Felek Encu: Ne bombe bêedaletî me dikuje

  • 09:03 25 Kanûn 2021
  • Dosya
Rojda Aydin - Habîbe Eren  
 
ŞIRNEX - Dayika Erkan Encu Felek Encu 42 sal beriya niha li heman cihê di encama teqîna mayinê de bavê xwe windakir. Feleka ku cara duyem heman qederê jiya, nerazûbûna xwe ya pêknehatina edelatê anî ziman û got: “Ev komkujî di dema AKP’ê de pêk hat û berpirsyar ew in.”
 
Di 28’ê kanûna 2011’an li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn, dema derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û ji aliyê balafirên şer ên Arteşa Tirk ve hatin qetilkirin. Ji wan 34’an yek jî Erkan Encu yê 13 salî bû. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan yê herî biçûk bû. Piştî 34 kesên ku hatin qetilkirin, yek ji kesên ewil bi ciwanên gund re ji bo cenazeyan bigirin çû ser sînor dayika Erkan, Felek Encu bû. 
 
Felek roja komkujiyê li mala dayika hevjînê xwe bûye û dengê balafiran bihîstiye, piştre telefona ku qet nedixest bersiv bide hatiye û hîn bûye ku zarokê wê hatiye qetilkirin. Bavê Felek di sala 1979’an de li heman cihê pêl mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê bavê wê li gundê Keşan a aliyê sînorê Herêma Federal a Kurdistanê hatiye definkirin. Feleka ku tu carî gora bavê xwe nedîtiye, piştî bi salan li heman cihê heman ‘qederê’ jiyaye. 
 
Karneya wî piştî qetilkirinê hat
 
Êşa wê wek roja ewil nû ye, li ber paceya mala xwe ya ku çar aliyê wê bi çiyayan dorpêçkirî ye, li benda roja ku Erkan bê ye. Mala ku du qat e, dîwarên wê bi şîn û spî hatiye boyaxkirin û bi tîpên mezin navê Erkan lê hatiye nivîsîn. Dema ku em ketin hindûrê malê bîranînên Erkan me pêşwazî dike. Felek kiras, eşya, nîşe, pirtûk û karneya wî ya ku piştî qetilkirina Erkan hatiye, wek roja ewil diparêze.
 
‘Tu yî bicemîdî...' 
 
Felek dema dibêje “Bazirganiya sînor” komkujiya Roboskî tê bîra wê û wiha dibêje: “Bav û kalên me jî vî karê dikir. Li ser vê erdnîgariyê tu karekî din bikî nîne. Me nedigot ‘Bazirganiya sînor’ an jî ‘qeçaxçîtî’, me digot ji bo nanê xwe. Erkan du caran çû sînorê Herêma Federal a Kurdistanê. Hevalê wî Bîlal hebû. Erkan ji xwîşka pirsî ‘Dê Bîlal biçe?’ Min jî nan li tenûrê dixist, min jê re got ‘tu nikarî biçî.’ Ne ji ber tirsa leşkeran, berf dibarî û min digot nikare li ber wê sermayê bisekine. Kurê min got ‘Bila Bîlal eşyayên min jî li hespê bar bike, ez ê jî bi wî re biçim.’ Min jê re got tu yê bicemidî. Digot ‘Divê ez ji bo salvegerê pere berhev bikim.’ Min xwest ez rê li ber bibirim lê min nekarî." 
 
‘Zarokên me bi F-16’an hatine qetilkirin’
 
Felek, diyar kir ku beriya komkujiyê bi rojan hemû leşker derbasê yekîneya xwe bûn û got: “Lê belê wê rojê em nizanin çibû û hemû ji yekîneya xwe derketin. Ez hatim min xwarin da Erkan û ji bo necemide cil lê kirin. Xizmên me li mala me bûn, telefon hat ji me re û gotin 'Leşkeran rê girtiye'. Ez jî bi tevî xizmên xwe derketim li derve. Piştre ez çûm mala xwesûya xwe, me got em derbikevin li ser rê binêrin. Hemû ciwan li wê derê bûn. Piştre nîv saet derbas bû. Hevjînê min jî li mala cîranê min bû û piştre dîsa çûm mala xwesûya xwe. Di êrîşa hewayî ya ewil de mal hejiya, ji paceyan deng derket. Min tu carî qet dengek wisa nebihîstî bû. Me bi carekî de qêr kir. Xwesûya min got ‘Zarokên me çûn’ û dest bi girînê kir. Min jî hewl da ku dilê wî aş bikim û min digot ‘Tiştek nebûye’. Piştre agahî ji me re hat ku zarokên me bi F-16’an hatine qetilkirin. Ez digirîm, dikim qêr, di nigê min de şimik û li ser min tu tişt tunebû. Ez bi wê rewşa xwe derketim ser cadê. Ciwan hatin û ez jî bi tevî wan çûm li ber sînor. Pêşî Serhat Encu anîn. Di destê min de elektrîka destan hebû û min hewl dida ku ez cenezayen binêrim. Ciwan hemû digiriyan. Serhat jiyana xwe ji dest dabû, lê belê ji pozê wî xwîn dihat. Min ji ciwanan re digot kurê min li ku ye û ev jî gotin 'Li jêrê mane’. Lê belê destûrê nedan ku ez biçim. Piştre hemû kes hatin û min vê demê tu agahî ji kurê xwe negirt."
 
‘Min nikarî ez rûyê kurê xwe binêrim’
 
Felek, bi lêv kir ku di wê şeva sar û bi berf de bi lingên tazî ji wê alî û vê alî em direviyan û li benda mizgîniyê bûn û wiha bi lêv kir: "Sibe bû, Roj TV ragihand ku li Roboskî gule hatiye barandin. Piştre carekedin bi erebeyek çûm cihê komkujiyê. Ji ber ku rê ji ber berfê hatibûn girtin dozer hat û rê vekir. Dema ez çûm li cihê komkujiyê hemû cenazeyan rêz kiribûn. Lê belê min nekarî ez rûyê kurê xwe binêrim. Xwedê kesên ku vê êşê li me da kişandin, wan jî bide kişandin.”
 
‘Ne bombe bêedaletî bû sedema kuştina me' 
 
Felek, destnîşan kir ku sedsal derbas be jî dê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin û wiha domand: “Beriya Roboskî û piştî Roboskî du pêvajo hat jiyîn. Roboskî berê pir xweş bû, her kes dilşad bû. Dawet çêdibûn. Piştî 10 salan şûnde îsal cara yekem dawetek pêk hat. Li Roboskî gelek tişt guherin. Zarokên me, em û hemû kes gelek guherin. Hemû kes di nav aramiyê de bûn. Piştî Roboskî cara duyem tişta ku me êşand û wêran kir bêdaetî bû. Kesek dengê me nabihîze. Hemû kes ker û lal bûye. Lê belê em tenê edaletê dixwazin. Bombeyan me nekuşt; bêedaletî bû sedema kuştina me." 
 
‘Edalet li kolanên tarî yên Enqerê winda bû...' 
 
Felek, bi lêv kir ku tu carî komkujiya Roboskî nayê jibîrkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di her salvegera komkujiyê de diaxivîn. Parlementerên AKP û CHP’ê rojên derbasbûyî de li Meclîsê digotin ‘Xwezî tiştek wisa nebûya’. Ger ku zêde ser vê disekinin bila edaletê pêk bînin. Ev komkujî di dema AKP’ê de pêk hat û berpirsyar ew in. Ger ku edalet pêk neyê, dê ev wek lekeyek li ser eniya AKP’ê bimîne, tu carî dê jê neçe. Me nedixwast ku Roboskî di nav kolanên tarî de winda bibe. Lê belê edalet li kolanên tarî yên Enqereyê de winda bû. Ev cîhan ji tu kesî re namîne. Ev 10 sal in vê êşê wek roja ewilî dijîn.”