-5 I Rojbîn Çetîn nayê dermankirin

  • 09:11 21 Çile 2022
  • Dosya
Hîkmet Tunç
 
WAN - Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin hem li derve hem li girtîgehê bi girtiya bi nexweşiya giran Sevîl Rojbîn Çetîn re mabû. Dîba Keskîn da zanîn ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û divê ji bo hemû girtiyan têkoşînek cidî bê meşandin. 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî li girtîgehan bandor kiriye. Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn. Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihîstin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.
 
Şewitandina înfazan
 
Lijneyên Şopandina îdarî bi qanûna di 2021’ê de ket meriyetê jî bi awayekî kêfî înfazan dişewitîne. Bi hevkariya lijneyên şopandinê li girtiyan poşmanî tê ferzkirin, pirtûkên dixwînin, nameyên tên şandin, daxwaznameyên tên nivisîn dibin hinceta netahliyekirina girtiyan.
Li dijî vê xizmên girtiyan ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çukurova û Stenbolê çûn Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan hevdîtin pêk anîn. Ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş xizmên girtiyan ‘nobetên edaletê ‘dan destpêkirin. Girtiyan di serdana Enqereyê di 4’ê Çileyê de dosyayek ji 11 rûpel û 6 sernavan pêk tê dan saziyan. Di dosyayê derbarê 38 girtiyên nexweşên giran de agahî hat dayîn û hat xwestin ku bên berdan. Ji girtiyên rewşa wan lezgîn û giran jinên girtî yên bi navê Rojbîn Çetîn, Semîre Dîrekçî, Muhlîse Karaguzel, Şîvekar Ataş û Fatma Ozbay heye.
 
Di vê çarçoveya dosya xwe de em îro cih didin yek ji 5 girtiyên jin ên nexweş, aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn a di 2020’î de hat girtin û nexweşa pençeşêrê ye.
 
Rojbînê di 1999’an de bi DEHAP’ê dikeve nava siyasetê û di xebatên jinan ên Tevgera Jinên Azad a Demokratîk de cih digire. Di 2010’an de di Sekreteriya Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê de dixebite. Di 2014’an de jî wek hevşaredara Artemîtê ya BDP’ê hat hilbijartin.
 
Bi seg êrîş kirên
 
Rojbînê li Şaredariya Sixkê civaknasî jî kir, aktîvîsta TJA’yê bû û wek hevşaredar di tevgera jinên kurd de her tim li eniya pêş cih girt. Tevî hemû zextan dest ji têkoşîna xwe berneda û di 2020’an de li Amedê di serdegirtina polîsan de bi îşkeceya êrîşa seh re hat rû hev. Rojbînê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Rojbînê piştî hat girtin şandin girtîgeha Mêrdînê û ji wir jî şandin girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê.
 
Piştî îşkenceya bi seg li hember Rojbînê hat kirin şûnde 11 rêxistinên maf li Amedê daxwaza lêpirsînê kirin û rêxistina Jin bi hevre xurt in (KBG) û gelek saziyên din ên jinan daxuyanî dan û gotin divê îşkencekar bên darizandin. Lê lêpirsînek nehat meşandin.
 
Rewşa tenduristiya Rojbînê roj bi roj giran dibe. Pirsgirêka xwînîbûna rektal a Rojbînê hebû û piştî vê bi nexweşiya pençeşêra roviyan ket. Divê dermankirina kolonskopî û pêvajoya dermankirinê bê kirin lê Rojbînê nikare derman bibe. Rojbînê berê jî ji ber tumorên safrayê jî emeliyet derbas kiribû.
 
Hevşaredara DBP’ê ya Erdîşê Dîba Keskîn der barê Rojbînê de nirxandin kir.
 
‘Girîngiyê nadin mirovan’
 
Dîbayê da zanîn ku di 2007’an de li Wanê ji bo namzetiya serbixwe Aysel Tugluk li qadan bi Rojbînê re xebitiye û li 93 gundan geriyane Rojbînê wiha got: “Rojbînê di xebatan de digot ‘divê em vê hevalê qezenc bikin’. Keseke mutevazî ye û dema diaxive mirov nêzîkatiya wê ya xesas dibînin. Girîngiyê dide mirovan. Piştre ez derbasî konseya bajar bûm. Em bi hev re tevlî gelek bernameyan bûn. Ez di 2013’an de bûm namzeta Erdîşê. Ew jî ya Artemîtê bû. Me bi dengekî mezin hilbijartin girtin.”
 
‘Sibehê diçû xebatan êvarê derman bi kar dianî’
 
Dîbayê daxuyakirin ku di pêvajoya hevşaredariya Artemîtê de Rojbînê dermankirina ‘kemoterapî’ didît û got: “Bi roj di nava xebatan de bû. Bi şev jî dermanên kemoterapî didît. Sê kesan ev rewşa wê dizanibû. Yek ji van jî ez bûm. Dilê wê tije hezkirin bû. Rêzdar bû. Dixebitî, diwestiya lê derman jî dibû. Tevî vê dixebitî. Di siyasetê de jî rolek çalak lîst. Bi nêzîkatiyeke baldar nêzî pirsgirêka jinê dibû.”
 
‘Bi piştgiriya wê ez ji binî radibûm’
 
Dîbayê di berdewamiyê de wiha vegot: “Piştî em bûn hevşaredar me zêdetir derfetê ku em bên gel hev dît. Em di civînên hevpar de dihatin gel hev. Min ji sedî 90 der barê pirsgirêkên şaredariyê de ji wê pêşniyar digirt. Min bi piştgirî û hevaltiya wê gelek pirsirêk çareser kirin. Bi hemû kesî re di piştevaniyê de bû.
 
Pêvajoya girtîgehê….
 
Dema em hevşaredar bûn em bi hev re hatin binçavkirin. Di 2015’an de em hatin girtin. Em bi hev re li girtîgeha Jinan a Sîncanê man. Carna ji ber ba kêzik diketin hewadankê. Rojbînê ji bo wê kêzikê xilas bike çi ji destê wê dihat dikir. Ji ber dizanibû em jî nav çar dîwaran de ne. Carna ez bêdeng dimam digot çima tu nanivîsî. Me bi hev re rojên xwendinê organîze kir. Me pirtûkên nivîskarên kurd dixwend. 8 mehên me wisa derbas bûn. Pêvajoyek xweş bû.”
 
‘Naxwaze bi pirsgirêkên tenduristiyê bê rojevê’
 
Dîbayê bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiya Rojbînê û got Rojbînê naxwaze bi van pirsgirêkan bê rojevê û wiha daxuyand: “Rewşa wê li girtîgehê giran dibe. Divê li xwarinê baldar be. Divê li gorî dermankirinê xwedî bibe. Divê bakliyat û xurekên hişk nexwe. Divê sebze û fêkî bixwe. Dema ew nexweş diket me êşa wê hîs kir. Carna me ji kantînê ji bo wê hinek tiştên taybet digirt ku bixwe. Lê digot ‘Xwarina min nekin rojev. Ji bo min tiştekî taybet negirin. Herî zêde sê kevçî xwarin dixwar. Ji ber vê roj bi roj kîlo winda dikir.”
 
‘Divê têkoşînek cidî bê dayîn’
 
Dîbayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rewşa girtiyan her diçe giran dibe û wiha dawî lê anî: “Ji bo girtiyên nexweş pêvajoyeke giran mijara gotinê ye. Divê demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Rojbîn û gelek girtiyên din ên nexweş divê bên berdan. Divê ji bo wan têkoşîneke cidî bê meşandin.”