Girtiyên nexweş -2 | Hevala Fatma Ozbay: Divê em têkoşînê mezin bikin

  • 09:07 18 Çile 2022
  • Dosya
WAN - Yek ji 38 girtiyên nexweş ku di lîsteya divê demildest bên berdanê de ye, Fatma Ozbay a ku hevalên wê jê re dibêjin Raperîn e. Hevala wê ya li girtîgehê Leyla Aşkan got: “Divê demildest hevala Raperîn û girtiyên din bên berdan. Ji bo vê çi hewce kir me heta îro kir û ji vir şûnde jî wê têkoşîna me bidome.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî girtîgehan berdewam dike. Binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin.
 
 Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihistin. Di 6 salên dawî de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.
 
Şewitandina înfazan
 
Lijneyên Şopandina îdarî bi qanûna di 2021’ê de ket meriyetê jî bi awayekî kêfî înfazan dişewitîne. Bi hevkariya liljneyên şopandinê li girtiyan poşmanî tê ferzkirin, pirtûkên dixwînin, nameyên tên şandin, daxwaznameyên tên nivisîn dibin hinceta netahliyekirina girtiyan.
 
Li dijî vê xizmên girtiyan ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn,Gever, Sêrt, Çukurova û Stenbolê çûn Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan gelek hevdîtin pêk anîn. Ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş xizmên girtiyan ‘nobetên edeletê ‘dan destpêkirin.  Girtiyan di serdana Enqereyê de di 4’ê Çile de dosyayek ji 11 rupel û 6 sernavan pêk tê dan saziyan. Di dosyayê de derbarê 38 girtiyên nexweşên giran de agahî hat dayîn û hat xwestin ku bên berdan. Ji girtiyên rewşa wan lezgîn û giran jinên girtî yên bi navê Rojbîn Çetîn, Semîre Dîrekçî, Muhlîse Karaguzel,Şîvekar Ataş û Fatma Ozbay hene.
 
Yek ji van girtiyan Fatma Ozbay a ji 1997’an heta nih girtî ye. Fatma di pêvajoya li girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dima di Gulana 2018’an de teşîsa pençeşêra memikan lê hat danîn. Di 27’ê Hezîrana 2018’an de piştî 8 seansên kemoterapî, 25 seans radyoterapî dît. Penceşêr li kezebareş belav bû. Di 12’ê Sibata 2020’an de li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Îzmîr Katîp Çelebî di memika rastê de rewşek bi guman hat dîtin, piştî ultrasyon û mamografî hat xwestin divê biyopsî bê kirin lê gotin pergala kompîtirê têk çûye şandin girtîgehê. Fatmayê di nameyên berê şandibû de diyar kiribû ku rewşa wê her diçe giran dibe û ligel pençeşêrê nexweşiya gurçik, kezebareş, di roviyan de polîp, mîgren û gelek nexweşiyên din jî heye.
 
Hevala Fatmayê, Leyla Aşkan ya di 2013’an de li girtîgeha Bayburtê ligel wê mabû  der barê rewşa Fatmayê de axivî.
 
‘Sekna wê ya bi biryar moral û hêz da min’
 
Leylayê got hevalan ji Fatmayê re digotin Raperîn û wiha dirêjî dayê: “Dema nû ketim girtîgehê min ji samimiyet, têkilî û sekna xurt ya Fatma û hevalan, hêz û moral girt. Min li wir dît ku jin xwedî hêz û îradeyek xurtin.  Wek her qada têkoşîna jinê li girtîgehê jî di navbera jinan de diyalogek pir cuda heye. Dema ez li wir bûm xwişka hevala Raperîn, hevala Roza jî li wir bû. Piştî demek dirêj şûnde ez fêr bûm ku ew xwişkên hev in. Min têkiliya wan wek hevaltî dizanibû.”
 
‘Bi têkoşîna jinê bawer bû’
 
Leylayê wiha dirêjî dayê: “Fatma hevalek pir enerjîk û zindî bû. Tevî nexweşiyên wê astengî nas nedikir. Hevala Raperîn bi têkoşînê bawer bû. Hevaleke li çareseriyê digeriya bû. Analîz dikir. Nêzîkatiya wê li hember hemû hevalan wisa bû. Hewcedariyên me hema ferq dikir. Moralê me xerabûya hema sohbet dikir. Sohbet û nîqaşên wê pir xurt bûn. Fatmayê baweriyek mezin dida hevalan.  Hilberîner bû. Helbest, çîrok dinivîsî. Di nokteya pêşxistina ziman û çanda Kurd de gelek xesas bû.”
 
‘Bi zanebûn nayên dermankirin’
 
Leylayê balkişand ser nexweşiya Fatmayê wiha pê de çû: “Bi rojan ji ber nexweşiyê nikaribû ji nivînê rabe. Çûyîn û hatina nexweşxanê bi pirsgirêk bû. Doktorên pispor tunebûn. Tenê derman didan. Em diçûn tenê derman didan. Me êdî ev kiribû wek qerf. Hevala Raperîn û du hevalên din li ser vê skeç amade kiribûn. Ji bo gelek êşan heman derman didan. Hevalên ku nexweşiyên wan yên cidî hebûn bi zanebûn derman nedikirin. Nexweşiyên wan nedihatin şopandin. Hineta wan jî ‘em nikarin bibin, doktor tune’. Hevala Raperîn demek dirêje nexweşe. Lê her tim nexweşî taloq dikirin."
 
‘Fatma di bin tecrîdê de ye’
 
Leylayê destnîşan kir ku piştî demek dirêj ligel Fatmayê maye, bi 7 hevalan re surgunê girtîgehek din hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Piştî surguna me Raperîn surgunê girtîgeha Erziromê hat kirin. Raperîn li wir kirin bin tecrîdê. Demek dirêj hevdîtin nehatin kirin me agahi jê negirt. Demek dirêj tenê hiştin. Li wir nexweşiya xwe fêr bû. Vê bandorek mezin li ser wê kir. Hevala Raperîn di lîsteya nexweşên giran de ye. Demek dirêje nexweşe. Roj bi roj jiyana wê dikeve rîskê. Şertên girtîgehê ji bo wê qet nebaşin. Divê bê dermankirin. Divê hevala Raperîn demildest bê berdan. Tu qanûn ji canê mirovan ne girîngtire. Divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne. Hevalên me li dijî mirinê têdikoşin. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidominin.”